Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên navçeya Amûdê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser çiyayê Gareyê û silavkirina berxwedana şervanên Tevgera Azadiyê, meşeke li dar xist.
Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê, endamên saziyên civaka sivîl, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Kongreya Star tev li meşê bûn.
Di meşê de pankarta ‘Berxwedana gelê kurd dê faşîzma tirk têk bibe’, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger û wêneyên Rêber Abdulah Ocalan rakirin.
Meş li pêşiya Navenda Ciwanên Şoreşger veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Îbrahîm Esed diyar kir ku şoreşa azadiyê li ser fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan gavên dîrokî diavêje û ji ber van gavên dîrokî dewleta tirk tengav dibe. QAMIŞLO