Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Ji rojnameger Çoban û Bariştiran re ceza hat xwestin

Ji Midurê Karên Nivîsê yê Rojnameya Azadiya Welat ku bi KHK’ê hat girtin Îsmaîl Çoban re ceza hat xwestin. Her wiha di doza ku Midurê Berpirsyarê Gun TV’yê ku bi KHK’ê hat girtin Bariş Bariştiran jî di nav de 3 kes tên darizandin de dozger ceza xwest

Navenda Nûçeyan |

Bi hinceta ku di hin hejmarên Rojnameya Azadiya Welat ku bi KHK’ê hatibû girtin de “propagandaya rêxistinê” hatiye kirin derbarê Midurê Karên Nivîsê yê Rojnameyê Îsmaîl Çoban de doz hatibû vekirin. 2’yemîn danişîna doza Çoban li 7’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Ji ber ku nehat tespîtkirina Çoban li kîjan girtîgehê dimîne, bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê nehat kirin.

Di danişîna ku parêzerê Çoban, Resûl Tamûr lê amade bû de dozger mutalaaya xwe pêşkêşî dadgehê kir. Dozger, bi antaşta ku bi rêya çapemeniyê “propagandaya rêxistinê” kiriye xwest Çoban bê cezakirin.

Parêzer Tamûr, ji bo ku li dijî mutalaayê parastinê bike daxwaz demê kir. Piştî daxwaza parêzer Tamûr, heyeta dadgehê, daxwaza Tamûr qebûl kir û biryar ku di danişîneke din de bi rêya SEGBÎS’ê Çoban bê amadekirin û danişînê taloqî 4’ê gulanê kir.

Ji bo rojnameger Bariştiran ceza xwestin

Bi hinceta ku Kongreya Awarte ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di 26’ê adara 2016’an de di Gun TV’yê de weşandine, derbarê Midurê Berpirsyarê Gun TV’yê ku bi KHK’ê hat girtin Bariş Bariştiran, Endamê Dîvana Hevserokatiya KCD’ê Hîlmî Aydogdû û Mûstafa Çûkûr de doz hatibû vekirin. 7’emîn danişîna dozê li 8’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Her sê bersûc jî tev li danişînê nebûn, parêzerê Çûkûr Abdûllah Zeytûn û parêzerê Bariştiran Resûl Tamûr li danişînê amade bûn.

Di danişînê de dozger mutalaaya xwe pêşkêşî dadgehê kir û ji Çûkûr û Bariştiran re bi angaşta “propagandaya rêxistinê” bên cezakirin û Aydogdû jî bê beraetkirin. Parêzerê Çûkûr, Zeytûn ji bo ku li dijî mutalaayê parastin bike dem xwest. Parêzerê Bariştiran Tamûr jî got ku weşanên bi armanca nûçeyan nabin sûc û li dijî mutalaayê daxwaza deme kir.

Piştre heyeta dadgehê daxwaza parêzeran qebûl kir û danişînê taloqî 16’ê adarê kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar