Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Şer jî û berxwedan jî li Îmraliyê ye!

Em îro dikevin sala 23’an a Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi desteka hêzên navneteweyî, herêmî û hinek kurdên xwefiroş ên bazirgan hatiye kirin. Îro 23’ê sal in, Rêber Apo bi tena xwe li Girava Îmraliyê ya hatiye tecrîdkirin û îzalasyonkirin, tevî her cûre êrîş û zextan berxwedanekî bêhempa dike û her gavê dide nîşandan ku bê wî, dê çareserî ne pêkan û mimkûn be.

Dema em li 22 salên li pey xwe dinêrin û mercên xedar ên avhewayî û dîsa zextên dewleta tirk a notirvan dibînin ku ger berxwedanek evqas bihêz û vîn neba wê heta îro tevî tecrîda giran nikaribûya bijî û têbikoşe. Ev jî biryardarî û sekna îsrara bi serketinê bawerî heye ve girêdayî ye.

Têkoşîn û serketina gihiştina azadiyê hemû ji Îmraliyê destpê dike, belav dibe û li Îmraliyê encam dibe. Bi teqez wê serketina mezin jî li wir pêk bê.

Di nava 22 salan de aliyek berxwedan û aliyek faşîzm tim li dijî hev şer dikir. Berxwedan û faşîzm du lingên vê pêvajoya bi xedar bûn. Bi taybet van salên dawî bi sîstematîk bi hevkariya DYE, NATO, YE û dewletên emperyalîst ên Ewropayê dîsa piştgirya hêzên herêmî xwestin ku PKK bi destê dewleta tirk tune bikin. Ji bo vê jî bikin, serî li her cûre rêbazî dan.

Bi taybet çavê xwe ji hemû kiryar û sûcên şer ên dermirovî yên Tirkiyeyê çi li Bakur, Başûr û Rojava girtin. Li kolanan jin, zarok hatin qetilkirin, bajar û gund hatin wêrankirin, bi sedan siyasetmedar hevşaredar û hevserokên partî û rêxistinên civaka sivîl hatin binçavkirin û girtin, deng ji Ewropayê derneket. Bi taybet di pêvajoya serokatiya Donald Trûmp a DYE’yê de Tirkiye hemû hêza xwe ya esmanî, bejahî li ser kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê bi kar anî, lê nekarî encam bigire û ne girt.

Tevî her êrîş û kiryaran jî, gel li gel serokatî û tevgera xwe cih girt. Ji bo vê taybet li Îmraliyê tecrîd asê kir, hevdîtin qût kir û heta yê yek gotinê jî li dijî sîstema faşîst a qirker a AKP-MHP’ê bike bi demxeya ‘terorîst’ hate îşaretkirin û girtin.

Ji bo wê hema tevgerekî biçûk a gel çêdibe, yekser êrîş dikin. Ji ber ku ewqas sûc kirine, qetliam û qirkirin pêk anîne ditirsin. Ji gel û girseyên daxwaza hesabpirsînê dikin ditirsin. Di her şert û mercî de gel serî nedaniye û bûye milîtan û li ber xwe daye. Ma êdî tiştek maye ku dewlet bike, nekirî; texsîr kirî. Di bîrên asîtê de bi hezaran kes qetilkirin, bi komkujiyan, bi êrîşên ezmanî ji Geliyê Zîlan bigire heta Dêrsim, Roboskî bi dehan qetlîam kirin, li du wesayîtan kişandin, ji helîkopteran avêtin û cenazeyên gerîla li bin peyarêyan danîn, ma çi maye êdî bike û nekiriye.

Gel tu carî li ber êrîşên dagirkeran teslîm nebûye, nabe jî. Ev jî girêdanbûn û biryardariya gel a bi serokatiya xwe û tevgera wê ve dide nîşandan. Çiqas êrîş mezin bûn, girêdanbûn û welatparêzî gihişte lûtkeyê. Rêber Apo dibêje; “Gelekî xwe rêxistin kirî beramberî her tiştî ye. Êdî gelê me birêxistin bûye, xwe rêxistin dike.” Vê yekê rê neda faşîzm bigihêje encamê.

Ev yek hemû jî bi saya raman û pradîgmaya Rêber Apo pêk hatiye û gel gihaye vê astê. Ji bo vê ger ku êrîş li ser gel tê kirin, şer û êrîşa esas li Îmraliyê tê kirin. Piştî ku li Îmraliyê nikare, ji bo tolê hilîne berê xwe dide ser gel û hêzên gerîla ku gel diparêz e. Niha halê hazir şerê herî mezin li Îmarliyê heye. Esil cenga mezin li wir e.

Ji bo wê ye ku encamek derkeve teqez encama ewil a Îmraliyê ye. Hêzên komploger jî gihişteye wê qenetê ku bê Rêber Apo, ne gelê kurd û ne jî hêzên wê azadî û aştiya bê kirin qebûl dike, ne pêkan e jî. Hemû awir li Îmraliyê li ser Rêber Apo ye. Ji bo wê ku em bikarin bi çalakiyên xwe yên di çarçoveya pêngava ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ li her qadê ji bo aştî û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşînê geştir bikin.

 

Nûçeyên Têkildar