Navenda Nûçeyan
Endamê Lijneya Asayîş û Paristinê ya Parlamentoya Iraqê Katih Rîkabî têkildarî êrişên dewleta tirk ên li xaka başûrê Kurdistanê axivî.
Endamê Lijneya Asayîş û Paristinê ya Parlamentoya Iraqê Katih Rîkabî diyar kir ku hikûmet li goşeyekê ye, heta niha bersiva van êrişan dewleta tirk ên li ser serweriya neteweyî nedaye.
Katih Rîkabî got ku heta hikûmetê nekariye li dadgehên navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî (NY) û welatên ereb giliyê Tirkiyeyê bike ku di êrişên dewleta tirk de welatiyên sivîl tên kuştin û yên din jî koçber dibin.
Endamê Lijneya Asayîş û Paristinê ya Parlamentoya Iraqê Katih Rîkabî diyar kir ku destwerdana dewleta tirk dibe rojane û got;”Baregehên Tirkiyeyê yên li Iraqê mezin û berfirehin û di her saetê de Enqere dikare li dijî Iraqê bi kar bîne. Hêzên Tirkiyeyê di warê bikaranîna balafir, topxane û derketina ji baregehên xwe yên di nava xaka Iraqê de pêşkeft çêkiriye. ”