Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Salı - 1 Ekim 2024

Komalên Ciwan: Dê hesab ji komplogran bê pirsîn

Koordînasyona Komalên Ciwan bi wesîleya salvegera komploya 15'ê Sibatê daxuyaniyek da û li dijî êrîşên dagirkeriyê ya li ser Garê bang li ciwanan kir ku li her derê bi ser faşîzma dewleta tirk ve biçin

Navenda Nûçeyan |

Koordînasyona Komalên Ciwan bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê daxuyaniyeke nivîskî weşand, hêzên komploger bi hêrseke mezin şermezar kir û ragihand ku dê hesab ji komplogeran bipirse.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beriya her kesî rêberê ciwanan e û wiha hat gotin: “Di têkoşîna 22 salan de ku bi çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ di sala 1999’an de dest pê kir, rola pêşengiyê ya ciwanên Kurdistanê diyarker bû. Di sala 23’an a komployê de êrîşa dagirkeriyê ya dewleta tirk a bi serkêşiya PDK a xayîn-noker a li ser Garê, her wiha tecrîda li ser Rêber Apo wezîfe û berpirsyariya ciwanên Kurdistanê zêde kiriye. Ciwanên Kurdistanê li her cihî û li her derê bûne milîtan û fedayiyên azadiyê yên Rêber Apo û ji niha û pê ve jî ev rastî dê tu carî neyê guhertin.”

Koordînasyona Komalên Ciwan diyar kir ku lehengên Rêberê Gelê Kurd dê ji her demê bêhtir vê demê bi rola xwe rabin, berpirsyariya xwe nîşan bidin û nîşanî dost û dijminan bidin ku dikarin çi bikin.

Di daxuyaniyê de biryardariya ciwanan a ji bo parçekirina sîstema tecrîd û îşkenceyê ya li Îmraliyê hat destnîşankirin û daxuyanî wiha hat bidawîkirin: “Bi navê fedayiyên Rêber Apo, heta ku Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve azad bibe, em ê bi ruhê pêngavê timî pêşengiyê bikin. Bila komploger hemû zanibin, heta ku ciwanên fedayî yên Apoyî hebin wê erdnîgariya Kurdistanê ji dagirker û faşîstan re bibe goristan. Heta ku komplogeran, kontrayan û xayînan bi siya wan ji Kurdistanê derxînin, em ê bênavber têkoşîna xwe dewam bikin. Li ser vê bingehê di serî de ciwanên bakurê Kurdistanê em bang li tevahiya ciwanên Kurdistanê dikin ku bi dirûşma ‘Em ê cîhana bêyî Rêbertî bi serê we ve bînin xwarê’ rabin ser pêyan, li dijî êrîşa dagirkeriyê ya li ser Garê, li her derê bi ser faşîzma dewleta tirk ve biçin, bi ruhê ciwanên Apoyî kolanan li dijmin tengav bikin û tev li pêngava pêkanîna serketinê bibin. Em dibêjin ‘dem dema azadiyê ye’.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar