Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ji jinên cihanê name ji bo Ocalan

Akademîsyen, siyasetmedar, parêzvanên mafên mirovan û hunermend jî di nav de zêdeyî 60 jinan nameyek ji CPT re ji bo dawîkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan şandin

Navenda Nûçeyan

Akademîsyen, siyasetmedar, parêzvanên mafên mirovan û hunermend jî di nav de zêdeyî 60 jinan nameyek ji CPT re şandin û ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û pêkhatina aştî û demokrasiyê bikeve nava liv û tevgerê.

Bi banga Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E), nameyek ji Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) re hat şandin û işaret bi kiryarên nemirovî yên li Îmraliyê li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat kirin.

Di nameyê de ji CPT û siyasetmedarên xwedî biryar hat xwestin ku ji Tirkiyeyê bixwazin ji bo gefa li ser Ocalan rake û hat destnîşankirin ku divê şertê danûstandinên bi Tirkiyeyê re rakirina tecrîdê û bidawîkirina dijminatiya li gelê kurd be.

Di nameyê de hat bibîrxistin ku  Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komploya welatên NATO’yê radestî Tirkiyeyê hat kirin û Ocalan li Kurdistanê weke rêberê polîtîk ê bi milyonan mirovî tê qebûlkirin. Di nameyê de hat gotin di danûstandinên bi dewleta tirk re muxatabiya Ocalan bi giranî hatiye qebûlkirin.

Rola Ocelan  di çareserkirinê de diyar e

Di nameyê de hat diyarkirin ku rola Ocalan a di çareseriyê de, ji aliyê hikumeta Tirkiyeyê ve di dema danûstandinên navbera salên 2013-2015’an de gelek caran hatiye destnîşankirin û piştî danûstandin ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve bi rengekî yekalî hat qedandin, şerê 40 salan kete dema herî giran.

Di nameyê de wiha hat gotin: “Ev şerê dawî bû sedema wê yekê ku bi hezaran kes jiyana xwe ji dest bidin, bi sed hezaran mirov ji cih û warê xwe bibin, gelek bajar û bajarokên kurdan bên hilweşandin.Ev şer di heman demê de bû sedem, Tirkiye bi êrişkarî şer li derdorê belav bike, tundiya cîhadîst, faşîst, dijminên jinan belav bibe.”

‘Hiqûqê binpê dikin

Di nameyê de hat diyarkirin bi qedandina danûstandinan re dewleta bi serkêşiya hikumeta AKP’ê, Ocalan xiste nava tecrîdê, bi vê yekê re hem mafên mirovan ê navneteweyî, hem jî hiqûqa Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê binpê kiriye û wiha hat gotin: “Girtîgeha Îmraliyê qada êşkenceyê ye ku mafên mirovan û hiqûq lê hatiye betalkirin” û hate bibîrxistin ku CPT di serdana xwe ya 5’ê Tebaxa 2020’î de şert û mercên li Îmraliyê nayê qebûlkirin û li gorî pîvanên mafên mirovan nîne.

Fikrên wî li tevahiya cihanê tên qebûlkirin

Di nameyê de işaret bi bandora fikrên Abdullah Ocalan li cîhanê hat kirin û wiha hat gotin: “Li tevahiya cîhanê bi taybetî rûspiyên civakê, akademîsyen, entellektuel, hunermend, siyasetmedar, jin, parêzvanên mafên mirovan pêşniyarên Ocalan ên ji bo demokrasiyê, ekolojî û azadiya jinê qebûl dikin. Dirûşma Ocalan ku dibêje ‘heta jin azad nebe civak azad nabe’ bû çavkaniyeke girîng a wêrekiyê ku jinên Kurd li dijî serweriya mêr û tundiya dewletê têbikoşin. Li Bakurê Sûriyeyê ku fikrên wî yên li ser wekheviya zayendan ji xwe re dike esas, jinan di nava şer de ji bo maf û azadiyê destketiyên dîrokî bi dest xistin.”

Hikûmeta  AKP’ê otorîteke dijwar û tundiye

Di nameyê de hat destnîşankirin ku Tirkiyeya di dema Erdogan û AKP’ê de hîn bêhtir bi pirsgirêk bû, veguherî dewleteke tund û otorîter a dijwar û wiha hat gotin: “Êdî ji her demê bêhtir eşkere bûye ku dewleta Tirk ne tenê li nava sînorên xwe, veguheriye hêzeke mezin a şerker li tevahiya herêmê.” Di nameyê de operasyonên leşkerî yên li Tirkiye, Sûriye, Iraq, Lîbya, Ermenistan-Azerbaycan û siyaseta ku li Derya Spî şer sor dike weke mînak hate nîşandan.

Em helwesta saziyan mehkum dikin

Di nameyê de helwesta saziyên herêmî û navneteweyî ya dijberî îşkenceyê li ser Ocalan hat mehkûmkirin û wiha hat gotin: “Dewleta Tirk bi birîna dengê wî (Ocalan) şensê hêviya ji bo edalet û aştiyê ya paşerojê asteng dike.”

Di nameyê de bang li saziyên alîgirê edalet, aştî û mafên mirovan hat kirin û wiha hat gotin: “Em ji we dixwazin ku li gorî wezîfeya xwe tevbigerin” û bang li jinan hemûyan jî hate kirin. Di nameyê de herî dawî hate gotin, “Em bang li jinan hemûyan dikin ku li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabin ser piyan, ji bo bidawîbûna tecrîd û girtîmayina wî tevlî banga me bibin.”

Jin û saziyên ku îmzeya xwe danîne binê nameyê ev in:

“Platforma jinê ya gelên Îranê

Eniya jinan a Rojhilat

Komîteya Platforma hiqûqê ya gelên Îranê

Neyêre ansarî, parêzer û şêwirmenda yasayî

Mawerani çalekvana mafe jinan, Germanî

Sroue GHotbi, Psikolojist, Fransa

Jamile Karimi, aktivist, Elmanya

Mitra Dervishyan, nivîskar, Ermenistan

Hajar Karimi, aktîvîsta mafên mirovan, Elmanya

Fatma Karim, aktîsta mafên mirovan, Swêd

Parvin Karimi, Swêd

Chimen Karimi, aktîvîsta mafên jinê, Hollanda

Amine Karimi, aktîvîsta mafên jinê, Swêd

Tanya Mamrostemi, aktîvîst.

Ronak Fadayi, aktîvîsta mafên jinê, Elmanya

Awat Scharifi, aktîvîst, Elmanya

Masume Sayedmuhamedi, Ekonomîst, Norwêc

Fatma Ebrahimi, aktîvîsta mafên mirovan, Belçîka

Sumeye Ahmedpanah, Belçîka

RAWA -Rêxistina jinên şoreşger a Efganistanê

RONAK- Rêxistina jinên Rojhilatî li Ewropayê

Kurye Riyah Cudeh- Seroka Forûma Yekîtiya Jin û Ciwanan, Iraq

Nur El-Huda Zaki- Koordînatora Tevgera Jinên Misrî ji bo Guhertinê, Misir

Şeza Najî- Seroka Komeleya Jinê ji bo Aştiyê, Iraq

Dr. Safiya Zaza- Hiqûqnas û ekonomîst

Erij El-Kurdi- Helbestvan û nivîskara Fîlîstînî, Seroka KOmîteya Jinê a Kombûna Ciwanan a Fîlîstîn-Lubnanê

Zahra Ahmed Muhammed- Berpirsyara Departmana Jinê ya Karker a Federasyona Sendîkayên Fîlîstînê, Şaxê Lubnanê

Îlfet Mahmud- Seroka Komeleya Jinên Fîlîstînî ya li Lubnanê

Kejal Nuri- Başûrê Kurdistanê, helbestvan, nivîskar, Hollanda

Leyla El-Tay- Alîkara Serokê Partiya Yekîtiya Suryanî û Keyaya bendava Boûchrîeh a li Çiyayê Lubnanê

Komeleya Jinên Pêşverû ya Fasê

Suad Brahma- Parêzer û aktîvîstê mafên mirovan, Fas

Zeyneb Huseyn Miruwah- Seroka Kombûna Jinê ya Demokratîk a Lubnanî

Afaf Ghattaşa- Seroka Yekîtiya Komîteyên Jinên Kedkar a Fîlîstînî

Sektora Jinê ya Partiya Rêya Demokratîk, Fas

Şamiran Mrokel- Seroka Komeleya Jinê ya Iraqê

Radiyah El-Jarbi- Seroka Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Tûnisî UNFT

Komeleya Pêşketina Jinê ya Bejahî, Fîlîstîn

Rabiha El-Farisi- Rêxistina Mafên Jinê, Lîbya

Selwa Giga- Endama Komîteya Aştî, Ewlekarî û Jinê ya Yekîtiya Efrîkayê

CODESA- Komeleya Parêzvanên Mafên Mirovan a Sehra ya li Rojavayê Sehrayê ya Dagirkirî Hanan

Mahjubi- Endama Partiya Sosyalîst, Seroka Komeleya Femmes Masarat, Tûnis

Aidah Nasrallah- Seroka Komîteya Mafên Jinê ya Lubnanê

JÎN- Saziya Jinê, Lubnan

Komeleya Çandî û Civakî ya Newroz, Lubnan

Ays¸a Husu, Hevseroka PYD’ê

Khadija Ryadi, aktîvîsta mafên jinê, Fas

Ruba Ude, Endama Koordînasyona Meşa Jinê ya Cîhanê, Fîlîstîn

Selay Ghaffar, Berdevka Partiya Piştevan a Efganistanê

CPAZ – KoordÎnasyoan têkoşînê, entegrasyon, hikumet û aştiyê

Abya Yala Feminists, Emerîka Başûr

Rita Laura Segato, Profesora Zanîngeha Brasiliayê

Catherine Walsh, Ekvatorlu activist / Hîndekara Zanîngeha Simon Bolivar

Dr. Sylvia Marcos, Profesora Teolojî ya femînîst a Zanîngeha Ibero-Amerika

Permanent Seminar of Gender and Anthropology, IIA- UNAM

Margaret Owen, parêzer, Îngilistan

Wendy Lyon, parêzera femînîst û aktîvîst, Îrlanda

Julie Ward, Parlamentera berê, Îngilistan

Debbie Bookchin, Rojnamevan, nivîskar, DYE

Meredith Tax, Nivîskar û aktîvîsta femînîst, DYE

Laura Corradi, Profesora civakî ya Zanîngeha Calabria, Îtalya

International Association of Philosophers, Îtalya”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar