Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Tecrîd roj bi roj kûrtir dibe

Rêveberê Navenda Giştî yê Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Parêzer Berdan Acûn têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê nirxand

Navenda Nûçeyan

Parêzer Berdan Acûn anî ziman ku ji bo pêşî li çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd bê girtin tecrîda li Îmraliyê tê girankirin û wiha got, “Sedema tecrîda li ser Abdullah Ocalan, polîtîkaya neçareseriyê ya têkildarî pirsgirêka kurd e.”

Ji 27’ê Mijdara 2020’î ve li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo bidawîkirina binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê dan destpêkirin. Rêveberê Navenda Giştî yê Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Parêzer Berdan Acûn têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê axivî.

Îmrali ceribandina tecrîdê bû

Acûn anî ziman ku tecrîd, piştî Ocalan di sala 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin û li Girava Îmraliyê hat bicihkirin dest pê kiriye û got: “Berî ku Birêz Ocalan li Îmraliyê were bicihkirin, Îmrali girtîgeheke nîvvekirî bûye û piştî Birêz Ocalan li vê girtîgehê hat bicihkirin, statuya Girtîgeha Îmraliyê hatiye guhertin û veguherî Girtîgeha leşkerî. Girtîgeh girêdayî Wezareta Dadê ne. Lê belê Girtîgeha Îmraliyê dewrî rêveberiya Navenda Krîzê ya Serokwezîrtiyê hat kirin. Lewma gava em di warê Rejîma Înfaza Ceza ya Tirkiyeyê de lê binerin, statuya Girtîgeha Îmraliyê li gor girtîgehên din cuda ye. Tecrîd, pêşî li ser Birêz Ocalan hat destpêkirin û wekî şêwazê rêvebirina Tirkiyeyê hat ceribandin. Pêkanînên bêhiqûqî, neasasgirtina hiqûqî pêşî li Îmraliyê hatin ceribandin. Dûre hêdî hêdî li girtîgehên din belav bû û veguherî awayekî dîzaynkirinê. Bi vê rê tecrîd li hemû aliyên civakê belav bû.”

Acûn da zanîn ku ji bo pêşî li ber daxwazên çareserkirina pirsgirêka kurd bigrin, tecrîda li Îmraliyê kûr kirin û wiha pê de çû: “Sedema tecrîda li ser Birêz Ocalan ji ber polîtîkaya neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Birêz Ocalan, ji bo çareserkirina pirgirêka kurd di pêvajoya çareseriyê ya 2013-2015’an de bi awayekî çalak rola xwe lîst. Sereke sedema tecrîdê pêşîgirtina daxwazên çareserkirina pirsgirêka kurd  e. Li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd heye, lê belê bi tecrîdkirina Ocalan armanc ew e ku pirsgirêka kurd neyê nîqaşkirin, armanc astengkirina rêbazên çareseriyê yên aştiyane û astengkirina bilêvkirina daxwazên civakê yên di vî warî de ye. Mirov dikare sedema sereke ya kûrkirina tecrîdê bi vî rengî binirxîne.”

‘Sîstema Îmraliyê weke Guantanamo ye’

Acûn destnîşan kir ku hikûmet tecrîdê, weke şêwazê rêvebirina welat ji xwe re dîzayn kiriye û wiha devam kir: “Dema ku mirov sîstema tecrîdê dinirxîne, sîstema li Îmraliyê weke modela Guantanamo ya Tirkiyeyê ye. Yanî cihê ku neasasgirtina hiqûqê ye û li gorî keyfa hikûmetê tê birêvebirin. Di vir de jî armanc ew e ku bêdengkirina civakê ye ku civak di warê hiqûqî de doza mafên xwe neke. Her ciqas tecrîd li Îmraliyê dest pê kirî be jî gav bi gav li ser civakê jî belav bû. Her aliyê civakê bi tecrîdê hatiye dorpêçkirin. Tecrîd herî zêde li ser jinan, ciwanan, sazî û partiyan tê kirin û gav bi gav jî belav dibe.”

Tecrîd roj bi roj kûrtir dibe

Rêveberê Navenda Giştî yê OHD’ê Parêzer Berdan Acûn, balkişand ser nêzîkatiya CPT ên der barê Îmraliyê de û ev tişt got: “Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) a girêdayî Konseya Ewropayê ku di sala 2019’an de serdana Îmraliyê kiribû jî eşkere kiribû tecrîda li ser tecrîdê heye, lê belê derbarê vê de jî tiştek nehate kirin. CPT di rapora xwe de bal kişand ser tecrîd, ev tiştek girîng e, lê ji bo ku tecrîd bidawî bibe tu zext li ser Tirkiyeyê nekir. Her roja diçe tecrîd kûrtir dibe.

Pêşiya mirinê bila daxwazên girtiyan bên qebûl kirin

Acûn destnîşan kir ku ji ber ku biryarên der barê binpêkirinê de pêk nehatine cardin li girtîgehan grevên birçîbûnê dest pê kirine û wiha got: “Em weke parêzvanên mafê mirovan û hiqûqnas ji bo tu zirar negihêje tendirustiya girtiyan çalakiyên wiha tercîh nakin. Lê belê dema ku hemû rêyên hiqûqê werin girtin û tu rêyên çareseriyê nemîne jî çalakiyên wiha çalakiyên herî rewa ne.

Di sala 2019’an de çalakiyên grevên birçîbûnê ya di pêşengtiya Leyla Guven de hat destpêkirin û li hemû girtîgehên Tirkiyeyê belav bûn de û paşê veguherîn rojiya mirinê 8 girtiyan jiyana xwe ji dest da. Dîsa bi heman armancê girtiyan di 27’ê Mijdara 2020’î de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Weke parêzvanên mafê mirovan û hiqûqnas em hêvî dikin rojek nêz daxwazên wan ên herî rewa bên qebûlkirin. Em hikûmetê vedixwînin hiqûqê û divê ji bo Birêz Ocalan û hemû girtiyan mafên rewa werin bicihkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar