PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Li dijî êrîşên dagirkeriyê ciwanên Kobanê seferberî ragihand

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Kantona Kobanê li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li dijî Garê seferberî ragihand

Dewleta tirk a dagirker êrîşên li ser Kurdistanê didomîne. Piştî êrîşa li dijî Heftanînê, îro saetên şevê êrîşî herêma Garê ya başûrê Kurdistanê kir. Hêzên gerîla li dijî hewldanên dewleta tirk ên dagirkirina herêmê, bersiv da.

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Kantona Kobanê li dijî êrîşên dewleta tirk seferberî ragihand û piştrast kir ku ev êrîş tevahî kurdan dike hedef û got ku dê li dijî her êrîşê bisekinin.

Endamê Ciwanên Şoreşger Ehmed Derwêş wiha got: “Dewleta tirk a dagirker di şexsê gelê kurd ê li başûrê Kurdistanê de êrîşî tevahî Kurdistanê dike. Em wek ciwanên şoreşger ên herêma Firatê dê li dijî van êrîşan bisekinin.”

Derwêş bang li tevahî ciwanên li her çar parçeyên Kurdistanê kir ku li dijî dewleta tirk û êrîşên wê yên li dijî axa Kurdistanê, serî hildin. KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar