Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

La Marseillais ‘Azadî ji Ocalan re’ kir manşeta  xwe

Rojnameya xwecihî La Marseilllaise ku li Fransayê berxwedêran di dema dagirkeriyê de ava kirin, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir manşet

Navenda Nûçeyan

Rojnameya La Marseillaise di salvegera 22’an a komploya 15’ê Sibatê de ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin, daxwaza ji bo azadiya Ocalan kir manşeta xwe.

Rojnameyê wêneyekî Abdullah Ocalan ê rû li ken weşand û 4 rûpelên xwe ji vê mijarê re veqetand.

Rojnameyê di hejmara xwe ya taybet de cih da van mijaran: “Çîroka Mandelayê Kurd”, “Berpirsyariyên siyasî yên herêmî, komele, hilbijartî daxwaza azadiya wî dikin”, “Nêrînên Ocalan ji sînoran dibihure” (Hevpeyvîna bi Eyyup Dorû re), “Çima divê PKK ji nava lîsteya rêxistinên terorîst bê derxistin?”, “Nifşê Ocalan: Ciwanên ku ji bo çareseriya siyasî ya li Kurdistanê seferber bûne.” û “Azadiya me û ya wî bi hev ve girêdayî ne.”

Midûrê Karên Nivîsê yê rojnameyê Leo Pûrgûette di vê hejmara rojnameyê de wiha nivîsî, “Dem hatiye ku Fransa ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorîst û azadiya Mandelayê Kurdan Ocalan, bikeve nava liv û tevgerê.”

Rojnameya La Marseilllaise di sala 1943’an de di dema dagirkeriya Nazî de ji aliyê bexwedêran ve weke rojnameya herêmî ya başûr hatibû avakirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar