Navenda Nûçeyan
Artêşa tirk a dagirker bombardûmaneke giran li qada Garê ya Qadên Parastinê yên Medyayê kir û dest bi danîna hêzên xwe kir.
Artêşa tirk bi balafirên şer û helîkopterên kobra bi şev saet di 03:00 de bombardûmaneke giran li qadên Prizê, Bergarê û Siyanê yên Garê kir. Dagirkeran bi hejmareke zêde leşker li qada Siyanê danîn.
Şerê ku li vê qadê di navbera gerîla û dagirkeran de dest pê kir, dewam dike. Hêzên gerîla bersiv dan helîkopterên kobra yên Garê bombe dikirin û li ser vê yekê helîkopter ji herêmê çûn.