Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

NPG: Dewleta tirk a dagirker ji bo kuştina êsîran êrîş kir

NPG'ê ragihand ku dewleta tirk ji bo leşkerên êsîr bikuje ji hewa û bejahî ve êrîş kir û wiha got: “Êrîşa li ser kampa êsîran bi tu awayî ne ji bo xilaskirina wan bû lê belê ji bo kuştina wan bû."

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina (NPG) li ser leşkerên esîr daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya NPG’ê wiha ye:

“Operasyona dagirkeriyê ya dewleta tirk a qirker mêtinger a li ser qada Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê ku 10’ê Sibatê dest pê kir, sibeha 14’ê Sibatê têk çû û neçar ma xwe vekişînin. Li dijî vê hewldana namerdane ya dijmin ku dixwest bi rengekî mayinde li Garê bi cih bibe, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi rengekî dîrokî li ber xwe dan û bersiva tund dan.

Li dijî kampa ku êrîşa dagirkeriyê lê hate kirin û esîrên şer ên hêzên ewlekariyê yên tirk lê bûn, êrîşeke bi xwînxwarî hate kirin. Ev kamp sibeha 10’ê Sibatê saet 05:00 destpêkê ji hewayî ve bi rengekî giran hate bombekirin, piştre jî ji bejahî ve bi her cûre teknîka şer êrîş lê hate kirin. Hêzên me yên li vê kampê, ji bo xwe û esîran biparêzin, di bin bombardûmaneke giran de bersiva pêwîst dan dagirkerên dixwestin bikevin kampê û derbên giran li wan dan. Artêşa tirk a dagirker ku derb xwar û neçar ma bi gavekê xwe vekişîne, tevî ku zanîbû li vê kampê esîr hebûn, bi balafirên şer careke din bombardûmaneke giran lê kirin. Bombardûmana giran a ku sê rojan dewam kir, şerê giran ê li derve û hundirê kampê, bû sedem ku beşek ji personelên MÎT’ê, leşker û polîsên dîlgirtî jiyana xwe ji dest bidin. Tevî ku mirovekî ji rêzê yên xwedî agahiyên leşkerî jî zane, bi êrîşeke bi vî rengî ya li ser kampê kes ji wê derê sax nafilite, êrîşa li ser vê kampê bi tu awayî ne ji bo rizgarkirina dîlgirtiyan bû, bi temamî ji bo kuştina wan bû. Yekane berpirsyarê kuştina van mirovan, Hûlûsî Akar e ku biryara vê êrîşê da û tu hesta mirovî pê re nîne.

Niha jî ji bo vê êrîşa li derveyî mirovahiyê, vê êrîşa kirêt û têkçûna xwe ya giran binixumînin, bi endîşe derewan dikin û rastiyê berevajî dikin. Lê belê çi dikin bila bikin wê nikaribin rastiyê binixumînin. Ji aliyê raya giştî ve baş tê zanîn ku heta niha me tu zirar nedan esîrên di destê xwe de. Ligel bombardûmana giran a bi salan li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hate kirin û li gel êrîşên giran ên artêşa tirk a dagirker jî me bi hesasiyeteke mezin esîrên di destê xwe de parastin. Ev yek jî nîşaneya herî mezin a vê rastiyê ye.

Dema ku êrîşa dagirkeriyê dest pê kir, me daxuyaniyek dan raya giştî û ragihand ku kampa esîrên di destê me de lê ne bi rengekî giran tê bombekirin û êrîşên giran li ser heye. Tevî ku malbatên esîran bang li dewleta tirk kir ku dest ji vê hewldana êrîşê ya metirsîdar berde jî, êrîş bi israr hate dewamkirin. Lê belê dewleta tirk a faşîst a ji mirovahiyê bêpar, bêwijdan û kujerê mirovên xwe, rûyê xwe yê rast careke din raxist pêş çavan. Xwediyên zîhniyeta faşîst a li derveyî mirovahiyê, wê li pêşiya dîrokê teqez hesab bide gelên Tirkiyeyê.

Aşkera ye ku êrîşa dagirkeriyê ya 10’ê Sibatê dest pê kir û heta 14’ê Sibatê li Garê dewam kir, berxwedana mezin a li dijî vê hate nîşandan encamên girîng bi xwe re aniye. Detayên şerê qewimî û bîlançoya dawî ya ji bo herdu aliyan, di dema nêz de wê bê zelalkirin û ji aliyê me ve bi raya giştî re bê parvekirin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar