Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Kurd di têkoşîna azadiyê de bi israr in

Yek ji fermandarên HPG'ê Davût Karasû salvegera 22’yemîn a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê nirxand

 Navenda Nûçeyan

Ji Fermandarên HPG’ê Davût Karasû got, “Êdî li her devera cîhanê azadiya Rêber Apo tê xwestin. Li zindanan berxwedan heye, gerîlayên azadiya Kurdistanê li çeperan li ber xwe didin. Gelê kurd di her pêvajoyê de têkoşîna azadiyê bilind kiriye.”

Yek ji fermandarên HPG’ê Davût Karasû di salvegera 22’an a komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê nirxand û wiha got, “Roja reş a ji bo gelê Kurdistanê ye. Di dîroka Kurdistanê de, di dîroka PKK’ê de derba herî stratejîk bû 15’ê Sibatê. Rojeke reş e ku di dîroka kurdan de qewimî ye. Ev çawa qewimî, em çima ketin rojek wisa. Rêber Apo ji tunebûnê hebûn çêkir. Rêber Apo di dîroka kurdan de pêvajoyek nû vekir. Di nav civaka kurdan de şoreşa hişmendiyê çêkir. Di zîhniyetê de di kesayeta kurdan de guhertin çêkir. Kesayeta kevneperest red kir û kesayetekî nû di nav civaka kurdan de ava kir. Li Kurdistanê afirandina kadroyên nû bû. Her tişt bi kadroyên nû hat çêkirin. Rêber APO wek Bîng Banga kurdan e. Serok Apo ji bo vejîna kurdan wek teqîna destpêkê ye.  Di pêvajoya komploya navneteweyî de pêşketinên çawa çêbûn, Rêber Apo ev bi nav kir. Hevaltiya kêm û dostaniya sexte nirxand. Rêber Apo esareta xwe bi hêzbûna dijmin ve girê neda. Rêber Apo her tim ev destnîşan kir; hevaltiya ku kêm û dostên ku sexte ye, têkiliya ku her tim bi dijmin re tev digere tehlîl kir. Rêber Apo esaret û komplo bi vî rengî îfade kir. Tecrîda ku îro li Îmraliyê berdewam dike, komploya ku di sala 1999’an de pêş ket, li beramberê kurd û Kurdistanê bû.”

Bi planan xwestin kurdan qir bikin

Fermandar Davût Karasû di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku gelê kurd bi her cûreyî berxwedana xwe xurt kir û got, “Di pilana dagirkeriyê de xwestin kurdan qir bikin, lê ev pêk nehat. Di pilana komployê de wer hatibû hedefkirin ku tevgera azadiya Kurdistanê tesfiye bikin,  xwestin li Kurdistanê qirkirinê bike, asîmîlasyonê li ser kurd û Kurdistanê kûr bikin. Wexta ku Rêber Apo dest bi vê tevgerê kir, wexta ku şerê azadiyê kir, di her aliyê de civaka kurd û dîroka Rojhilata Navîn analîz kir. Li cîhanê û heremê hevsengî hatin guhertin, kurd û dostên kurdan li Rêber Apo xwedî derketin.”

Me berxwedanê geş kir

Fermandar Karasû diyar kir ku kurd ji her demê bêhtir li ber tecrîdê radibe, li dijî esaretê li ber xwe dide û got, “Jinên kurd, gerîlayên kurd di têkoşîna azadiyê de israr dikin. Êdî li her devera cîhanê azadiya Rêber Apo tê xwestin. Li zindanan berxwedan heye, gerîlayên azadiya Kurdistanê li çeperan li ber xwe didin. Gelê kurd di her pêvajoyê de têkoşîna azadiyê bilind kiriye. Em di asteke welê de ne ku êdî azadiya Rêber Apo dixwazin. Dem dema azadiyê ye, dem dema têkbirina qirkirinê ye. Di destpêka komployê de me kêmasiyên xwe nirxand, me hevlatiya xwe ya kêm nirxand, li hemberî her tiştî me berxwedana xwe geş kir.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar