Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li dijî komploya navneteweyî, bilindkirina têkoşîna enternasyonalîst!

Tamara Lacruz |

Di nav rojên 5 û 13‘ê mijdarê de, enternasyonalîstan û ciwanên kurd, bi meşa dijrêj ji bo azadiya Rêber Abullah Ocalan li Almanyayê çalakî pêk anî. Bi dehan dostên Tevgera Azadiyê li bajarê Hanau yê Almanyayê kom bûn û meşa dirêj a sala 2021‘ê dan destpêkirin. Bajarê Hanau bi qetliyama faşîst a li dijî koçberan ku di roja 19‘ê Sibata 2020‘an de pêk hat, tê naskirin. Bi vî awayî ev meş jî helwesteke enternasyonalîst a têkoşînê li dijî faşizmê zelal nîşan da. Ji ber ku azadiya Ocalan di heman demê de tê wateya hilweşandina faşîzmê û komploya navneteweyî ya hezên hegemonîk e. Lê li şûna ez li ser bernameya meşa dirêj, an zext û nêzîkatiya polîsên alman ên li hemberî çalakvanan, ez dixwazim li ser wateyên cuda yên girîng a meşa dirêj bisekinim.

Çima tiştek wekî meşa dirêj girîng e? Li derveyî çalakî, meş û daxuyaniyên çapemeniyê, li aliyê din di cewhera meşa dirêj de tiştên cuda û girîng hene. Beşdarên enternasyonalîst di van rojan de giredaneke bêmirin a bi têkoşîna gelê kurd û Rêber Abdullah Ocalan didin avakirin. Di dema rojên meşê de derfetan beşdarên hene ji bo ku ji aliyê malbatên kurd û endamên tevgerê yên her bajarî ku derbas dibin, wateya Rêber Abdullah Ocalan û şehîdan û dîroka têkoşîna gelê kurd ji nêz ve nas bikin û daxwaza azadiya Ocalan baştir fêm bikin.

Dibe ku sedema yekemîn a ku dike enternasyonalîst tev li meşa dirêj bibin, kevneşopiya piştgiriya enternasyonalîst a bi têkoşîna gelên bindest be. Ev piştgirî li ser esasê îdeolojîk tê meşandin, lê piştgiriya enternasyonalîstan bi Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê re ku di meşa dirêj de bi pêş dikeve sînorên îdeolojiyan derbas dike û dibe giredaneke bieşq û jiyanê. Ji ber gelek tişt hene ku tenê bi nivîs, pirtûk an jî wêneyan nayên fêmkirin. Berovajî, ji bo rast fêmkirin û watêdayîna têkoşîna gelekî din, carna gerek mirov tecrûbeyên wî gelî nas bike, jiyanê bi wan re parve bike û hestên wan bi xwe hîs bike.

Dema ku beşdarên enternasyonalîst bi malbat û endamên tevgerê re derbas dibin, bixwe tê wateya perwerdeyeke mezin. Mayîna bi wan re, dike ku li şûna tişteke razber, dûr û ya dema borî be, têkoşîna azadiya gelê kurd bibe tiştek zindî, berbiçav û ya dema niha. Malbat bi serbilindî jiyana xwişk, bira, keç û kurên xwe ku şehîd ketine, yan di zindanê de ne yan li ser serê çiyê ne, niha li dijî dagirkeriyê şer dikin, didin naskirin. Ew ji enternasyonalîstan re çîrokên bajar û gundên xwe parve dikin, wêneyên xwe yên welat û malbatê nîşan didin. Sedem, şert û mercên hatina wan a li Almanyayê, zehmetiyên ku derbas bûne û îro ji ber nijadperestiya dewleta Almanyayê hin dijîn, didin naskirin. Bi ser de jî ew domandina têkoşînê ya li Almanyayê û çawa li vê welatê jî gelê kurd xwe birêxistin dike, nîqaş dikin. Enternasyonalîst wisa dibînin ku bicîhanîna pergala konfederalîzma demokratîk di navenda modernîteya kapîtalîst de bi zehmetî û nakokiyên cur bi cur derbas dibe. Lê di serî de derdikeve holê ku ked û berxwedana jin û dayikan, di malbatên xwe, tevger û bajaran de nirx û çanda têkoşînê didin berdewamkirin. Jin û dayikên kurd ji bo ku rola xwe ya çalak di nav tevgerê de li welatên wekî Almanyayê winda nekin û li malê îlozê nemînin, gerek li dijî gelek astengiyan têbikoşin. Wekî carekê dayikek got, tenê bi mayîna li ser xeta PKK’ê û bi awayekî çalak cihgirtina di nav tevgerê de jineke kurd dikare kêmek ji azadî û nasnameya xwe li Ewropayê biparêze. Xweparastin ev e.

Lê bi taybetî ji bo enternasyonalîstan wateya ‘Rêber’ a Abdullah Ocalan a ji bo gelê kurd digihîje fêmkirineke cuda. Dema enternasyonalîstek Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê destpêkê nas dike, tiştek ku bala wê/wî dikişîne, rol û pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan e. Gelek caran bê zanebûn, ev rol wekî tiştekî îdol an demargîrî tê dîtin û wateya rêberiya wî nayê fêmkirin. Bi malbatên tevgerê tê dîtin ku Rêber Ocalan ne serokek dûr û serdest an wekî qral e, berovajî ew jî endamekî din ê her malbatê ye. Zarokên malbatan bi nav, jiyan, çîrok û têkoşîna wî mezin dibin û her roj di nîqaş û demên malbatan de derbas dibe û cih digire. Ev zarok wisa girêdaneke hezkirinê bi Ocalan û şehîdan re ava dikin. Bingeha vê hezkirinê ne tenê bi Ocalan wekî şexs giredayî ye, lê girêdayî eşqê ji bo azadiyê ye. Ji ber ku Ocalan rêya azadiya gelê kurd, jin û mirovan e; kesayeta wî, fikrên wî û têkoşîna wî ya bênavber hêz û bingeha têkoşîna azadiyê dide avakirin. Ji bo wê ev eşq ne li ser esasê têkiliyeke şexsî ye, lê li ser esasê eşqê ji bo azadiyê ku Rêber Ocalan bixwe ji bo gelê xwe û jiyanê nîşan daye û ji me hemûyan re daye hîskirin. Wisa gotina ku Rêber Abdullah Ocalan ne tenê Reberê Gelê Kurd e, dibe rastiyek. Her ku rojên meşa dirêj derbas dibin, bandora ku naskirina rastiya vê eşqê li ser beşdarên enternasyonalîst dike, diyar dibe. Enerjiya wan zedê dibe û nawestin, slogan xurt û bilind dibin û bi îradeyeke cuda tên destgirtin. Her stran, her wêne û navê şehîdan, her slogan wateyeke nû digire.

Li bajarê Frankfurtê, polîsên alman bi hedefa xwe ya tepeserkirina Tevgera Azadiyê, ji ber avêtina sloganên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û PKK‘ê xwestin ciwanekî kurd dîl bigirin. Ciwan û gelê kurd ku li wê derê bûn, bersiveke tund li dijî polîs dan û bi sloganên ‘PKK gel e û gel li vir e’ û ‘Bijî Rêber Apo’ berdana wî ciwanî ji destên polîsan qezenc kir.

Gelê kurd ne bi tenê bû, di kelêka wan de bi dehan enternasyonalîstan wan sloganan bi hêrs li dijî polîsan jî avêtibûn. Biserketina Tevgera Azadiyê û di serî de biserketina berxwedana Rêber Apo ev e: nirx û eşqa ku Rêber Apo bi PKK‘ê re daye jiyîn ji bo me hemûyan ên ku ji bo jiyaneke azad têdikoşin, bûne nirx, eşq û perspektîf. Li ser vî esasî, li dijî komploya navneteweyî û tecrîdê ku dijmirovî ya 22 sal in berdewam dike, tevgereke enternasyonalîst radibe ser pêyan û bi awayekî zelal û bilind bersivê dide û dibêje: Dem dema azadiyê ye! Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me ye!

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar