Neteweyên Yekbûyî 21’ê Sibatê di cîhanê de wekî roja zimanê dayikê îlan kiriye. Beriya nozdeh salan ji bo ku hem girîngiya bikaranîna zimanê dayikê diyar bike û hem jî girîngiya balê bikişîne ser tunebûna zimanên kêmar û herêmî ev roj wekî roja zimanê dayikê îlan kir. Tê gotin ku di cîhanê de nêzî heft hezar ziman hene. Ji van zimanan ji sedî çil di bin talukeya windabûnê de ne.
Ev roj ji bo kurdan jî girîng e. Zimanê kurdî her çiqasî niha ne di bin talukeya tunebûnê de be jî bikaranîna zimanê kurdî her diçe kêm dibe. Gelek sedemên ku bikaranîna zimanê kurdî kêm dibe hene. Bêguman sedema herî mezin polîtîkayên dewletê yên înkar û asîmîlasyonê ne. Dewlet ji destpêka komarê ve li ser zimanê kurdî polîtîkayên tunebûn û pişaftinê dimeşîne. Ev rastî ji berê ve heye. Lê sedemeke mezin nêzîkatiya kurdan bi xwe ya li hemberî ziman e. Zimanê kurdan bi hemû zaravayên xwe ve bi hezar salan beyî ku bibe zimanê dewletê, xwe bi xwe heya îro hat. Ji hêla peyv û biwêjan heta tu bêjî bes têra xwe dike. Mirov dikare bêje ku kurdî yek zimanê herî berfireh e. Hem ji ber erdnîgarî û hem jî ji ber piraniya ol, bawerî û qewman hejmara peyvan pir zêde ye. Mixabin îro kurd bixwe di xweîfadekirina bi kurdî de zehmetiyan dikşînin. Ji bo vê rewşê gelo mirov hemû berpirsiyariyê bavêje ser dewletê çiqasî rast e? Zimanê kurdî ku heta îro hat di vê dema teknolojiyê de çima qels dibe? Zimanekî ku ewqas têra xwe dikir îro çima di îfadekirinê de kêm tê dîtin? Îfadekirina bi kurdî bi rastî têrê nake yan ev dibe hincetek? Mirov dikare van pirsan zêde bike.
Ji bilî zimanê akademîk ango zimanê ku di zanist û teknîkê de tê bikaranîn hemû ziman hebûna xwe bi civakê didomînin. Wekî din hemû civak bi qasî ku di ziman de derfeta xweîfadekirinê dibînin hebûna xwe didomînin. Lewma jî civak û ziman du qadên ku hev temam dikinin. Her wiha ziman tenê ne rêbazeke teknîkî ya ku ragihandinê pêk tîne ye. Wekî mînak gelek caran ziman wekî ku tenê rêyeke xwe îfadekirinê ye tê vegotin. Ha te xwe bi tirkî îfade kiriye û ha bi kurdî, îngilîzî xwe îfade kiriye… Ferq naxe navberê. Ev nêzîkatiya herî şaş a li hemberî ziman e. Ev nêzîkatî dike ku mirov pir bi rihet dev ji zimanê dayikê berdide. Lê mixabin ziman ne amûreke teknîkî û ne jî objeyeke tebatî (pasîf) ye. Ziman zindî ye. Xwedî feraset û hişmendî ye. Xwedî dîrok û çand e. Di her peyv û biwêjê de çand û dîrok veşartî ye. Mirov çiqasî di ferqa vê rastiyê de be, dê ewqas li ziman xwedî derkeve. Mînakek biçûk bidim. Em navê hev pirs dikin. Yek dibêje navê min Osman e, yek dibêje navê min Bêrîvan e, yek dibêje Atîla ye û hwd… Her yek ji van nava bi zimanekî ye. Dema tu bixwazî navê Osman vekolîn bikî divê tu çand û dîroka ereban zanibî, dema bixwazî navê Bêrîvan vekolîn bikî divê tu çand û dîroka kurdan zanibî, ji bo navê Atîla vekolîn bikî divê tu çand û dîroka tirkan zanibî. Lewma her peyvek beyî dengê ku tîne zîman di nava xwe de wateyên curbecur dihewîne. Mixabin îro nêzîkatiya li hemberî ziman pir ji rêzê tê girtin. Wekî ku hebe jî dibe tune be jî dibe. Lê divê neyê jibîrkirin ku helwesta ziman helwesta neteweyî ye.
Civak jî di bikaranîna ziman de îro di nav xeletiyek mezin de ye. Bi taybet li bakurê Kurdistanê ferasetek balkêş derketiye holê. Malbat bi zarokên xwe re bi zanebûn bi tirkî diaxivin. Dayikên ku zimanê wan kurdî ye bi zarokên xwe re bi tirkî dipeyivin. Wekî sedem jî dibêjin ku ‘bila zarokên me dema dest bi dibistanê kirin zehmetî nekşînin.’ Yanî zarokên xwe bi zanebûn asîmîle dikin. Dibe ku malbat niha ne di ferqê de bin lê sibe ev zarok wê bêjin ‘dayik û bavê me em hînî zimanê me nekirin.’ Xwe-pişaftin (oto-asîmîlasyon) bi vî awayî derdikeve holê. Ev jî xetereyeke mezin e. Dewlet bi zanebûn dixwaze zimanê me tune bike. Ji bo tune bike her rêbazî dimeşîne lê dike nake dîsa ziman xwe li ser lingan dihêle. Lê bi vê nêzîkatiyê kurd xwe bi xwe zimanê xwe tune dikin.
Diyar e ku bi helwestên sivik û ji rêzê ziman nikare were parastin û pêşvexistin. Pêwîst e her welatparezekî kurd parastina ziman wekî erkekê bide pêşiya xwe. Heke kesên rêvebir û pêşeng di civakê de neaxaftina bi kurdî ji xwe re wekî şermê nebînin ziman nayê parastin. Çawa ku xwarin û vexwarin ji bo me tiştek jiyanî be lazim e helwesta hemberî ziman jî wisa be. Pêwîstî bi milîtaniya ziman heye. Her kêliyê divê li hemberî pergala ku dixwaze hebûna gelekî tune bike hişyar be. Dibe ku hinek nirxandinek giran be lê demekê serokê parlementoya Tirkiyeyê Cemîl Çîçek digot : “ Me tirkî fêrî afrîkiyan kir lê me kurd fêrî tirkî nekirin.” Tirkan em fêrî tirkî nekirin lê niha em xwe bi xwe fêrî tirkî dibin. Ev fêrbûn jî li ser jibîrkirina zimanê kurdî çêdibe. Li ser tunebûna zimanê kurdî çêdibe.
Ji bo parastina zimanê kurdî divê êdî kurd bi her awayî xwe biêşînin. Yanî lazim e em jibîrkirina her bêjeyekê wekî jêbûna parçeyek ji bedena xwe hîs bikin. Tenê ne wekî zimanê dayikê di heman demê de wekî zimanê bindest were destgirtin. Têkoşîna ziman encex bi vî awayî dikare bi ser bikeve. Demekê kampanyayeke ‘nayê fêmkirin’ hatibû destpêkirin. Ev kampanya li hemberî kesên ku bi tirkî diaxivin hatibû destpêkirin. Lê hindik maye ev kampanya biguhere û li hemberî kesên ku bi kurdî diaxivin were meşandin. Dema ez van nirxandinan dikim ne ku fetîşîzma zimanê kurdî dikim. Zimanê kurdî ser zimanên din re jî nabînim. Hemû ziman hêja ne. Divê hemû ziman werin parastin. Divê em dikaribin derfeta ku herkes dikaribe bi zimanê xwe biaxivin ava bikin. Ji bo vê jî di serî de divê em dikaribin zimanê xwe biparêzin.
Di roja zimanê dayikê de herkes dikare ji bo xwe destpêkek nû çê bike. Di serî de ji xwe dest pê bike û hemû derdoran ji bo axaftin, xwendin û nivîsandina zimanê dayikê teşwîq bike. Xwedîderketin û pêşvebirina zimanê kurdî ne wekî vebijarkekê (seçenek) wekî peywirekê li pêşiya me ye.