Navenda Nûçeyan
Di encama lêkolînên heta niha hatine kirin de, DNA herî kevn a ku hatiye tespîtkirin a hespekî bû ku di navbera 500 hezar sal û 700 hezar sal beriya niha sax bû. Lê belê karên li Navenda Paleojenetîk a li Stockholmê tespît kir ku DNA ya herî kevn a mamûtekî li herêma Sîbîrya ya Rûsyayê ye.
Li gorî lêkolîna li kovara Nature hat weşandin, DNA mamût a li Sîbîryayê hat dîtin beriya milyonek salî ye. Mamût heta 4 hezar salî berê jî hebûn.
Di lêkolînê de hat ragihandin, fosîlên mamût ê ku genomên wî hatin lêkolîn, hîn jî li Akademiya Zanistên Rûsyayê ya li Moskowayê ne. Ev fosîl di salên 1970’î de li Sîbîryayê hatibûn dîtin.