Aştî bi valakirina Îmraliyê û hemû zindanan pêkan e

Ji bo aştî, aramî û xweşî bê Tirkiyeyê divê berî her tiştî girtîgeha Îmraliyê û hemû girtiyên siyasî ji girtîgehên din vala bibin. Eger...

Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

Aştî bi valakirina Îmraliyê û hemû zindanan pêkan e

Ji bo aştî, aramî û xweşî bê Tirkiyeyê divê berî her tiştî girtîgeha Îmraliyê û hemû girtiyên siyasî ji girtîgehên din vala bibin. Eger...

Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...
Cumartesi - 12 Ekim 2024

Aştî bi valakirina Îmraliyê û hemû zindanan pêkan e

Ji bo aştî, aramî û xweşî bê Tirkiyeyê divê berî her tiştî girtîgeha Îmraliyê û hemû girtiyên siyasî ji girtîgehên din vala bibin. Eger...

Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

Ji dojehê derbasî bihuştê bûn

Nêrgiz Ismayil | 

Ji 2011’an ve şoreşeke bêhempa hat destpêkirin. Ji ber ku ev şoreş a jinan e, her demê çendîn zehmetî kişnadibin, xebatên xwe bi serkeftinan tacîdar kirine. Yek ji wan destkeftiyan ew e ku jinan hebûna xwe di hemû qadên şoreşê de ava kir. Şoreş ji jinên kurdan hat destpêkirin heta gihîşt hemû jinên ereb û pêkhateyên din. Yek ji wan jinan ku bû şahida gelek êşan Şehrezad e. Duh Şehrezad Hisên El Casim di nav tirsê de bû, îro bûye berdevka Meclisên Jinan ên Dêra Zorê. Ev bi serê xwe serkeftina her hêja ye. Lewra pêwîstî hebû em pê re hevpeyvînekê bikin û bizanibin ka di nav jinên Dêra Zorê de çendîn bandora şoreşa jinên kurd hatiye kirin.

Nêrgiz Ismayil: Gelo rewşa we weke jinên Dêra Zorê beriya ku DAIŞ têkeve vê derê, çawa bû? Ji hêla civakî û çandî ve çawa bû?

Şehrezad Hisên: Bi rastî di vê kêliyê de jî ez nizanim çi bibêjim. Ji ber me pêvajoyeke gelekî giran derbas kir. Em gihîştin wê astê ku êdî me hêviya xwe ji jiyanê birîbû. Gotin tune ne ku ez baş bidim nasîn. Carna dema em di malê de bûn, em li ser mijarekê xemgîn dibûn, min wiha hizir dikir ku ew mijareke mezin e û êşa min jî mezin e. Lê pêvajoya ku bi ser me de hat ne kêm bû. Di pênc salan de ma çi bi serê me de nehat. Em weke jinên Dêrê baş tên naskirin, ji kîjan eşîrê bin bila bibin, ji xwe bawer in û xwedî gotin in. Li vê derê ji xwe tê zanîn, rejîma Sûriyeyê li vê derê bû. Me jî digot hikûmeta me heye û ew ê bikaribe me biparêze. Mixabin ne wisa derket. Em weke jinên ereb jî civaka me tê naskirin. Di warê kelepûr û nirxan de em asê ne. Ji ber ku jiyana me li gorî pîvan û çanda olî tê meşandin. Ev bi serê xwe mijareke gelekî zehmet e. Çend hezar sal in ola îslamê derketiye lê belê cîhan hat guhertin yanî tu nikarî vegerî paş, divê em bi pêş bikevin. Ez dikarim bibêjim ku hîn di civaka me de bandora hişmendiya baviksalar li pêş e. Ev tişt gelek zirarê dide pêşketina me. Yanî di temenekî biçûk de em tên zewicandin. Keçika nezewice bêqîmet e. Malbat jî keçên xwe wekî namûs û milk dibînin.

Nêrgiz Ismayil: Hêza dewleta îslamî çawa derbasî van herêman bûn?

Şehrezad Hisên: Di destpêkê de wekî grûb (ehlê xwedê) hatin û bangkirin ku ew ê îslama rast bidin meşandin, ji ber ku xelk ji rê derketine. Demekê man û hema me dît ku li her deverê dest bi serjêkirinê kirin. Her kes ji wan ditirsiyan. Li vê derê hovîtiyeke ez nikarim behsa wê bikim pêk anîn. Me navê xwe ji bîr kir welehî. Komîteya (HISBÊ) di wateya ku hesabê dixwaze. Bi taybetî jinên ku kêmaniyan bikin, kêmaniyên mîna ku ger cilên wan ne reş bin, cigare bikişînin, dengê xwe li ser zilamê xwe bilind bikin, têkiliyeke ne fermî deynin… Jinên ku ji derveyî pîvanên wan derdiketin bi kirbacan li wan didan. Li gel wan ev dayik e, ev jineke temenmezin e ne pirsgirêk bû. Li gel wan jin ji heywanan kêmtir e. Tenê ya zewacê û lêdanê ye. Piranî zilamên afgan bûn, pakistanî bûn, ji kîjan devera dinyayê hatibûn kesek nizane, hov bûn.

Misilmantiya rast ne wisa ye, îslama ku ewqas di nav xwe de ruhê aştiyê hildigire çima wê têxin rewşeke wisa ku mirov jê nefret bike? Çi bi serê me de hat ez nikarim bibêjim.

Nêrgiz Ismayil: We tu carî bawer dikir ku rojekê ji rojan ev herêm bên rizgarkirin û hûn ê derbasî rewşa ku bikaribin xwe bi rê ve bibin?

Şehrezad Hisên: Ez bixwe, baweriya min nebû. Lê dema me bihîst bi rizgarkirina Tebqa û Reqayê ku jinên kurdan diçin wan rizgar dikin, em gelekî kêfxweş bûn. Dema jinên YPJ û hêzên HSD’ê hatin, çawa bi hezkirinekê em hembêz kirin. Me dest bi tilîliyan kir. Ji 2017’an û heta niha, meclisa yekemîn li Cezrayê hate ragihandin. Ji du jinan hat avakirin ez jî ya sêyemîn bûm. Hêdî hêdî me pênc meclisên jinan ava kirin. Niha jî em di wan her pênc meclisan de jinan birêxistin dikin û fêrî xebatên rêxistinî dikin. Destpêkê me ji karê xwe fêm nedikir û me nizanîbû pirsgirêkên jinan çareser bikin. Bi destpêkirina perwerdeyê re hêdî hêdî em têgihîştin ku jin xwedî vîneke civakî ne. Jin dikarin hemû civakê bi rê ve bibin, jin ne tenê ya ku di malê de bimîne, jin ne ya ku tenê ji bo anîna zarokan hatiye dinê. Ev yek ji bo me gaveke gelek mezin bû. Ji 2017’an ve ez nikarim bibêjim ku me gavên gelekî mezin avêtine lê ez a dilê xwe bibêjim ne mîna rêveberiyeke jin wiha dihesibînim ku; em ji dojehê derbasî bihuştê bûn. Ew ji jiyana reş û tarî ku hemû tirs bû, em derbasî jiyaneke ku em tê de hene û hebûna me heye, bûn. Heta vê kêliyê hîn jî li gund û herêmên me rewşa ewlekariyê ne baş e hîn jî em di nav şer de ne lê ya girîng ew e ku kêmek be jî em fêrî xwe bi xwe birêvebirinê bûn û dikarin bi zanebûn nêzî rewşa civaka xwe bibin. Ev serkeftineke mezin e.

Nêrgiz Ismayil: Zehmetiya herî bingehîn ku we kişand çi bû?

Şehrezad Hisên: Zehmetiya herî mezin piştî rizgarkirinê ew bû. Jin bitirs bûn ku tev li karan bibin. Jixwe ne bawer bûn. Lê piştî çend civîn û perwerdeyan me dît ku keç û jin tev li asayîşê bûn, tev li avakirina komînan bûn. Gava herî bingehîn ew bû ku bi rastî di her xetekê de dema komîn avabûn zemîna rêxistinî wê demê çêbû. Li ser bingeha avakirina komînan ku bingeha wê tevlibûna jinan bû, civak jî bi ser hişê xwe ve hat û li gorî avakirina komînan êdî meclisên jinan û yên giştî ava bûn. Bi vê xeleka ku tê destpêkirin hêza me ya rêxistinî hîn baştir hat avakirin. Ev mijar ji bo me mijareke gelekî serkeftî bû.

Nêrgiz Ismayil: Niha hûn wekî meclisa jinan ji bo hemû pirsgirêkan çiqas dikarin xwedî biryar bin?

Şehrezad Hisên: Em ne tenê ji bo jinan em nûnertiya hemû jinên saziyan dikin û ji wan berpirsiyar in. Wekî din me qanûna jinan derxistiye ku ev qanûn mafên jinan diparêze. Di dinê de kesekî ne bihîstiye ku qanûnên jinan hene. Qanûnên jinan mafê jin çi dayik be, çi endama saziyekê be, çi keçik be, çi mijarên zewacê be, diparêze. Ez nikarim bibêjim ku heta niha hemû qanûn pêk hatine. Ji ber ku zilam qet di jiyana xwe ya 5 hezar salan de qebûl nekiriye ku bibîne qanûnên jinan hene. Ji ber her xwe desthilat dîtiye. Em jî ji bo vê têdikoşin. Ne tenê li hemberî zilam ku bikaribe mafên jinan bipejirîne, zehmetiya me jî di nav jinan de bixwe jî heye. Yanî ew jina ku her demê xwe milkê zilam dîtiye, dê çawa bikaribe hevjiyana azad fêm bike? Ew jina ku qedera xwe tenê di malê de dîtiye çawa bikaribe ji bo civakê xizmetê bike û hêza jiyanê di kesayeta xwe de bibîne? Ev jî mijareke serke ye ku em bikaribin bi pêş bixin. Dema jin di wê zanebûnê de bin, xwe nas bikin wê demê jin dikarin bibin jiyan, bibin civak. Heta di van meclis û mala jinan de piranî zilam tên û gazinên xwe dikin û dixwazin têbigîhêjin ka dê çawa bikaribin bi qanûnên jinan re bidin û bistînin.

Nêrgiz Ismayil: Projeyên we wekî meclisên jinan çi ne? Bi taybetî hûn di warê perwerdeyê de li ser kîjan mijaran disekinin?

Şehrezad Hisên: Di dema dawî de em wekî Meclisa Jinan ne tenê perwerdê didin jinan, projeyên me ji bo zilaman jî hene. Erê di destpêkê de napejirînin lê belê dema li me dinêrin û karê me dişopînin kêfxweş dibin. Jixwe em bi zanebûn nêz dibin, di warê uslûb û xîtabetê de em dizanin çawa mijaran nîqaş bikin. Di pênc salan de ji zilmê pê ve me tiştek nedît. Dibistan xerabûn, perwerde neman, zanebûn nema, ne tenê keçik û jin her kesî ji wan zirarê dît.

Em li vê derê felsefeya hevalê jinan Abdulah Ocalan ji xwe re bingeh digirin. Em gelek caran nîqaş dikin û jixwe em di meha sibatê de ne ji bo me zehmet e. Çawa vî însanî ewqas dikare mijarên cewherî li ser hemû mijarên jinan binivîsîne û bikaribe jin bigihîne qîmeta wê. Abdulah Ocalan hevalê jinan e. Em gelek car dibêjin: “Ger Apo derneketa û nebûya hevalê jinan gelo wê rewşa jinan çibûya”. Her ku em xeteke pirtûkên wî dixwînin ewqas em kêfxweş dibin û zindî dibin, em jixwe bawer dibin, em jixwe hez dikin. Ji ber wê mijara me ya sereke perwerde ye. Zehmetî çi dibin bila bibin, em ê li ber xwe bidin. Çawa jinên kurd xwe gihandin asta zanebûnê em ê jî weke jinên ereb divê cewhera xwe bi pêş bixin. Pêdiviya me bi wextê heye lê divê em dereng tevnegerin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar