Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Berxwedana Garê bû parastina statuya Başûr’

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku berxwedana Garê bû berxwedana parastina statuya başûrê Kurdistanê

Navenda Nûçeyan |

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, di bernameya Taybet a Televîzyona Medya Haberê de tehdîda dewleta tirk a li ser rêveberiya Başûr nirxand û diyar kir ku li Garê derket holê ku gefên dewleta tirk çiqas pûç in.

Mijara sereke ku Dûran Kalkan li ser sekinî û bi berfirehî nirxand, tevgera dewleta tirk a li Garê bû.

Dûran Kalkan destpêkê li ser navê komîteya rêveber a PKK’ê, Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê, Fermandariyên Qad û Eyaleta Garê, Fermandarî û Hêza şer a YJA-Starê ya li Garê, di şexsê van hemûyan de jî şervan û fermandarên HPG/YJA Starê silav kir.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê diyar ku rewşa li Garê ne tesadufî bû û wiha got: “Herkes ji xwe pirs dike û dibêje; li Garê çibû? Dixwaze fêm bike. Tê xuyakirin ku dê gelekî were nirxandin jî. Di encamê de pêşketinên ku herikandina dîrokê biguherîne dê derkevin holê.”

‘Li Garê şerê leşkerî yê herî dijwar ê dîrokî qewimî’

Dûran Kalkan da zanîn ku li Garê, şerê leşkerî yê herî dijwar ê dîrokî qewimî û encam li holê ye û wiha domand: “Piştî 4 rojan ango saet derdora 3-4’ê 14’ê sibatê, beyî ku li pişt xwe binêrin neçar man ji qadê birevin. Artêşa tirk, faşîzma AKP/MHP’ê di êrîşa mijara gotinê de, bi têkçûneke mezin re rû bi rû ma, têkşikiya. Yanî pençê qertal nebû lingê mirîşkê jî.”

‘Armanca êrîşa Garê Biryargeha Navendî ya HPG’ê bû’

Têkildarî armanca êrîşa li Gare jî Dûran Kalkan ev tişt anî ziman: “Armanca êrîşa li Garê ew bû ku biryargeha navendî ya HPG’ê bê bandor bikin. Dibêjin; operasyona Garê ji bo rizgarkirina êsîran e, vê yekê derdixin pêş. Ev hewldana guhertine rojevê ye. Jixwe di encamê de jî derket holê ku çi li êsîran dikin. Yanî armanca wan a bingehîn bêbandorkirina sîstema kontrolê ya rêveberiya gerîla bû. Dixwestin careke din gelê kurd di komploya 15’ê Sibateke nû re derbas bikin, armanc ev bû.”

‘Cejna Erdogan ji bo wî bû roja reş û lê vegeriya’

Dûran Kalkan bi bîr xist ku Erdogan bi êrîşa Garê, dixwest cejnekê pîroz bike, lê bû roja reş û lê zivirî û wiha pêde çû: “Di encamê de ji bo ku ser vê têkçûna xwe bigirin jî leşkerên êsîr dan pêş. Careke din bi têkçûneke herî mezin a dîrokî re rû bi rû man. Tê zanîn; ji êsîrên ku me li Oremarê berdabû gotin ‘çima hûn nemirine’ û ew xistin girtîgehê. Bombeyên ku bi ser herêmê berdan ne gul bûn. Ji bo qetilkirina wan êsîran bû û qetil jî kirin. HPG hevqas sal li wan nihêrt, xwedî kir, ji bo wan stargeh ava kir û wan bicih kir. Lê yê ku wan ji wê derê mirî derxist artêşa tirk bi xwe bû.”

‘Rêya siyasetê di Kurdistanê re derbas dibe’

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê diyar kir ku çi hêza li Kurdistanê bixwaze şer bike û gerîlayên azadiya Kurdistanê paşguh bike ne pêkan e bi ser bikeve û wiha dom kir: “Her hêza ku li Rojhilata Navîn, li Kurdistanê siyasetê bike; neçar e PKK’ê, tevgera azadiyê û Rêber Apo bigire ber çavan. Ev careke din derket holê. Yên desthilat jî divê vê yekê zanibin û hêzên demokratîk jî. Rêya siyasetê di Kurdistanê re, di çiyayên Kurdistanê re, di şerê gerîla re derbas dibe. Çareserî jî Rêber Apo ye.”

Dûran Kalkan da zanîn ku dora têkçûnê ya Erdogan, Bahçelî û Soylû ye û wiha got: “Tayîp Erdogan, Devlet Bahçelî û Suleyman Soylû berpirsên bingehîn ên êrîşa li Garê ne. Berpirsên têkçûnê ew in, neçar in hesabê bidin. Ku biserketina, wê encamên dê ji xwe re bikirana bingeha siyasetê.”

‘Garê, gora faşîzma AKP/MHP’ê kola’

Dûran Kalkan da zanîn ku Garê, gora faşîzma AKP/MHP’ê kola û bal kişand ser gefên dewleta tirk ên li ser rêveberiya Başûr û wiha domand: “Gefeke mezin li ser siyaseta Başûr hebû, xistibûn bin îpoteka xwe. Ew êrîşên faşîzma AKP/MHP’ê ya li dijî Başûr şikestin. Derket holê ku tehdîdên dewleta tirk çawa têk diçe. Çawa di 2008’an de li Zapê têk çû, di 2021’an de jî li Garê têk çû.”

‘Berxwedan bû parastina başûrê Kurdistanê’

Kalkan anî ziman ku dê li başûrê Kurdistanê cejna serkeftina Garê were pîrozkirin û têkildarî bandora serketina gerîla ya li Garê jî ev tişt diyar kir: “Derket holê ku gerîla û pêşmerge bibin yek û hêzeke neteweyî ava bikin, li 4 beşên Kurdistanê tu hêz dê nikaribe xwe li hemberî wê bigire. Hemû gelê me yê li başûrê Kurdistanê vê yekê dibîne, siyaseta başûrê Kurdistanê vê yekê dibîne. Wê serketina Garê li başûrê Kurdistanê weke cejn were pîrozkirin. Me îfade kir, ev serkeftina hemû gelê kurd e. Ango kî dibe bila bibe, kîjan partî dibe bila bibe, welatparêz be, li hemberî dagirkirina Garê be divê ji vê serkeftinê rûmetê bigire. Ev berxwedan bû parastina başûrê Kurdistanê, bû parastina sîstem û statuya başûrê Kurdistanê, bû parastina azadiya başûrê Kurdistanê. Ev yek careke din bi awayekî zelal derket holê.”

‘Di serketina Garê de ked û rola herkesî heye’

Dûran Kalkan da zanîn ku di serketina Garê de rola her kesî heye û got ku divê herkes coşa vê serkeftinê bijî û ev tişt anî ziman: “Siyaseta başûrê Kurdistanê, rewşenbîr û parlamentoya wê bi xwe jî dikare vê rewşê binirxîne, li vê rastiyê xwedî derkeve. Dikare li ser vê rastiyê siyaseteke nû bide meşandin. Ji bo yekitiya neteweyî, ji bo kongreyeke neteweyî dikare bikeve nava hewldanan. Ango serkeftina Garê serkeftina gelê kurd e û rê li ber yekitiya neteweyî ya gelê kurd vekiriye. Di vê mijarê de jî ya herî zêde pêşengiyê kiriye jî başûrê Kurdistanê ye.”

Her wiha Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bang li hêzên navnetewî jî kir ku êdî rastiyê bibînin û got ku wê bi parçekeirina kurdan êdî nikaribin encam bigirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar