Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pepûk

Pepûk pepûk

Kî kuşt

Min kuşt

Kî şûşt

Min şûşt

Kî veşart

Min veşart…

Kengî ku serê biharê dema kerenga tê, di daristanan de bi dilekî şewat ev deng bilind dibe. Pepûk diçe serê darekê û van gotinan bi dehan caran dubare dike. Çend caran min bi xwe lê guhdar kiriye û her carê ev deng di guhê min de ol didan. Mezinên me her tim çîroka çuka pepûkê digotin. Lewma dema me dengê pepûkê dibihîst bi dengê wê re me jî ev gotin digotin. Çîroka pûpûkê çîrokeke dilşewat a kurdan e. Pepûk jî di nav kurdan de hem peyveke ku bêçarebûnê tîne ziman û hem jî keser û kulan îfade dike.

Dibêjin ku li gundekî zilamek hebû. Ligel ku vî zilamî çend zewac kiribûn jî lê ji bîlî keçan zarokên wî yê kur çênedibûn. Rojekê dîsa zarokek jê re çêdibe û ev zarok dibe kur. Kêfa zilam pir tê. Kurê xwe bi delalî li gorî dilê xwe mezin dike. Rojekê kurik û xwişka xwe bi hev re diçin ku kerengan kom bikin. Kereng di nav kurdan de giyayekî navdar e. Serê biharan çêdibe. Gel diçe kom dike û dipijîne. Xwarina wê jî xweş e. Lewma dema dibe serê biharê hema bêje li hemû deverên Kurdistanê mirov diçin kerengan kom dikin. Di rojeke wisa de xwişk û bira kîsê (çuval) xwe digirin û diçin kerengan kom bikin. Her du bi hev re gelek kerengan kom dikin. Dema kîsê xwe tije dikin dikevin rê ku vegerin malê. Kîsê kerengan li milê kurik ber bi malê ve dimeşin. Di nîvê rê de xwişka wî dinêre ku kîs hema bêje vala ye. Ji birayê xwe dipirse, dibêje : “ka kereng.” Kurik jî dibêje ez nizanim. Xwişka wî dibêje “te kereng xwarine.” Lê kurik bi israr dibêje “ Min nexwariye” li ser vê nîqaşê keçik dibêje: “naxwe ez ê li zikê te binêrim. Wê demê dê diyar bibe ka te xwariye yan na.” Keçik ûrê birayê xwe diqelêşe. Dinêre ku di ûrê wî de tiştek tune ye. Poşman dibe ku wisa kiriye lê tiştekî ku paş ve bizîvirîne tune ye. Ji ber ku ûrê birayê xwe qelaştiye birayê wê dimire. Gelek xemgîn dibe. Nizane wê çi bike. Bi ser halê xwe de dinêre ku di binê kîs de qulek heye. Kîs qetiyaye û kereng jî di wir re rijiyane. Keçik tê digihije ku neheqiyeke mezin li birayê xwe kiriye. Ji ber ku birayê wê yekane kurê malbatê ye edî dizane ku piştî vê bûyerê nikare here malê jî. Li ser cenazeyê birayê xwe dilorîne. Di navberekê de dibîne ku qijikek tiştekî dixe binê erdê. Hingî tê bîra wê ku birayê xwe veşêre. Piştî ku birayê xwe vedişêre ji xwedê dixwaze ku wê bike çukek. Berî ku bibe çûk, li ser birayê xwe van gotinan dibêje: pepûk pepûk, kî kuşt min kuşt, kî şûşt min şûşt, kî veşart min veşart… piştî van gotinan keçik dibe çûkek û difire. Di serê her biharê de pepûk van gotinan li her derê distrê.  Pepûk êdî dibe sembol şîn girtin û xemgîniyê. Dayikên me jî dema ku xeletiyeke mezin dikin her tim dibêjin “ wey li min pepûkê, li min rebenê”

Çîroka pepûkê her tim di nav civakê de dihat gotin. Bêguman gelek kesan jî bihistiye. Lê mebesta min a gotina vê çîrokê  ew e ku aliyekê wê yê rastiyê heye. Ev rastî jî ew e ku pepûk kujerê xwişk û birayê xwe ye.

Rojekê min di derbarê pepûkê de nivîsek xwend. Di wir de digot ku “pepûk tu carî hêlînan çênakin. Pepûk diçe hêkên xwe di hêlînê çûkên ji xwe biçûktir de dike. Hêkên xwe dişibîne hêkên çûkên ku di hêlîna wan de hêk dike. Piştî hêk dike dev jê berdide. Dema ku çêlîkên pepûkê çêdibin ji bo dayika wan tenê li wan binêre hem hêkên di hêlînê de û hem jî çêlîkên din ji hêlînê diavêjin. Bi gelemperî pepûk tenê hêkekê dikin lewma di hêlînê de tenê çêlîka pepûkê dimîne. Çêlîka pepûkê ji bo çûka din baş lê binêrin xwişk û birayên xwe ji hêlînê diavêje. Ew çêlîk a di cih de dimirin an jî bi mirinê re rûbirû dimînin.” Dema min ev nivîs xwend bi rastî ez matmayî mam. Min jî ev rewş ji bavê xwe re got. Ew jî şaş ma. Got ku heya niha ew qet li rastî hêlînên pepûkan nehatiye. Bavê min çi hêlîn dîtibûna dizanibû ya kîjan çûkî ye. Lê ew qet rastî hêlîna pepûkan nehatibû. Diyar bû ku pepûk hêlînan çênakin. Hêkên xwe di hêlînên din de dikin. Min got ma pepûk her tim xuya dikin. Got ku dema hewa sar dibe êdî ew qet xuya nakin. Ango meseleya ku digotin pepûk kujerê xwişk û birayê xwe ye rast bû. Ew dengê dilşewat jî îfadeya sûcdariya wê ye.

Ên ku yekemîn ev çîrok anîne ziman îxtîmaleke mezin ev rastî dizanibûn. Di cihê ku vê rastiyê rasterast bêjin de ew kirin wekî çîrok da ku pepûk qet neyê jibîrkirin. Lê mixabin em jî tenê wekî çîrok digirin dest. Ev çîrok di heman demê de ji bo em di derbarê bûyer û kesan de nebin xwedî pêşdaraz mînakeke pir balkêş e. Xeletiyek dibe sedema bobelatekê(felaket) û heta heta di stûyê mirov de dimîne.

Çîroka pepûkê jî nîşanî me dide ku her çîrokek di nav xwe de heqîqetekê û rastiyekê dihebîne. Êdî şîrovekirin û watedayîn jî bîla paya xwendevanan be…

Nûçeyên Têkildar