Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Îlana Rojnameya Polîtîken: ‘Azadî ji Ocalan re’

Li rojnameya Polîtîken a rojnameya netewî ya herî mezin a Danîmarkayê ye cih da îlaneke ku daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike

Navenda Nûçeyan

Di salvegera 22’an a Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li rojnameya Polîtîken îlana ‘Azadî ji Ocalan re’ hat weşandin.

Rojnameya Polîtîken a ji aliyê JP/Polîtîkensê ve yek ji komên çapemeniyê yên herî mezin ên welat e, xwedî rêjeyek mezin a xwêneran e.

Îlana ku îmzeya wezîrê karê derve yê berê û bi dehan kesên din di nav de li xwe digire, gotina Abdullah Ocalan a ‘Azadiya Jinên Azadiya Civakê ye. Jin Azad Nebe Civak Azad Nabe’ bal kişand mijara dîl girtina Abdullah Ocalan.

Her wiha di îlanê cih daye êrîşên dagirkerî, gef û êrîşên dewleta tirk a dagirker û ev hat gotin: “Serokkomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan li Tirkiye, Sûriye û Iraqê li dijî kurdan şerekî bi çek bikar tîne.”

Di dewama îlanê de ev tê gotin: “Lîderê têkoşîna azadiya gelê kurd Abdullah Ocalan, kilîda çareseriya pirsa kurd e, ji bo Tirkiyeke hê azad û demokratîktir, kilîda pêvajoya demokratîkbûnê ye.

Ocalan ê 15’ê Sibata 1999’an ve li Tirkiyeyê ye li girtîgeha Îmralî di nava hucreyek yek kesî de di nava tecrîda mutlaq de ye. Ocalan ji aliyê bi milyonan kurdî ve weke nûner û lîderê têkoşîn û berxwedanekî rewa ya li dijî dewleta tirk tê zanîn. Ocalan di hucreyê de li ser ‘Konfederalîzma Demokratîk’ rêze pirtûk, broşur û gotar nivîsandiye. Teroriya Konfederalîzma Demokratîk a Ocalan pêş xistî, ji bo kurdên li çar aliyên cîhanê û mirovên parêzvanên mafê mirovan û entelektuelan bûye îlham.

Ocalan ji bo aştî, jiyanek azad û azadiya jinê û dîsa hevdîtinên aştiyê yên di navbera kurd û Tirkiye de têkoşîn dike. Eger ku dewleta Tirkiye li gel Ocalan dest bi muzakere bike, wê bingehê aştî li herêmê û demokratîkbûna Tirkiye pêk were.

Serkeftina vê jî zextekî dîplomatîk a domdar û vîneke gel a bi hêz pêwîst e.”

Di îlana li rojnameya Polîtîken ev bang hatiye kirin: “Bang li gelê Danîmarka dikin destekê bidin gelê kurd. Dikarin vê desteka xwe jî bi tevlîbûna kampanya ‘Azadî ji Ocalan re’ dikarin bidin nîşandan.

Hikûmeta Danîmarka, NY, Komîsyona Ewropa, Konseya Ewropa, NATO, ATÎT jî di nav de divê hemû saziyên navneteweyî ji bo çareseriya pirsa kurd, ji nû ve hevdîtinên aştiyê destpê bikin, divê tavilê zextê li Tirkiye bikin.”

Navê Danîmarkiyên ku bi gotina ‘Ocalan ji bo azadiya gelê Kurd û aramiya Rojhilata Navîn kilîde’ wiha ne:

Nils Vest, Derhênerê fîlm; Endama Partiya Gel a Sosyalîsta Danîmarka Karina Lorentzen Dehnhardt;  Mette Knudsen, Derhênerê fîlm;  Per Nørgaard Kristensen, Red-Green Aliance Party Desteya Rêveber, Roskilde;  Klaus Schulte, Lektor Onursal, Zanîngeha Roskilde, Beşa Çand û Têkiliyan;  Tue Magnussen, Wexfa Li Dijî Êşkenceyê ya Danîmarka;  Steen Folke, Zanyarê teqawîtbûyî, Endamê Enstîtûya Xebatên Netewî ya Danîmaka (DÎÎS) û Parlemetnerê Berê yê Partiya Îtfaq a Sor-Keskan; Endamê Konseya Herêma Zeeland a Partiya Îtifaqa Sor-Kesk Jørgen Holst; Seroka Desteya Rêveber a Partiya Îtifaq a Sor-Kesk Roskîlde Theresa Olesen;  Anne Haarløv, Nivîskar;  Leif Borg Hansen, Keşe, goutbêjên civakî;  Edîtora Li Dijî Nîjaperestiyê SOS, wergervan, nîqaşvan Marianne Olsen;  Wezîrê Karê Derve yê Berê Villy Søvndal;  Endamê Partlementoya Keskan a Serbixwe ya Danîmarka Uffe Elbæk;  Janos Ekia Rasmussen, Nivîskarê Danîmarkî, Xelata Wêjeyê ya Konseya Îsandinavya ya 2019’an;  Annika Smith: Konseya Bajarê Kopenhag a ji bo Partiya Gel a Sosyalîst;  Jørgen Primdahl: Profesor, Zanîngeha Kopenhag, Beşa Rêbeberiya Zanista Erd û Xwezayê; Berdevka Derve ya Partiya Alîlence ya Sor-Kesk û endamê Parelementoyê Eva Flyvholm;  Berdevka Polîtîkayên Pêşveçûnê ya Allîance Red-Green û endama Parlemetoyê Christian Juhl; Endama Parlementoyê ya roportoya Partiya Îtifaq a Sor-Keskan Rosa Lund;  Serokê Şaredariya Berê ya Kopenhagê ya Partiya Gel a Sosyalîst Villo Sigurdsson; Endamê Parlementoya Ewropa ya Berê, endamê Parlementoya Partiya Gel a Sosyalîst a Danîmarka Pernille Frahm; Holger K. Nielsen: Wezîrê Karê Derve yê Berê û Wezîrê Bacê; Endamê Parlementoya Keskan a Serbixwe ya Danîmarkayê Ulla Sandbæk; Sune Dalsgaard Christiansen, Rêberê Projeya li Danîmarka ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Dr. Tove Skutnabb-Kangas, lêkolînvan, perwerdeka û nivîskar.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar