Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Qamişlo pêşengeha 15’ê Sibatê

Bi hatina 15'ê Sibatê, roja komploya navneteweyî ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Tevgera Jinên Ciwan û Ciwanên Şoreşger, pêşengehek li bajarê Qamişloyê li dar xistin

Tevgera Jinên Ciwan û Ciwanên Şoreşger a bajarê Qamişloyê bi hatina komploya navneteweyî ya 15’ê sibatê, li Parka Avesta ya bajarê Qamişloyê pêşengehek li dar xist. Her wiha kesên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtine û şêniyên Qamişloyê tevlî pêşengehê bûn. Di pêşengehê de pirtûk û wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi destan hatibûn xêzkirin hatin pêşkêşkirin.

Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê, jinên bi navê Zînê Aslan û Rebîa Zilfo ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtine axivîn û qala kêliyên ku bi wî re jiyane parve kirin: “Dema em diçûn gel Rêber Apo em bi kêlecaneke mezin me berê xwe dida gel wî. Her ku em diçûn gel Rêber Apo, ji me re qala jinên azad dê çawa bin, rol û mîsyona wan di nava civakê de çawa ye dinirxand. Her dem behsa êrîşên dijmin ên li ser jinan û jin dê çawa xwe biparêze dikir. Di wê demê de me soz da ku em li ser xeta azadiyê bimeşin û ji bo doza jin herdem di nava têkoşînê de bin.”

Piştî axaftinan sînevîzyonek li ser jiyana Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pêşkêşkirin. Hêjayê bi bîr xistinêye ku dê pêşengeh du rojî dom bike. QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar