Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

KNK: Em têkoşîna ji bo azadiya Birêz Ocalan mezintir bikin

KNK'ê bang li kurdistaniyan kir ku bi xurtî beşdarî protestoyên komploya 15'ê Sibatê bibin û helwesta xwe ya têkoşeriya doza Kurdistanê nîşanî yar û neyaran bidin

Navenda Nûçeyan |

Konseya Rêveber a KNK’ê bi boneya komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya 22’an daxuyaniyeke nivîskî da.

Di destpêka daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 15’ê Sibata 1999’an de bêdadiyeke mezin pêk hatiye û wiha hat gotin: “Li milekê mezinekî xelkê Kurdistanê û serokê PKK’ê Birêz Abdullah Ocalan, li milê din dewleta dagirker Tirkiye û dewletên tifaqdar ên wê li dinyayê. Birêz Ocalan doza azadiya xelkê xwe dike, têkoşîna rizgariya welatê xwe dide. Dijmin û tifaqdarên wê yên dinyayê lê hatin xezebê û xwestin dinyayê lê teng bikin, bêhnê lê biçikênin. Ne wijdan, ne insaf, ne mafên mirovî, ne huqûq, ne dad û dadyarî û ne jî exlaq hate bîra wan û biryar dan ku mezinekî kurd ku ji bo wijdan, hiqûq, dad û dadyariyê, bo aştî, wekhevî, azadî û hemû bihayên mirovî xebat û têkoşînê dide bêdeng bikin, jiyanê lê heram bikin. Tifaqdarên dewleta Tirkiyeyê yên dinyayê, ji Amerîkayê bigirin heta gelek dewletên Yekitiya Ewropayê, Yewnanistan û heta Rûsya û Israîl, Misir û Kenya jî pê re, di xeta neheqî û bêdadiyê de bûne rêz û ji bo berjewendiyên xwe, temamî normên mirovî û exlaqî binpê kirin û bi leyiz, entrîka û dek û dolabên neyarane Birêz Ocalan li Kenyayê ku li ser bextê welatekî endamê Yekitiya Ewropayê, Yewnanistanê bû, bi hîlebaziyeke nedîtî û gelek bêbextane teslîmî dewleta Tirkiyeyê kirin.”

Komploger negihiştin xwezî û daxwazên xwe

Konseya Rêveber a KNK’ê da zanîn ku pêvajoya komployê bi zelalî nîşan da ku ev navendên bêdadiyê negihîştine armanca xwe û xwezî û daxwazên hêvî dikirin bi dest nexistine û wiha domand: “Li hêviyê bûn PKK ku pêşengiya bizava neteweyî ya Kurdistanê dike têk biçe, belav bibe, an jî qet nebe gelek lawaz bibe. Di midehê van 22 salan da çi hêvî dikirin tam bereks encam derkete meydanê. Ne Birêz Ocalan têkoşîna xwe hêla, ne jî xelkê Kurdistanê dest ji doza xwe berdan. Bersiva xelkê kurd her di wê sala komploya 15’ê Sibata 1999’ê de jî gelek xurt bû.

Ew roj yek û îro du, dijmin û hevalbendên wan şîkestin lê têkoşîna Ocalan û ya xelkê kurd serket. Van 22 salan ew rûreş kirin lê Ocalan û xelkê kurd rûspî kirin. Di 22 salan de heqiyê, dad û dadyariyê zora neheqî û bêdadiyê bir û di encamê de Ocalan, PKK û pêkve xelkê kurd têkoşîna xwe anî merheleyeke bilindtir ku îro ji hemî deman xurttir e.”

Hewldanan dagirkirina axa Kurdistanê

KNK’ê bal kişand ser êrîşên dema dawî yên dewleta tirk ên li ser destketiyên gelê Kurdistanê û wiha pêde çû: “Dest datîne ser şaredariyan, parlamenter, şaredar û di hemî astan de siyasetmedaran digirin. Bi vî rengî dixwaze gelê Kurdistanê bitirsîne, berxwedan û vîna gelê Kurdistanê bişkîne.

Dewleta tirk ne tenê li bakurê Kurdistanê her wiha li başûr, rojava û rojhilatê Kurdistanê jî dijminatiya kurdan dike. Di warê navneteweyî de hewl dide ku kurd neyên naskirin, li ser erdê jî dijminên kurdan destek dike. Di pêvajoya referandûmê ya başûrê Kurdistanê de, bi Îran û Iraqê re ket nava tifaqê û bi aşkera dijmintiya gelê Kurdistanê kir. Sê sal pêş niha bi awayekî hovane êrîşî herêma Efrînê kir. Salekî pêş niha jî, êrîşê Serêkaniyê û Girê Spî kir. Dewleta tirk niha jî dixwazi herêmên din ên Rojava dagir bike. Di vî warî de her roj di nava hewldanan de ye.

Dewleta tirk ev e midehê salekî zêdetir e êrîşên mezin li ser qada başûrê Kurdistanê dike. Tam jî di salvegera komployê de êrîşeke mezin birin li ser devera Garê. Ev jî ji bo me peyameke ku berdewamiya komployê ye. Komploya di kesayetiya Birêz Ocalan de li Şamê destpêkirîn, dixwazin bi êrîşa qadên Başûr de bigihînin encamê. Li devera Garê, niha şereke dijwar heye. Hêzên gerîla bi qehremaniyek mezin li ber xwe didin û derbeyên giran li dijminan didin. Destek û piştgirtina vê berxwedanê wezîfeya yekem e. Dewleta tirk dijminê serke ye, divê hemû hêzên kurdistanî li hember dewleta tirk rawestin.”

Banga tevlibûna kampanyayên ji bo azadiya Ocalan

Konseya Rêveber a KNK’ê bi bîr xist ku 22 sal di ser komploya 15’ê Sibatê re derbas bûne û niha Ocalan dîlgirtî ye, di nava tecrîdeke giran de ye û wiha dewam kir: “Niha dostên gelê kurd, di asta navneteweyî de bi navê ‘Dem Dema Azadiyêye’ kampanyayek mezin jibo azadiya Birêz Ocalan dane despêkirin û bi berfirehî dimeşînin. Em weke KNK jî kampanyaya azadiya Birêz Ocalan destek dikin û bang li gel û hemû hêzên kurdistanî dikin ku ew jî piştgirî bidin vê kampanyayê.

Gelê Kurdistanê, bi tecrubeya salan qîmetê pêşeng û mezinên xwe yên têkoşîn û bedelên giran dayî dizanin, rêz û hezkirina xwe ya digel rêber û rêvebirên xwe herdaîm nîşan didin, li dora partî û hemû organîzasyonên xwe yên ku doza Kurdistanê bi serbilindî didomînin kom dibin û di çarçoveya yekitiya neteweyî û welatî de têkoşîna azadî û rizgariyê bilind dikin û ev pozisyona berxwedanê wê heta serketina mezin dewam bike.”

Tevlibûna çalakiyên 15’ê Sibatê

Her wiha daxuyaniya KNK’ê wiha bi dawî bû: “KNK di salvegera komploya 15’ê Sibatê de careke din bang li hemû kurdistaniyan dike ku li welat û li her cihên lê, hawar û gaziya xwe ya têkoşîna ji bo azadiya Birêz Ocalan û rizgariya Kurdistanê, yekitiya xwe û tifaqa digel yar û hevalbendên kurdan mezintir û saxlemtir bikin, neyaran û hevalbendên wan şermezar bikin. KNK her wiha bang li hemû kurdistaniyan jî dike ku beşdarî protestoyên komploya 15’ê Sibatê bibin û helwesta xwe ya têkoşeriya doza Kurdistanê nîşanî yar û neyaran bidin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar