Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Em ji bo zarokên xwe azadiyê dixwazin’

Jinan têkildarî grevên birçîbûnê yên ku girtiyan li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirinên li girtîgehan didomin dan destpêkirin bang kirin û diyar kirin ku doza zarokên wan doza wan e

Navenda Nûçeyan

Girtiyên siyasî ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê şikandin û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibin di 27’ê Mijdarê de ketibûn greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger. Grev li hemû girtîgehan didomin û rayedar hîna jî bêdengiya xwe diparêzin. Jinên Erdîşa Wanê û taxa Xaçortê ya Wanê diyar kirin ku divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan demildest bi dawî bibe.

‘Çi ji zarokên me dixwazin?’

Dayika girtiyên siyasî Enes Tunç ê li Girtîgeha Amedê ye û berê jî tevlî grevan bûye, Keje Tunç diyar kir ku divê dewlet demildest daxwaza girtiyan bîne cih û wiha pê de çû: “Ji zarokên me yên nav çar dîwaran de çi dixwazin? Kezeba me dişewitînin, ne şeva me şev ne roja me roj e. Bila daxwazên girtiyan bînin cih û ev zilm bi dawî bibe. Dibêjin ‘em xwişk û bira ne’. Gelo ev çawa xwişk û biratî ye? Gelo mirovek xwarinê nexwe wê çawa bijî? Vê zilmê bi me û zarokên me didin jiyîn. Zarokên me zindî zindî li girtîgehan dikujin. Ji ber temen ez nikarim biçim hevdîtina kurê xwe. Tevî me gelek caran daxwazname da jî me bersivek negirt.”

‘Zarokên me birçî ne’

Emîne Çîçek jî bi lêv kir ku kurê wê ji aliyê cerdevanan ve hatiye girtin û li ser girtiyên siyasî zextên cidî hene û wiha got: “Bila ev tecrîd bi dawî bibe. Bila tiştek bi zarokên me neyê. Doza zarokên me doza me ye. Zarokên me li wir birçîne em çawa rehet bikin. Bila ew tecrîd ji ser wan rabe. Bila her kes destên xwe bide ser wijdanê xwe.”

‘Zarokên ji bo xwe tenê neketine grevê’

Hanim Dînç jî ji bo greva birçîbûnê ya ku kurê wê jî têdaye wiha got: “Zarokên me ji bo xwe tenê neketine grevê. Ji bo me hemûyan têdikoşin. Kurê min di çalakiya greva birçîbûnê de cih digire. Dewlet guh nade daxwzên zarokên me. Zarokên me ji bo gelê xwe ketine grevê. Divê demildest gav bê avêtin. Em ji bo zarokên xwe azadiyê dixwazin.”

‘Em di bin zilm û îşkenceyê de ne’

Cahîde Otuş jî bi lêv kir ku tecrîd ne tenê li ser Abdullah Ocalan û girtiyan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tecrîd li ser hemû civakê ye. Em nikarin nêrînên xwe bînin ziman. Dema em tînin ziman em tên girtin. Grev bidomin wê mirin çêbibin. Bila zextên li zindanan rabin.”

Em tên kuştin tên girtin’

Şerîfe Akkaya jî ev tişt anî ziman: “Divê demildest ev tecrîd bê rakirin binpêkirinên mafan bi dawî bibin. Em ketine destên zaliman. Her tiştî bi kêfî dikin. Em tên kuştin tên girtin. Me davêjin zindanan. Em niha nikarin ji mala xwe derkevin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar