PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Ji bo statuya zimanê kurdî dê kampanya bê destpêkirin

Komîsyona 21’ê Sibatê ku ji Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî pêk tê, kampanyaya îmzeyan a ‘Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî’ û ‘Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê’ bide destpêkirin

Komîsyona 21’ê Sibatê ya ji Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî pêk tê ji bo kampanyaya îmzayê ya bi dirûşma “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî” û “Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê” bidin destpêkirin, li Cemiyeta Rojnamegeran a Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Endam û rêveberên Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî beşdarî civînê bûn.

Li ser navê Komîsyona 21’ê Sibatê berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî daxuyanî xwend.

Daxuyaniya ragihandina kampanyaya îmzeyan wiha ye:

“Zimanê me hebûna me ye, zimanê me nasnameya me ye, zimanê me rûmeta me ye… Lê mixabin ev nêzî sed sal e, siyaseta serdest bi darê zorê dixwazin kurdan ji vî mafê wan ê rewa bêpar bihêlin. Bi gotineke din dixwazin kurd ji hebûna xwe dûr bikevin, bê nasname û rûmet bimînin.

Îro bi milyonan kurd li Rojhilata Navîn pêrgi asîmîlasyonê dibin. Di erdnigariya me de siyaseta serdest dixwaze kurdan û zimanê wan ji holê rake. Ew siyaseta çewt dixwaze kurdan ji aliyê ziman û çandê ve tune bike, lê ev helwesta, tu caran nabe helwesteke demokratîk û mirovî. Ev helwest li dijî fikir û ramanên wekheviyê ye jî. Divê ev siyaseta çewt demildest were terkkirin û mafê kurdan ê ziman û nasnameyê were pejirandin. Zimanê kurdî divê bi haweyekî fermî bibe xwediyê statûyeke qanûnî, zimanê kurdî divê bibe zimanê perwerdehiyê.

Kampanya bi du lingan dê were birêvebirin

Em bi pêşengiya Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî kampanyaya îmzayê ya ‘Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî’ û ‘Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê’ didin destpêkirin. Kampanya dê di 22’yê sibatê de dest pê bike û kampanya dê li ser du lingan bimeş e. Lingek jê, îmzayên fizîkî yên ku li kuçe û kolanan xwe bigihejînê kurdan. Lingê din jî îmzaya dîjîtal e. Ev ji bo kurdên ku derfeta wan a ku xwe bigihînin forma îmzayên rûbirû tune ye amade bûye. Ji bo kesên ku ne kurd bin û hîna nirxên mirovahiyê bi tevahî winda nekirine û dixwazin dawî li vê şerma sedsalê bînin, ev ling hatiye amadekirin.

Li dora kampanyayê bicivin

Ev kampanya çiqasî bi navê Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî were destpêkirin jî, kampanya di bingehê xwe de ya hemû kurdan e. Rêxistin, partî û dîtinên me yê sekna jiyanê çi dibe bila bibe, zimanê me hevpar e, ev kampanya ji bo ziman e, encamê wê ji bo hemû kurdan e. Ji ber vê sedemê em bang li hemû sazî, dezgeh, rûspî, rewşenbîr û kurdên cîhanê dikin, ev beriya her tiştî kampanya we ye, ji bo zimanê we ye. Li dora vê kampanyayê bicivin, ev hêviya sed salan e ku kurd li bendê ne, bi mafê zimên tacîdar bikin.

Banga ji bo hemû kurdan

Em bang li hemû kurdan dikin: Bi hevdû re xwedî li van daxwazan derkevin û bi dilgermî beşdarî vê kampanyayê bibin. Em bi vê kampanyayê dixwazin bi milyonan îmzeyan berhev bikin. Ji bo kampanyaya me her îmzeyek nirxek e, helwestek e, dengek e û xwediyê giraniyekê ye. Di vê kampanyayê de imzeyên me çiqas zêde bin, li hember xêrnexwazan wê vîn û xwesteka gelê kurd ew ê ewqas mezin bibe. Li hemû deverên cîhanê jî wê dengê hîn xurtir bibe.

Ji ber van sedeman, em bi îmzayên xwe qêrînekê li cîhanê belav bikin. Bila hemû cîhan bizane ku kurd bi yek dengî dibêjin:

Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî.

Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar