Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya li navenda giştî ya partiya xwe derheqê kampanyaya ‘Ji bo her kesî edalet’ agahî da. Gunay got ku li her devera Kurdistan û Tirkiyeyê zext û zordarî û pêkutî heye û diyar kir ku bi bernameya têkoşînê dê hewl bidin heq ji vê derkevin û qada siyaseta demokratîk berfirehtir bikin.
Gunay behsa kampanyaya ‘Em hemû bi hev re’ ya par kir li meha hezîranê de hatibû destpêkirin kir û wiha got: “Ji Colmergê heta Edîrneyê, ji Izmîrê heta Wanê, Mêsînê, Amedê jin û ciwanan, dilxwazên demokrasî, wekhevî û azadiyê her kesî deng daye vê. Bi vê me careke din nîşan da ku partiya me rojevê diyar dike.”
Deklarasyona Aştiyê
Di axaftina xwe de Gunay li ser ‘Deklarasyona Aştiyê’ ya 1’ê Îlona bihurî jî ev tişt anî ziman: “Îlonê heta sibata niha me lingek ji Bernameya Têkoşîna Demokratîk ragihandibû. Di mehên bihurî de ji jinan heta bi ciwanan, ekolojîstan, kedkaran, her kesî li dijî şer got ‘aştî’ û li dijî desthilata zordar ‘Em bi hev re’ têkoşiyan.”
Gunay got ku li dijî bêdadiya giran ku desthilatê li hemû qadên jiyanê daniye, bi teşhîrkirina vê ji bo ku jiyana nû li hemû deveran ava bikin, bi dirûşma ‘Ji Bo Her Kesî Edalet’ kampanya dane destpêkirin.
Ji bo her kesî edalet
Gunay bal kişand ser polîtîkaya AKP-MHP’ê û wiha domand: “Li gorî vê desthilatê hemû muxalîf an terorîst an jî dijmin in. Hiqûqa dijminatiyê herî zêde li ser girtîgehan tê kirin. Tecrîda mitleq a li ser Rêzdar Ocalan îro di hemû girtîgehan hene. Îro li girtîgehan ser girtiyan tazî dikin û wiha ser wan seh dikin, bi kêfî ceza didin, înfazên girtiyan dişewitînin, cotkelepçeyê li wan didin, nahêlin ku girtî ji mafê tendiristiyê sûd werbigirin. Û îro li dijî van kirinên ne dadmend berxwedana greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 75’an de ye. Bêdadî di her deverê heye. Li vî welatî her gav her kes dikare were binçavkirin. Tam di vê rewşê de em dibêjin ‘Êdî Bes e’ û li her deverê dirûşma ‘Ji bo her kesî edalet’ dibêjin.”
Di axaftina xwe de Gunay ev tişt anî ziman: “Pêvajoya berdest pêvajoyeke giran e ku li ser dubendiyan hatiye avakirin. Îro bi lezgînî hewceyî bi lihevkirina civakî heye. Zirxê bivenevê yê vê lihevkirina civakî dad e. Şertê pêşî yê pêkanîna vê hawîrdoreke demokratîk e. Atmosfereke demokratîk û aştîgir, bi vê mirov dikare dev ji çanda pevketinê biqere. Encex wiha dada civakî dikare geş bibe. Divê em ji dadê re rê vekin. Hewldan û derdê me ew e ku em ji dadê re cih vekin. Hemû meseleya me ev e.”
Li dijî tecrîdê meş
Gunay derheqê naveroka kampanyayê de da zanîn ku ji bo deng bidin edaletê 15’ê Sibatê bi dirûşma ‘Bes e ji Tecrîdê re, Ji bo Jiyanê Edale’ li sê bajaran di salvgera komploya navneteweyî de ji bo ku tecrîd were şermezarkirin dê meşên girseyî pêk bînin û wiha got: “Ji bo ku balê bikişînin ser binpêkirina mafan a li girtîgehan li ber girtîgehan em ê protestoyan bikin, daxuyaniyan bidin, çalakiyan bikin.”
Gunay diyar kir ku bi çarçoaweya kampanyayê ji bo bi mijara hejarî û bêkariyê wê meşên herêmî yên girseyî werin kirin, li dijî polîtîkayên zayendîparêz, milîtarîst, bi dijminatiya jinan çalakiyan bikin, li dijî êrîşên li ser kurdî û polîtîkayên asîmîlasyonê çalakiyan bikin, ji bo girtiyên ku dema wan qediyayî lê nehatine berdan, ji bo yên ku mafê wan ê serbestiyan bikontrol nadin, înfazên wan hatine şewitandin, ji bo daxwazên dadê yên berxwedêrên greva birçîbûnê li meclisê çalakiyan pêk bînin û wiha domand: “Em ê bêjin bê ka çawa pergala tecrîdê ya girankirî hewl didin ku li tevahiya welêt berbelav bikin, em ê nîşan bidin polîtîkayên şer ên dijî kurd çawa ziyanê dide tevahiya welêt.”
Bernameyên berfireh
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay bal kişande ser biryara DMME’yê ya derheqê Selahattîn Demîrtaş û got ku ew ê ji bo ku biryar pêk were çalakiyên curebecur bikin.
Gunay her wiha diyar kir 8’ê Adarê, 21’ê Adarê, 1’ê Gulanê ew ê bernameyên wan ên berfireh hebin û bernameyên berfireh ên çand û hunerî wê werin organîzekirin.
Her wiha Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay serdana CPT’yê ya 15 rojan a li Tirkiyeyê bi bîr xist, ji bo ku CPT’yê serdana Îmraliyê nekiriye helwest nîşan da û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Beriya bi salekê CTP’yê raporek weşand, di vê raporê de got li vir tecrîd heye û ev bûye îşkence. CPT ji bo ku serdana Îmraliyê nekiriye ev mijara rexneyê ye, serdana girtîgeha ku îşkence lê heye ji bo me girîng e. A girîng ew e ku CPT serdana Îmraliyê bikira ji ber ku kana hemû nehiqûqiyên li Tirkiyeyê ji Îmraliyê dest pê dike. Li ser vê mijarê hin hewldanên me yên dîplomatîk çêbûn û ji niha û pê de jî em ê bidomînin.” ENQERE