Civaka însanan, her tim wate daye bûyer û tiştên di jiyana wan de qewimîne. Rojên xweş û geş wek pîroz û şahî dîtine. Rojên bûbin sedema xerabî, nebaşî û bêbextyê, wan bi ‘rojên reş’ bi nav kirine û şîn girêdane.
15’ê Sibatê jî ji bo kurdan rojek reş, tarî û bêbextiyê ye. Ev roj di derûnî û ruhê gelan de birînek kûr vekir. Ji ber vê yekê di her 15’ê Sibatê de rojîgirtin, cilên reş lixwekirin û wek roja berxwedanê pêşwazîkirin, bûye wek kevneşopiyekê. Her çiqas rojek reş tarî bê jî, di heman demê de roja têkoşînê ye. Roja xwedîderketinê û hêvîxurtkirinê ye; roja xurtkirina bawerî û girêdayînnê ye.
22 sal di ser komploya navneteweyî re derbas dibe û em dikevin sala 23’an. Komplo çima pêk hat? armanca komplogeran çi bû, kîjan hêz tev lê bû, çawa tev lê bû…? li ser van mijaran gelek tişt hatin gotin. Wê hê jî werin gotin. Ji ber ku gelek mijar zelal nebûne. Ya herî muhîm ew e ku komplo bi ser ket an na?
Ji bo komplo vala were pûçkirin, di serî de Rêberê Gelê Kurd, Tevgera Azadiyê û gelê kurd û dostên wî, ev 21 sal in têkoşîneke mezin û bêhempa didin meşandin. Rêbertî li Îmraliyê têkoşîneke îradî, nefsî, bîrdozî, felsefîk û siyasî meşand. Bi vê têkoşînê rûyê pergala kapîtalîst û hemû sazî û dezgehên wê deşîfre kirin. Hemû maskeyên ku dabûne ber rûyê xwe, yek bi yek anîn xwarê û raxistin ber çavên mirovahiyê. Ev têkoşîna bîrdozî û felsefîk li hemû parçeyên Kurdistanê hat meşandin. Ev têkoşîn bû hêviya azadiyê û heviya mirovahiyê.
Tevgera Azadiyê û gelê kurd jî li hember vê bêbextiya dewlet û desthilatdaran, têkoşînek mezin dan meşandin. Fedekariyên mezin hatin kirin û bedelên giran hat dayîn. Ev têkoşîn, hêj di rojên destpêka komployê de, komloger şaş û faş kirin. Ew poşman bûn û hêviyên wan şikiyan. Her çar parçeyên Kurdistanê raperîn û serhildanên mezin çêbûn. Gel her tim li derdora Îmraliyê bû xeleka berxwedanê. Tevgera Azadiyê jî parçe nebû û belav nebû. Biçûk nebû mezintir û xurtir bû. Li Rojhilata Navîn bû hêza sereke û hêvî afirandinê. Bû hêzeke wiha ku êdî komploger jî vê yekê qebûl kirin.
Di 22 saliya komploya li ser Rêberê Gelê Kurd de tecrîdek giran û dijmirovî heye. Rêberê Gelê Kurd li hember vê yekê di nav berxwedaneke mezin û bêhempa de ye. Dîsa li ser derfet û destkeftiyên kurdan û demokrasîxwazan êrîşê mezin heye. Belkî ev êrîş ji aliyê netewe- dewleta tirk ve tê birêvebirin lê hemû hêzên komploger bi şiklekî cuda cuda di nav vê êrîşê de ne. Netewe-dewlata tirk bi pergala cîhanê ve girêdayî ye bêyî wan nikare van êrîşan bike. Eger komploger bixwazin, di rojekê de dikarin netewe-dewleta tirk bisekinînin. Lê ev yek ne li gor berjewendiyên wan e.
Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd li Rojhilata Navîn bi giştî di 2013’an de pêngavek mezin avêt. Li her çar parçeyên Kurdistanê û li Rojhilata Navîn pêşketinek û destkeftiyên pir girîng derketin holê. Pêşketin hem erdnîgarî hem pergalî hem jî zihnî û fikrî bû. Ev pêşketin di serî de hêzên hegemon ên global û netewe-dewleta tirk pir tirsand. Li gor wan ger pêşiya van neyê girtin, ji bo wan xetere ye. Ji ber vê yekê jî konseptek navneteweyî û herêmî amade kirin. Ev yek wek komploya navdewletî ya duyemîn hat pênasekirin. Dewleta tirk li gor vê yekê dîzayn kirin. Bi darbeya 15’ê tîrmehê rêveberiyek netewperest û faşîst anîn ser kar. 5 sal in şerekî dijwar li hember gelê kurd dimeşîne. Tenê ne li Bakur li hemû parçeyên Kurdistanê û hemû cîhanê dimeşîne. Konsepta tunekirinê ava kiribû. Desthilatdarî û hebûna xwe bi tunekirinê ve girêdabû. Ji ber vê yekê jî hemû rê, rêbaz û îmkan seferber kirin. Formûl ew bû ku Tevgera Azadiya Gelê Kurd di aliyê siyasî, leşkerî û civakî de bişikîne, bêhêvî û bêbawerî bima û teslîm bihata girtin. Eger Tevgera Azadiya Gelê Kurd li ser pêyan bima, dê ew xilas bûbûna.
A niha dema mirov li vî 5 salî dide ber çavan, Tevgera Azadiya Gelê Kurd bi hemû hêza xwe li cihê xwe sekiniye. Ji hemû girtin, kuştin, koçberkirinê re jî civaka kurd nehat teslîmgirtin. Li dijî hemû êrîşan, qada siyaseta demokratîk hêza xwe parast, li ser pêyan ma û têk neçû. Di aliyê leşkerî de hemû îmkanên teknîkî hat bikaranîn, lê bê encam man. Hemû hêza dîplomasiyê ji bo vê yekê xistin dewrê. Hemû îmkanên aboriyê ji bo vê yekê hat bikaranîn. Lê encam nehat bidestxistin. Belkî bedel tên dayîn lê wek berê, bi hemû hêz û heybeta xwe li cihê xwe sekiniye.
Êrîş pir mezin û giran bûn. Di dîroka komara tirk de êrîşên herî mezin û giran ên li ser gelê kurd bûn. Li hember van êrîşan hemû kesan li ber xwe da. Berxwedanên mezin, qehremaniyên mezin hatin nîşandan. Ev berxwedan hat nîşandan û tiştê ku deshilatdariya Erdogan dixwest pêk nehat. Kurd û tevgerê gelê kurd li ser pêyan man. Li ser pêya mayîn çûyîna wan bû. Ên ku li ber çûyînê ne û yên ku herî bi tirs xof dijîn, ên ku her roj, qîreqîr û barebariyê dikin ew in. Qîreqîr û boreboriya wan ji tirsa dilê wan e. Ji ber ku winda kirin û li ber çûnê ne.
Li Îmraliyê ev 20 sal in berxwedan heye. Ev berxwedan dijminan, bêbextan, komplogeran matmayî dihêle. Hemû hesabên wan ên bêehlaq, dijmirovî vala derdixe. Çawa ku komploya yekemîn hat şikandin û pûçkirin, komploya duyemîn jî li ber pûçkirin û têkçûnê ye.
Êdî dem dema azadiyê ye!