Navenda Nûçeyan |
Ev 2 roj in artêşa dewlea tirk a dagirker planeke nû ya dagirkeriyê dijî herêma Garê ya ser bi Parêzgeha Dihokê daye destpêkirin. Li herêmê şereke dijwar di navbera gerîlayên HPG’ê û leşkerên tirk de rû dide. Wezareta Parastinê ya Tirkiye û daîreya şerê taybet bi pêkanîna şerê taybet û psîkolojîk, veşartina windahiyên xwe hewl dide binkeftina xwe veşêre.
Tevî şereke dijwar li herêma Garê ku ji sînorê Tirkiyeyê dûre rû dide û Tirkiye ji nava xaka Başûr, hewayî û bejahî êrîşê gerîla dike, ragihandina alîgir û desthilatê ya Başûr ji nedîtîve tê.
Beşeke zêde ya van ragihandinên alîgir ku beşek ji wan îdîa dikin mûxalif in, daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê dîtin, lê daxuyaniya Fermandariya Hêzên Parastinê ya Gel (HPG) ji nedîtîve hatin.
Hinek dezgehên ragihandinê jî di bin navê bêalîbûnê de, bi heman mesafeyê nêzî Tirkiye û Tevgera Azadî ya Kurdistanê dibin.
Ji derveyî şopandina şer û berxwedana li Garê û dayîna nûçeyan, bi tu awayî cih ji nêrîna rewşebîran, aliyên siyasî û hwd. di ragihaninê de nadin û bi rojevên sûnî hewl didin gel mijûl bikin.
Li başûrê Kurdistanê dema daxuyaniyeke ji rêzê ya derbarê mijarekî de tê dayîn, bi dehan dezgehên ragihandinê amade dibin û dikin manşet. Lê mijareke girêdayî çarenûsa neteweyî û statûya kurdan û Başûr dibe rojev û gel dadikevin kolanan ji derveyî ragihandina azad û çend malperên herêmî tu dezgeheke din a ragihandinê ya desthilatê yan jî îdîa dikin ku mûxalif in amade nebûn û van nerazîbûnên gel ji nedîtîve hatin.
Ragihandina PDK’ê ku timî rewatî bi êrîşên Tirkiyeyê dide, di van rojan de bêdengiyê hilbijartiye û hewl dide bi vê bêdengiyê rola PDK’ê ya di dagirkeriya tirk de veşêre û nerazîbûnên gel ên dijî PDK’ê nerm bike.