Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik pirsên malpera Medyanewsê bersivand. Bayik çûna wezîre parastinê yê tirk a Iraqê nirxand û diyar kir ku ev serdaneke leşkerî bû û bal kişand ser vî tiştî ku armanc ji xeynî rojhilatê Kurdistanê dagirkirina hemû parçeyên Kurdistanê ye. Bayik bal kişand şerekî mezin û wiha got: “Di demeke ne dûr de dibe ku li Başûr li dijî TC û hevkarê wê PDK şerekî mezin pêk were.”
Bayik qala serdana Akar kir ku demek berê çûbû başûrê Kurdistanê û Iraqê û ev tişt anî ziman: “Wezîrê parastinê yê ku berê serokê giştî yê artêşê bû tevî heyeta MÎT’ê serdaneke wisa kirin. Wekî ku ji vê komê diyar dibe, ev serdaneke leşkerî bû. Jixwe di daxuyaniyên piştî serdanê de jî derket holê ku rojeva sereke ya heyetê tasfiyeya PKK’ê ye. Tekane rojeva hevdîtina bi rayedarên hikûmeta Iraqê û rayedarên PDK’ê tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurdan bû. Sedemên vê serdana leşkerî û ya di vê pêvajoyê de heye.
Komara Tirkiyeyê sed sal berê dema hat avakirin, li gorî çand û kevneşopiya dîrokî ya Anadolûyê nehate avakirin. Li Anadolûyê gelek çand, bawerî, ziman û etnîsîte hebûn. Divê pergala ku li Anadolûyê hatibû avakirin, li gorî vî tiştî bûya. Lê mixabin kesên Komara Tirkiyeyê ava kirin ew li gorî nasnameya ‘tirk û sunnî’ li ser bingeha netewe-dewletê ava kirin. Li ser vî esasî ermen, rûm, asûr û siryan tune kirin. Bi vî awayî gelê xirîstiyan ji Anadolûyê derxistin. Çerkez, ereb û laz ên misilman jî di nav nasnameya tirkbûnê de helandin. Anîn wê astê ku ev gel nikarin ji bo xwe tiştekî bixwazin. Kurdên êzidî jî bi gelek metodên cihê ji Kurdistanê derxistin û yên mane jî di nav îslama sunî de helandin. Bi vî awayî ji xeynî kurd û elewiyan hemû kesên cihê qir kirin û sirgun kirin. Li hemberî netewe-dewleta li ser senteza tirk – îslamê bi tenê kurd û elewî man. Ev serê sed salî ye ku li dijî kurd û elewiyan tekane polîtîkaya dewleta tirk asîmîlasyon û qirkirin e. Li her dera jiyanê siyaseta înkar û îmhayê heye.
Li hemberî van êrîşên qirkirinê berxwedana kurd û elewiyan her dem domiya. Di heman demê de kurd ji ber ku di nav netewe-dewletên Iraq, Sûriye, Îran û Tirkiyeyê hatin parçekirin, li her derê ji bo hebûnê li ber xwe dan. Li başûrê Kurdistanê ya di nav sînorên Iraqê de bi salan hin faktor hatin ba hev û statuya îro ya Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê pêk hat. Li Sûriyeyê bi pêvajoya Bihara Ereban re Şoreşa Rojava pêk hat. Bi awayê fermî nehatibe naskiri jî ji hemû gelên dinyayê re bû îlham û mirovayetiyê xwedîtî lê kir. Tişta ku ya niha tê nîqaşkirin wê di nav Sûriyeyê de statuya Rojava çi be. Li rojhilatê Kurdistanê jî sed sal in ku kurd ji bo hebûn û azadiyê têdikoşin û ev têkoşîn hê jî didome. Li bakurê Kurdistanê jî di 50 salên dawîn de bi pêşengiya PKK’ê têkoşînek heye û di heman demê de sed sal in têkoşîna hebûnê jî bênavber didome.
Ji hemû pêşketinên ji bo kurdan tirsiyan
Dewleta tirk a ku li ser senteza tirk û îslamê hatiye avakirin û helandina kurdan ji xwe re kiriye tekane polîtîka li bakurê Kurdistanê hin tişt kiribe jî bi ser neketiye û ji pêşketinên gelê kurd ên li parçeyên din jî tirsiyan. Di şerê li dijî PKK’ê de partiyên Kurdistanê ji bo naskirina statuyê xwe piştgirî dabûn Erdogan û Erdogan jî ev tişt wekî ‘şaşiya ku divê dubare nebe’ pênase kiribû. Li gorî Erdgoan dibe ku pêşketin û geşedanên li parçeyên din ji bo Bakur bibe mînak û ev tişt ji bo xwe wekî talûkeyekê dît.
Heta Şerê Cîhanê yê Yekemîn ji xeynî rojhilatê Kurdistanê ya di bin kontrola Îranê de li her sê parçeyan dema şer qediya di bin kontroa osmaniyan de bû, dewleta tirk peymanên ji bo ev der ji nav destê wê derkeve tu carî qebûl nekir. Ji xeynî rojhilatê Kurdistanê hemû parçeyên din ên Kurdistanê wekî sînorê neteweyî yê Misak-i Mîllî dît. Ji ber vê jî ji bo parçeyên din ên ketine nav sînorên Sûriye û Iraqê jî hin daxwaz kir.
Armanc ji xeynî Rojhilat dagirkirina hemû Kurdistanê ye
Hem geşedanên li derveyî Bakur wê dixe nav fikaran û hem jî ji ber ku vê derê wekî sînorên xwe yên neteweyî dibîne, şertên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ji xwe re dike firsend û dixwaze ji xeynî rojhilatê Kurdistanê her derê dagir bike. Dagirkeriya li ser Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û Rojava, planên dagirkeriya li ser başûrê Kurdistanê ya ku Şengal, Mexmûr, Mûsûl û Kerkûk jî di nav de bin, li ser vî esasî tê kirin. Ev serdan jî tê wateya vê plana ku qet venaşêrin.
Bi vî awayî wê PKK a ku li pêşiya polîtîkaya înkar û îmhayê ye dixwazin were tasfiyekirin û heta ku ji destê wan were dê başûrê Kurdistanê dagir bikin.
Heke ez werim ser pirsa we, dikarim bibêjim ku AKP, MHP û Avrasyayî dewleta tirk bi rê ve dibin. Tekane tiştê ku van tîne ba hev jî qirkirina kurdan e. Ji ber vê tu faktor nikare van hêzan bîne ba hev. Pergala serokatiyê ya ku li ser wê li hev kirine jî bi tenê ji bo karibin bi hêsanî kurdan qir bikin. Lê ji ber ku nekarîn vê armanca xwe pêk bînin, domandina vê tifaqê jî roj bi roj dijwar dibe. Li derve û hundir têra xwe teşhîr bûne, di vê tifaqa qels e, beriya ku her kes biçe ser rêya xwe, ji bo ku armanca xwe qirkirina kurdan pêk bînin, çi ji destê wan tê dikin. Ji ber vê jî di nav tifaqê de problem heye.
Bûyerên navneteweyî domadnina tifaqa faşîst dixe nav zoriyê
Ya duyemîn bûyerên li qada navneteweyî diqewimin, her ku diçe domandina vê tifaqa faşîst dixe nava zoriyan. Cîhana welatên Rojava ya ku DYE û YE’yê serkêşiya wê dike, lîberalîzma demokratîk a ji bo wê pir girîng e, di wê fikirê de ye ku li Tirkiyeyê nemaye. Welatên Rojava Tirkiye ne weke lîberal û ne jî weke demokrat dibîne. Heta rejîma qirker, faşîst nerm kir û bi xwe diyar kir ku ‘otokrasî’ ye. Yanî welatên Rojava tifaqa AKP-MHP-Ergenekonê pirsgirêka wê ya bi siyaseta derve re heye. Her ku diçe desthilata heyî ji bo Rojava weke destekarê cîhadîstên olî yên redîkal ku yek ji xeteriya herî mezin e ji bo rojavayiyan, dîsa parastina wan, dîsa ji derveyî van fikarên Rojava girtina ji Rûsyayê fûzeyên S-400 û helwesta wê ya cihê ya li rojhilatê behra Spî ya ji Rojava cudatir dide nîşandan ku her diçe ji welatên rojava qut dibe.
Erdogan ê bi Trûmp re têkiliyên şexsî pêş xistî wê bi hatina Bîden re vê fersendê ji dest bide. Piştî hatina Bîden ji ber îhtimala ku wê nêzîkatiyên welatên Rojava bi desthilata AKP-MHP-Ergenekonê re bê guhertin, kir ku TC zêdetir zend û bendan hilde. Her wiha di demekî wiha de gengijîna wî heye. Ji bo vê dixwaze lezûbez bike. Bi serdana dawî re ku carekî din plana tesfiyekirina PKK’ê û dîsa dagirkirina ji Şengalê bigire heta Mexmûr û dîsa başûrê Kurdistanê heye.
Ji bo tesfiyekirina PKK’ê rolên nû dane PDK’ê
Bayik bal kişand ser gotinên Erdogan ên ‘şevekê dibe êrîş bikin’ û wiha domand: “Erdogan berdevkê tifaqa faşîst a AKP-MHP-Ergenekonê ye. Jixwe planên wan ên dagirkeriyê ji mêj ve hene. Dixwazin di vê çarçoveyê de êrîşên dagirkeriyê yên li qadên gerîla bi taybet ên li başûrê Kurdistan berfireh û mayînde bike hene. Di vê wateyê de Erdogan tiştekî nû negotiye. Jixwe serdana li Iraqê û başûrê Kurdistanê jî li ser vî esasî ye. Tevî ku zextek mezin li ser Iraqê heye jî heta asatekê tev li vê plana TC’ê nebûye lê neketiye nava helwestekê ku vê asteng jî bike. Lê li aliyê din dewleta tirk ji bo van êrîşên xwe rewa bide nîşandan rolekî mezin a di mijara tesfiyeyê de daye PDK’ê, ev jî dide nîşandan ku rolekî mezin girtiye ser milê xwe. Bi gotinên xwe dixwazin cihên dagir kirine berfirehtir bikin. Jixwe ji vê yekê diyar e ku ger em bêjin wê di dîrokeke nêzîk de li Başûr li gel TC û PDK ya ku hevkariya wê dike, şerekî mezin rû bide wê ne şaş be.”
Dema mijar dibe kurd bêdeng in
Bayik qala têkiliyên Tirkiye ya bi YE’yê re kir û ev tişt anî ziman: “Têkiliyên di navbera DYE û YE ya ku welatên rojava temsîl dike li gel Tirkiyeyê ji bo gel dema mirov bigire dest pir bi pirsgirêk e. Ya ku herî zêde cesaretê dide pêkanînên qirker a TC’ê ya faşîst nêzîkatiyên YE û DYE’yê ye. YE û DYE’yê têkiliyên xwe yên mafê gel, demokratîk û nirxên demokratîk û hwd. li ser esasê berjewendiyên siyasî, leşkerî û aborî dikin. Ev jî tê wateya destihilata AKP-MHP’ê ya li Tirkiye faşîst li Kurdistanê jî qirkirin e, bidome. Berovajî divê mafê mirov ên gerdûnî, azadî û mafê demokratîk divê nebe qûrbanê ti berjewendiyan. Her çendî hinek deman YE’yê TC di vê mijarê de rexne kiribe û desthilata heyî weke ‘otokrasî’ pênase jî kiribe, lê ji bo derbaskirina ji vê rewşê tiştek berbiçav nekiriye.
Divê YE’yê bi qasî di nava xwe de li hember mafê mirovan bi hestyar be, divê li Kurdistanê jî heman hesasiyetê nîşan bide. Konseya Ewropayê, DMME û dîsa CPT di mijara êrîşên qirkirinê yên TC’ê ya li ser kurdan de kêm maye û heta biryarên wê bi cih neaniye. Li dijî TC a ku van biryaran pêk naîne, tu pêkanînekê nake. Heta di gelek mijaran de TC’ê rexne jî dike lê dema mijar dibe kurd û hebûna wê bi esasî TC’ê destek dike. Ji ber vê yekê hevdîtina wezîrê karê derve yê tirk li gel wezîrê karê derve yê Almanyayê di serî de ji bo kurdan, dîsa hemû beşên demokratîk guman û bifikar in.”
Li dijî polîtîkayên qirqer piştevanî divê
Bayik bal kişand ser desteka raya giştî ya demokratîk û ev nirxandin kir: “Ji nêzîkatiyên dewleta zêdetir ji bo me nêzîkatiyên gelên li Ewropa û li DYE’yê dijîn û raya giştî esas e. Helwestên raya giştî ya van welatan di astekî diyar de bandorê li polîtîka û helwestên dewletan dike. Ji bo wê zêdetir desteka raya giştî ya demokratîk, gelan ji bo me girîng e. Têkiliyên gelan û beşên demokratîk dizanin ku têkiliyên stratejîk in. Li gorî wê nêzîk dibin.”
Her wiha Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev hişmendiya qirker-faşîst ne reform, ne jî destûreke bingehîn amade dike. Desthilatekî ku ji derveyî xwe her kesê ‘terorîst’ û dijmin dibîne tesfiye dike, civakê parçe dike, cihê dike li Tirkiye ji derveyî rondik, êş û zilmê ma wê çi bide. Ji bo wê divê guherînek pêk were. Lê divê ya bê guherîn desthilata faşîst a di serî de ji bo Kurdan û Tirkiye dîsa hemû gelan bûye xeterî be. Divê ev desthilata faşîst-qirker biçe. Tiştek eger ji bo Tirkiye û Kurdistanê bikin divê destekê nedin pêkanîna vê desthilata faşîst-qirker, çûyîna wê bilezîne. Destek bê dayîna têkoşîna hebûnê ya li Kurdistan û demokrasiya li Tirkiyeyê, ji bo çûna vê desthilata qirker û faşîst, piştevaniya pêwîst bikin.” BEHDÎNAN