PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

‘Rêber Apo bi sekna berxwedêr û kesayetiya dîrokî komplo têk bir’

Koordînasyona PAJK’ê têkildarê komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an li ser Rêber Gelê Kurd Abdulah Ocalan pêk hatî, li ser malpera xwe daxuyaniyek nivîskî weşand û got ku Rêber Apo bî sekna xwe ya berxwedêr komplo têk biriye

Navenda Nûçeyan |

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) bi boneya 22’yemîn salvegera komploya navnetewî ya 15’ê Sibata 1999’an a li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pêkhatî, daxuyaniyek da. PAJK’ê di daxuyaniya xwe de bi berfirehî balê dikişîne ser pêvajoya komployê û berxwedaniya Rêberê Gelê Kurd ya li hemberî wê.

PAJK’ê her wiha di serî de jin, bang li her kesê kir ku bi berpirsyariya xwe ya wijdanî rabin û ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan têkoşîna xwe bilindtir bikin.

Daxuyaniye PAJK’ê wiha ye:

“Em bi ruhê sekna dîrokî ya bi dehan rêhevalên ku li dora Rêber Apo bûn xelaka ji agir û gotin ‘kes nikare roja me tarî bike’ bi sekna berxwedêr a gerîla li Haftenîn û Garê, 22’emîn salvegera komploya navdewletî ya 15’ê Sibatê ku li ser Rêber Apo pêk hat bi tolhildan û hêrsekî mezin dijîn. Berxwedana Rêber Apo ya dîrokî ku di roja îro de gerdûnî bûyî, silav dikin. Weke partî û hewrêyên ku bi fikir, felsefe û bîrdoziya Rêber Apo, xwe afirandin, li hemberî ked, fedekarî û berxwedana dîrokî ya Rêber Apo ava kir, pêşxist û didomîne soza têkoşîna mezin a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo didin tevahî şehîdên azadiyê, jinan û gelê me yê berxwedêr.

Komploya navdewletî ya di 15’ê Sibata 1999’an de, li ser Rêber Apo hat lidarxistin, di dîroka hêzên komplogeran de, komploya herî mezin e ku weke wê li hemberî tu pêşeng û rêberan nehatiye li darxistine. Ev komplo, di şexsê Rêbertiya me de, li ser jinan tevgera azadiyê, gelê kurd û tevahî mirovahiyê hatiye lidarxistin. Di dîroka mirovahiyê de, di dîroka tekoşîna gelan û netewan de, bi armanca tolrakirina ji nirxên çanda dayik ev komplo hatiye lidarxistin. Hêzên hegemon, dewletperest û sermayedarên pergala kapîtalîst ku DYE, Îsraîl û NATO jêre pêşengiyê dikin ev komplo pêk anîn. Hêzên komploger, her ku çû li hemberî sekna berxwedêr a Rêber Apo di plangeriyên xwe de têk çûn, di van 22 salên derbas bûyî de dubare serî li şer, plangerî û qirkirina gelê kurd dan. Dewleta tirk û hevkarên wê ji bo pêşî li mezinkirina tevgera me û têkoşîna jinan bigirin, Rêber Apo di nav tecrîdek giran û pergala îşkenceyê de digirin. Ev şerê mezin di serî de li Îmralî, di şexsê Rêbertiya me de li tevahî Kurdistan, Rojhilata Navîn û li ser mirovahiyê tê meşandin. Di van rojan ku em 22 salên komployê dijîn de ev şerê bi armanca qirkirinê tê meşandin bi planên nû di meriyetê de ye.

Tecrîd û dagirkerî, nûkirina komployê ye

Rêber Apo, ev şer weke şerê cîhanê yê sêyemîn bi nav kir. Weke şerê di navbera şaristaniya demokratîk û şaristaniya kapîtalîst de tê meşandin pênase kir. Dewleta tirk a dagirker, faşîst û qirker li herêmê bûye temsîlkarê herî baş ê hêzên şaristaniya kapîtalîst. Dewleta tirk, li naverasta herêmê bi rola ajantî û sîxuriya pergala kapîtalîst radibe. Ji bo krîz, alozî, qeyran û şerê li Rojhilata Navîn bi dawî nebê û bê kûrkirin çi ji destan tê dike û dide pêşkêşkirin. Tecrîda giran kirî ya li ser Rêber Apo, dagikeriya li ser Efrînê, Serê Kaniyê, Xakûrkê, Haftenîn, Garê û hwd. di çarçoveya nûkirina komployê de ye. Ev plana qirkirinê ya dewleta tirk û hevkarên wê ye. Ev planên ji bo nûkirina komployê, ji aliyê serkêşên pergala kapîtalîst, ên weke DYE, YE û NATO’yê ji dewleta tirk re hatiye pêşkeşkirin ew jî pêk tîne. Di rojên ber bi salvegera komplo de dewleta tirk a dagirker, bi êrîşa li ser herêma Garê re peyama dagirkirina Kurdistanê û nûkirina komployê careke din daye. Lê dewleta tirk a qirker û faşîst rastî berxwedaneke dîrokî ya gerîla hat. Ev biryardarî û berxwedana gerîla, berxwedan û biryardariya Kurdistana azad e. Ev biryardarî, berdewamiya berxwedana dîrokî ya Rêber Apo ye. Êrîşa dagirkirina Garê, tê wateya dagirkirina tevahî başûrê Kurdistanê. Pêwîst e di serî de gelê me yê li Başûr bi taybet jin pişt perdeya vê dagirkeriyê bibînin û bibin xwedî helwestekî tund. Têkoşîn û berxwedana gerîla, rastiya gelekî afirand. Di şexsê afirandina gelekî de jî heqîqeta jinên azad li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û îro li cîhanê xwe bi beden kiriye.

Azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo berpirsyariya dîrokî ye

Rêber Apo, li gor xisletên vê serdemê bi guhertin û veguhertina paradîgmayê, bi pêşxistina hişmendiya modernîteya demokratîk armanca komplogeran têk bir. Rêber Apo, bi afirandina hêza fikir, bi felsefeyek nû ya jiyanê, bi baweriya serxistina têkoşîna mirovahiyê, bi girêdana nirxên civakî û bi heqîqeta mezin a jinan têkoşiya. Ev heqîqeta rêber û mirovê mezin, Rêber Apo hem di warî, teorîk, felsefîk, zanistî, dîrokî de û hem di aliyê çalakkirina wê ya jiyanê de îro bala tevahî cîhanê kişandiye ser xwe. Ji bo wê berxwedana Rêber Apo, gerdûnî bûye. Têkoşîna Rêber Apo dide meşandin, têkoşîna mirovahiyê ye. Têkoşîna Rêber Apo, têkoşîna parastina nirxên civaka jin dayik e. Rêbertiya me di nav şert û mercên ewqas zor û zehmet ê jiyanî de, tê ragirtin. Li hemberî rastiya tecrîda giran û pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê, Rêber Apo li ser navê rûmeta mirovahiyê, şertên herî zor yên jiyanê ji bo xwe pejirandiye. Rêber Apo, ji bo pergala li Îmraliyê tê meşandin wiha got; ‘Ev der çala mirinê ye. Pergala li vir dimeşe her roj tê wateya îdamkirina min.’ Heya ku Rêber Ap, li Îmraliyê bê ragirtin, ev tê wateya ku jinên azadîxwaz û tevahî mirovahî ji azadiya xwe bê par in. Di serî de em weke jin û ciwanên kurd pêwîst e di zanebûna armanc û rastiya komployê de bin. Li gor wê di ferqa têkoşîna ku em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo didin de bûyîn berpirsyariya dîrokî ye. Her kêliya ku em bê têkoşîn derbas bikin dê bibe sedema dirêjkirina temenê pergala îşkencekar a Îmralî ye. Ji lewra di sala 23’emîna ya komplo de bilindkirina têkoşînê wê bibe misogeriya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.

Têkoşîna me li qada cîhanê bandoreke mezin kir

Berxwedana dîrokî ya Rêber Apo, roja îro di pêşengiya jin, ciwan û gelê me de, li her çar perçên Kurdistanê, li Rojhilata Navîn, li gelek welat û parzemînên cîhanê belav bûye. Ev berxwedana bêhempa, di sala 22’emîn de xwe di hebûna mirovahiyê de bi beden kiriye. Bi pêngavên ‘Dem Dema Azadiyê’ û ‘Dem Dema Parastina Jin û Civakê’ de, têkoşîna me di qada cîhanî de bandoreke mezin daye avakirin. Ji Misrê heya başûrê Afrîkayê êdî ji her kesîmê civakê, jin, akademisyen, rewşenbîr, demokrat û hwd. azadiya fîzîkî ya Rêber Apo daxwaz dikin. Ev asta têkoşîna me xwe gîhandiyê bi saya berxwedana dîrokî ya Rêber Apo. Ji ber paradîgma Rêbertiya me ji tevahî pirsgirêkên civak dijî re rêya çareseriyê ye, îro jinên cîhanê û gelên azadîxwaz li dora berxwedana Rêber Apo kom bûne. Êrîşa hêzên kapîtalîst û dagirkeriya dewleta tirk ger îro dijwar bûne, tirsa ji vê rastiyê ye. Di sala 23’emîn a berxwedan û têkoşîna dîrokî ya Rêber Apo dimeşîne de weke tevger û gelê kurd ji bilî mezinkirina têkoşînê hilbijêreke me nîne.

Di ronahiya van pêşketinan de, di serî de em bang li tevahî jin û ciwanên kurd dikin ku bi erka xwe ya neteweyî, welatparêzî û dîrokî rabin. Her wiha bang li tevahî kurdan dikin da ku di şexsê Rêber Apo de xwedî li vîn û nasnameya xwe derkevin. Em bang li tevahî dostên kurdan jî dikin ku sînorên dijminane yên ku hêzên kapîtalîst di navbera gelan de ava kirî hîlweşênin û pira jiyana azad a gelan ava bikin. Bang li hemû kesên aligirên demokrasiyê û aştiyê, dîsa tevahî jinan, rewşenbîr, hunermend û nivîskaran dikin ku bi berpirsyariya xwe ya wijdanî rabin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîna xwe bilindtir bikin.

Li ser vê bingehê em careke din hêrsa xwe ya li hemberî komplogeran tînin ziman û dibêjin heya em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger nekin wê jiyana azad ji jin, gelê me û mirovahiyê re pêkan nebe. Bi vê bîr û baweriyê em weke partî û Tevgera Azadiya Jinên Kurd biryardariya têkoşîna sala 23’emîn sala berxwedana dîrokî diyar dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar