Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

‘Êş Nayê Pênasekirin’

Dayikên Laçikspî ji bo grevên birçîbûnê yên girtiyan bang kirin: "Berî ku mirin çêbibe, divê deriyên Îmraliyê vebin"

Li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û dorveger li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 76’an de ne. Dayikên Laçikspî Hasret Karaman, Nariç Temel û Halîme Kahraman ku di dema çalakiya greva birçîbûnê ya di 8’ê Mijdara 2018’an de bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guvenê dest pê kiribû û 200 rojî dewam kiribû de, daketibûn kuçe û kolanên Enqereyê, ji bo çalakiyên greva birçîbûnê yên niha dîsa bang kirin.

Hasret Kahraman anî ziman ku girtî ji bo daxwazên xwe yên mafdar bedena xwe dane ber birçîbûnê û tiştên diqewimin jî wekî “bêhihûqîtiyê” pênase kir. Karaman, destnîşan kir ku ji bo bêhiqûqîtî bi dawî bibin demildest divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û got: “Îqtidar her roj behsa hiqûqê dike. Bila baş fêm bike; girtî ji bo mafên xwe yên herî demokratîk 76 roj in di grevê de ne. Wexta behsa hiqûqê bikin, pêşî divê li girtîgehan mêze bikin. Ma rayedarên îqtidarê rojekê xwarinê nexwin dikarin îdare bikin?”

 8 mirovan jiyana xwe ji dest da

Karaman bal kişand ser girîngiya hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re jî û got: “Divê bihêlin ku Birêz Ocalan hevdîtinê bi malbata xwe û parêzerên xwe re bike. Heya li Îmraliyê tecrîd hebe û heta ku girtî di greva birçîbûnê de bin, nikarim li malê xwarineke germ çêbikim. Roj heye wexta em sifreyê datînin, bêyî ku em bixwin em radikin. Wijdanê mirov qebûl nake.” Karaman, çalakiya greva birçîbûnê ya di 8’ê Mijdara 2018’an de bi pêşengiya Leyla Guvenê hatibû destpêkirin û 8 kesên li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anîbûn bibîr xist û got: “Berî ku pêvajo ber bi cihekî din ve biçe divê daxwaz bên qebûlkirin. Berî ku mirin çêbibe û tenduristiya girtiyan xirab bibe demildest divê rayedar gavina bavêjin.”

Ji bo cîhaneke xweştir

Karaman bang li aktivîstên mafên mirovan jî kir û got: “Divê em dakevin kuçeyan û daxwazên girtiyan biqîrin. Divê her kes vê yekê bike. Girtî ji bo jiyaneke hîn xweştir biafirînin têdikoşin. Tenêhiştina wan ne tiştekî wijdanî ye.”

Êş nayê pênasekirin

Nariç Temel jî destnîşan kir ku rakirina tecrîda li ser Ocalan daxwaza hemû kesên xwedîwijdan e. Temel, bilêv kir ku ditirsin pêvajoya 2018’an cardin rû bide û bal kişand ser êşên dayikan ên pênaseya wan nayê kirin. Temel got: “Ez dayik im, dilê min kezeba min dişewite. Bila êdî dilê dayikan neêşe. Demildest divê dewlet dev ji vê helwesta xwe berde. Bang li hemû mirovan dikim, ji bo grevên birçîbûnê têkevin rojeva navneteweyî divê her kes têbikoşe.”

Halîme Kahraman jî destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan li tevahiya civakê belav bûye û berî ku mirin çêbibe divê deriyên Îmraliyê bên vekirin. Kahraman got: “Kurdan tu carî li ber bêhiqûqîtiyê serî netewandiye. Wê ji niha pê de jî netewînin.”

Kahraman, destnîşan kir ku divê her kes guh li çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan bike û got: “Divê em bibin dengê girtiyan. Divê em li her derî dengê xw ebilind bikin.”

Kahraman, anî ziman ku tenê ne li dijî tecrîdê, divê heya ku Ocalan azad nebe bitêkoşin û got: “Tenê ne kurd divê ereb, tirk, dayikên gerîla, dayikên eskeran jî li dijî vê dengê xwe bilind bikin û dest bidin destê hev du. Heya ji wan bê divê van daxwazan biqîrin û bînin ziman.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar