Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li sê bajaran bi dehan kes hatin binçavkirin

Navenda Nûçeyan |

Li navend û navçeyên Aydinê, polîsên 9 endam û rêveberên HDP’ê binçav kir. Operasyona binçavkirina bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Aydinê hat meşandin. Li gelek navçe û navenda Aydinê avêtin ser malan. Di serdegirtinan de 9 jinên HDP’ê binçavkirin.

Di serdegirtinan de her wiha gelek materyalên dîjîtal hatin destgîrkirin. Polîsan avêtin ser avahiya HDP’ê ya Aydinê. Lêgerîn li gorî dema herêmê saet di 12:00 dewam dikir.

Kesên hatin binçavkirin: Endama Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Ayfer Demîrer, Hevseroka HDP’ê ya Aydinê Aysel Bahtiyar Unsel, Hevseroka Dîdîmê Mehtap Bozkûrt, Hevseroka Sokeyê Sadegul Akalin, rêveberê bajêr Neslîhan Arvîş, Saadet Açik, Azîze Ergun, Nazli Boza û endama HDP’ê Soylemez Akalin.

Li Amedê ji ber parvekirinên medya civakî 7 kes hatin binçavkirin

Hat diyarkirin ku li Amedê ji ber parvekirinên li ser medya civakî 7 kes hatine binçavkirin. Kesên ku duh bi ser malên wan de hatine girtin û binçavkirin wiha ne: Ahmet Alpaslan, Behcet Ekîncî, Haci Baş, Mazlûm Bûrûr, Şivan Erdal, Ahmet Celîl Onen û Bûrhan Gîzlenmîş.

Nehat zanîn ku kesên hatine binçavkirin ji ber kîjan parvekirinên medya civakî hatine binçavkirin. Hat hîn bûn ku Bûrhan Gîzlenmîş ji ber nexweşiya wî ya penceşerê piştî îfadeya wî ya miduriyeta polîsan hatiye berdan. 6 kesên ku di bin çavan de ne li Miduriyeta Polîsan a Bajêr tên ragirtin.

Li Êlihê 7 kes hatin binçavkirin

Li Êlihê, polisan bi ser malên rêveber û endamên HDP’ê de girt. Di serdegirtinên malan de polisan Hevşaredara Bajaroka Kaniya Henê Gulistan Sonuk jî di nav de 7 HDP’yiyan binçav kirin. Ji bilî Hevşaredar Sonuk kesên ku hatine binçavkirin navê wan wiha ne; Rêveberê Rêxistina HDP’ê ya Êlihê Mûrat Kiliç, Rêveberê Navçeya Navendî yê HDP’a Êlihê Tayfûn Guney, Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Mehmet Emîn Salman, Endama Meclisa Şaredariya Hezoyê Şukran Çotak, Endamê HDP’ê Sûat Oztekîn û Seyîd Alî Dogan. Hat hînbûn ku polisan her heft kesan jî birine Miduriyeta Polisan a Êlihê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar