PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Gergerlîoglû: Operasyona li Garê neserketî ye

Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû diyar kir ku hewldana malbatên 13 leşker û polîsan ne di xema îktidarê de bû û got ku divê her kes qebûl bike operasyona li Garê neserketî ye

Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglû li meclisê civîna çapemeniyê li dar xist. Gergerlîoglû bersiv da hedef nîşandana ji bo xwe ya parvekirina wî ya derbarê 13 leşker û polîsan de û wiha got: “Min xemgîniya xwe belav kir û min got xwezî nehatibûna kuştin. Ji ber ku me qala aştiyê kir me kirin armanca xwe. Qey meriv dibêje me rê li ber mirina van însanan vekiriye. Min gotibû ev însan dikaribûn nemirina. Kê dera vê gotinê şaş e. Min li meclisê ji bo van însanan bang kiribû lê jiyana wan nehat rizgarkirin.”

Gergerlîoglû bi bîr xist ku parlamenteran pêşniyazpirsan dane meclisê, serdana malbatan a bo meclisê û nameyên desteserkiriyan hatin paşguhkirin û ev tişt anî ziman: “Hewldanên ji bo van însanan hatin kirin ne di xema îktîdarê de bû. Kes eleqedar nebû. Bersiva pêşniyazpirsên me nedan. Di encamê de cenazeyên van însanan hat. Divê her kes qebûl bike ku operasyona Garê neserketî bû. Em alîgirê jiyan û aştiyê ne. Tişta rast çi be em ê wê bêjin. Keviran jî li me bibarînin em ê dîsa rastiyê bêjin. Her tişt aşkera derket holê. Wezîr hatin meclisê agahî dan me, lê belê di esasê xwe îstîfa xwe dan. Operasyonek neserketî heye. Bila her kes vî ya qebûl bike.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar