Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Tifaqa me ji bo demokrasiyê ye

Hevserokê HDP'ê Mîthat Sancar serdana Partiya Çepgir kir. Sancar diyar kir ku ew dixwazin tifaqa demokrasiyê deynin û bang kir ku li dijî polîtîkayê şer derkevin

Navenda Nûçeyan

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar, Berdevka Partiyê Ebrû Gunay, Alîkarê Hevserok Tuncer Bakirhan û parlamenter Semra Guzel di çarçoveya kampanyaya ji bo Her Kesî Edalet çûn serdana Partiya Çepgir (Sol Partî) .

Di serdanê de ji Lijneya Serokan a Partiya Çepgir Onder İşleyen, İlknu Başer û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî Mehmet Soganci û Ozaz Surer hazir bûn.

Sancar piştî hevdîtinê daxuyanî û diyar kir ku rojeva wan a sereke ew ku çawa dikarin tifaqa herî berfireh a demokrasiyê ava bikin, tifaqa ew behsê dikin ne ya hilbijartinê lê tifaqa demokrasiyê ye. Sancar wiha got ”Tifaqa demokrasiyê jî li hemû qadên grîng, li her qada ku nedadî lê giran e avakirina rêbaz û mekanîzmayên têkoşînê ye.”

Sancar destnîşann kir ku li Tirkiyê û Kurdistanê bêedaletî pir zêde bûye, desthilata AKP-MHP’ê ji bo hebûna xwe bidomîne pişta xwe didin polîtîkayên şer û wiha pê de çû”Em, nexasim hêzên dilxwazên demokrasî û edaletê, girîng e ku li van qadan helwesta xwe bi zelalî diyar bikin. Li dijî polîtîkayên şer divê em bikaribin têkoşîna hevpar a aştiyê ava bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar