Navenda Nûçeyan
Rojên binçavkirina 25 kurdên ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatîn binçavkirin hat dirêjkirin. Rejîma Îranê ji 8’ê Çileya 2021’an ve li Îran û Rojhilatê Kurdistanê pêngavek girt û binçavkirina xwendekar, aktîvîst, mamoste, rojnameger, hunermend û welatiyan da destpêkirin. Ev pêla girtin û binçavkirinê berdewam dike. Ji wê rojê ve nêzî 120 kes hatine binçavkirin.
Li gorî rapora Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê, piştî derbasbûna mehekê, dadgehê li ser daxwaza navendên ewlehiyê yên Îranê, rojên binçavkirina 25 kesên li bajarên Ûrmiye, Sine û Merîwanê di bin çavan de ne dirêj kir.