Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Erdogan projeya herî mezin e

Erdogan ev çendek e behsa reform û guherîna destûra bingehîn dike. Ez jî tê de hin nivîskar û siyasetmedar, vê yekê wekî lawaziya Erdogan didin nîşandan. Bêgûman, para bandora lawaziya siyaseta Erdogan di van galegalan de heye. Lê ev tespît tena serê xwe têr nake. Heta lawazbûna wî li ser van galegalan bandora herî kêm e. Hin aliyên balkeş a vê siyasetê hene, divê li ser were niqaşkirin.

Dewleta tirk di destpêka belavbûna osmanî de xwe spart gelên din ên misilman. Bi vî awayî gelên ne misilman hatin qirkirin, di ser de jî dewletek nû hate avakirin. Heta îlankirina komarê li hember gelên misilman siyaseta tirkayetî bi rêve nebirin. Lê piştî ku dewleta xwe li Lozanê dan tescîlkirin, berê xwe dan bermayiyên gelên din. Derdê wan ê mezin ew bû ku hemûyan bikin tirk.

Destûra bingehîn a sala 1924’an, haleta destpêkê ya vê siyasetê bû.

Kurd dij derketin, qebûl nekirin. Serî hildan lê mixabin têk çûn. Sala 1938’a, tescîla têkçûyînê ye. Lê piştî şoreşa başûrê Kurdistanê, bandorek nû derket holê û pêwîstî bi destûreke nû dîtin. Heman dem, li cîhanê jî pêşketinek mezin a çepgir û sosyalîstan hebû. Îtîraza cîhanê mezin dibû.

Destûra bingehîn a sala 1961’a di van şertan de hat nivîsîn. Di vê destûrê de rêvebirina dewletê bi gorî berjewendiyên nû hate nûjenkirin lê kurd di nav vê destûrê de dîsa tunebûn.

Piştî 1960’a kurd axa miriyê ji ser xwe avêtin û carek din derketin holê. Belê, tevgerên kurd ne girseyî bûn lê dijberiya wan xurt bû.

Darbeya leşkerî la sala 1971 û guherîna destûr, dîsa li hember îradeya kurdan çêbû. Kurd, dîsa îtîrazên xwe kirin û ev car zêdetir ji ser çepgiriyê, sosyalîstiyê derketin holê. Bi têkoşîneke ber bi çav, dewletê careke din asteng kirin. Darbeya leşkerî ya 12’ê îlonê û destûra bingehîn ya sala 1982’a berhemên xwînavî ya van salan e.

15’ê tîrmeha 1984’an, rewşek din derxist holê. Kurd, piştî 1938’an carekî din dest bi şerê çekdarî kirin. Şerê çekdarî bandora xwe li hemû gelan kir. Lê dewlet jî xwe li ser red û înkara ku di destûra bingehîn a 1982’an cih digirt, jidand. Axir destûr piço piço hat guherandin, lê di rastiya xwe de destûra wan têk çibû. Axirîn darbeya mezin jî di sala 2015’a de hat lêdan. Ji alîkî ve şerê çekdarî, ji alîkî ve siyaseta xurt a qada aşkera, siyaseta dewletê têk bir û destûra wan pûç kir. Kurd careke din bûn kîlîda dewletê.

Şerê ku Erdogan sala 2015’a de da destpêkirin, sedemek jî ev e. Kurd zor dabûn dewletê, ew jî plana çokdanînê amadekiribûn, dixwestin kurdan tune bikin.

Divê em rastî bizanibin, di serî de CHP hemû aliyên dewletparêz, piştgiriya plana çokdanînê kirin. Her wiha hêzên navdewletî jî ji bo berjewendiyên xwe herî kêm dijberiya rayedariya dewleta tirk nekirin.

Çend salên dûmahî jî derxist holê ku plana wan carekî din bi serneketiye. Lê ya rast ew e gelek destkeftiyên kurdan jî çolkirine. Niha wisa hesab dikin ku ew ê bi destûreke nû bikaribin kurdan careke din li derveyî statûyê bihêlin. Ne wiha be, ango rewşeke nîvdemokrasî jî hebe, destûreke bê statû çênabe. Niha wisa difikirin ku ew ê bêpirsgirek bikaribin destûrek çêbikin. Banga Erdogan jî vê yekê aşkere dike.

Wisa xuya dike ku ji bilî HDP’ê partiyên din ên li parlamentoya tirkan, dê Erdogan bêbersiv nehêlin. Her wiha dikarin bêyî ku 4 xalên ewil biguherînin, biryara destûrek nû jî bigirin. Ew ê hinek xalên qaşo demokratîk jî tê de cih bikin. Lê teqez ji bo ku kurd careke din di siyaseta Tirkiyeyê de rola kilîd negirin destê xwe, ew ê hinek xalên astengdar jî binivîsînin. Ev yek dê bi dilê CHP, Îyî Partî û yên wekî wan be jî. Dibe ku hin kurdên berjewendîparêz jî di nav koma wan de hebin. Lê kurdên mafparêz ew ê li derveyî vî karî bihêlin.

Ji axaftinên roja çarşemê ya Erdogan ev derdikeve holê. Ew ê destûreke nû çêbikin, lê bêyî ku kurd tê de hebe.

Plan ev e, lê çi bikin jî nikarin serbikevin. Ji ber ku ji bin piran gelek av derbas bûn. Rast e, dibe ku di kurdan de lawazî hebe, hin destkeftiyê wan were xespkirin jî, ya esasî ew e ku têk neçûn. Ango kurd li ser pêyan ne û li ber xwe didin.

Lê bi vê yekê tiştek din derket holê, Erdogan projeya herî mezin a vê dewletê ye. Wî baş bikarbînin. Dema karê wan bi wî biqede, ew ê çi li wî bikin, em ê bi hev re bibînin.

Nûçeyên Têkildar