Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

‘Xeta gerîla ya fedayî dê komployê teqez têk bibe’

Fermandariya NPG'ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Di sala 23'an a komployê de, em ê xeta Şerê Gel ê Şoreşgerî bi rengekî hîn şareza bi cih bînin û ji bo komployê bi temamî têk bibin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin, em ê erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.”

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) têkildarî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku xeta gerîla ya fedayî dê komployê teqez têk bibe.

Daxuyaniya NPG’ê wiha ye:

“Em komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê di salvgera 22’an de bi tundî şermezar dikin ku di şexsê Rêber Apo de li dijî îrade, nasname û azadiya me hat kirin, ku Rêber Apo gelê kurd ji bin zexta qirkirinê rizgar kir û hiş û ruhê azadiyê da, veguherand gelê serhildanê û bû navê hêvî û azadiyê. Di şexsê şehîdên xwe yên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ de yên ku li dijî komploya navneteweyî bedena xwe kirin sîper û li dora Rêberê me bûn xelek, şehîdên me yên leheng ên ku di nava 22 salên bêeman ên têkoşînê de destan afirandin, bi rêz û minet bi bîr tînin.

Ji komkujiya ku di 15’ê Sibata 1925’an li dijî Şêx Seîdan hate kirin heta bi komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an li dijî Rêber Apo hate kirin, gelê kurd sed salan di bin siya kêra qirkirinê de ma. Lê belê komploya navnetewqeyî ya 15’ê Sibatê hem ji aliyê dorfirehî, hem ji aliyê armanc û hezên ku tev li bûn ve, êrîşeke tunekirina gelê kurd bû ku komkujî, zilm û kiryarên qirkirinê yên beriya niha li pey xwe hişt. Ji ber vê yekê gelê kurd û dostên wan 15’ê Sibatê weke ‘Roja Reş’ di hiş û mejiyê xwe de kola û tu carî qebûl nekir.

Rêber Apo armanca hêzên hegemon ên navneteweyî û netewe-dewletên mêtinger a ji komploya navneteweyî, bi pêşdîtina xwe zû tespît kir. Rêberê me bi sebreke mezin, bi berxwedana bêhempa ya li Îmraliyê, bi têkoşîna li ser xeta lehengiyê ya tevgera me û gelê me, ev komplo hate pûçkirin. Komplo ne tenê hate pûçkirin, her wiha Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bi têkoşîna xwe ya 22 salan xwe ji her alî ve mezin kir, gelê me destketiyên mezin bi dest xist, hêzên komploger yek bi yek têk çûn û tevgera Apoyî bandor li tevahiya gelên azadîxwaz ên li cîhanê kir. Şerê me yê Gel ê Şoreşger ku li ser bingeha xet, îdeolojî û ruhê Apoyî tê meşandin, ji aliyê stratejîk û taktîkî ve xwe nû kir, bi performansa xwe ya şer û gerîlatiya modernîteya demokratîk gihîşt asteke girîng. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi kîn û hêrsa xwe ya li dijî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê, di sala 22’an a komployê de berxwedaneke mezin li Kurdistanê nîşan dan.

Lê belê komploya navneteweyî hatibe pûçkirin jî ev yek nayê wê wateyê ku komplo bi temamî hatiye têkbirin. Ji ber ku hêzên komploger mîna duh îro jî li pey armanca qirkirina gelê kurd e. Hêzên komploger û piştevanên wan di her firsendê de bi rê û rêbazên cuda êrîşê dibin ser gelê me, nirxên gelê me û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û hewl didin Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê tasfiye bikin. Gelê me, gelên dost û tevgera me çawa ku di nava 22 salên derbasbûyî de li ber xwe dan û bi rengekî destanî têkoşiyan, di sala 23’an a komployê de jî dê ev têkoşîn mezin bibe û bi pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’, dê teqez encamê werbigirin, sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê parçe bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li çar aliyên Kurdistanê bi berxwedana xwe pêşengiyê ji pêngava ‘Dema Azadiyê’ ye dikin. Her şervan û fermandarekî gerîlayên azadiyê ji bo serxistina vê pêvgavê, ji bo têkbirina komploya navneteweyî bi temamî, bê teredût bêyî ku tawîzê ji xeta jiyanê ya Apoyî bide, bi daxwaz, bawerî, biryardarî, xwest û ruhekî fedayî yê mezin wê xwedî li wezîfeyên serdemê derkevin.

Em dibêjin ku bi vê îdîa û biryardariyê, di sala 23’an a komployê de em ê xeta Şerê Gel ê Şoreşgerî hîn bi şarezayî bi cih bînin, komployê û zexta qirkirinê ya li ser gelê kurd parçe bikin, azadiya fîzîkî ya Rêber Ap misoger bikin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê wê bi vê armancê wezîfeyên xwe û erkên xwe bi cih bînin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar