Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

TJK-E ji bo jinên Efrînê dê bimeşe

TJK-E 20'ê Sibatê ji bo jinên Efrînê bimeşe û bang li her kesî kir ku tev li meşa xwedîderketina li berxwedana Efrînê bibin

Navenda Nûçeyan |

Sibe dê kurdên li Ewropayê û dostên wan ji bo jinên Efrînê daqevin qadan.

TJK-E’yê jî bi daxuyaniyek banga tevlibûna meşe kir.

TJK-E’yê dagirkeriya tirk a li ser Efrînê ya 20’ê Çile ya 2018’an bi bîr xist, diyar kir ku di êrîşên dagirkeriya tirk de her cure çek hatin bikaranîn, bi hezaran sivîl şehîd bûne, bi sedan jin hatin qetilkirin an jî rastî tecawizê hatine, îşkence li wan kirine yan jî li bazarên koleyan hatine firotin û bi sed hezaran mirov hatine koçbekirin û wiha got: “Li herêmê yek ji sûcê herî mezin ê mirovahiyê hatiye kirin ku paqijiya etnîk daye ber xwe û qanûnên navnetewî binpê kiriye. Li dijî vê rastiya qirkirin û dagirkeriyê ku li ber çavê cîhanê dibe bi lezginî divê saziyên navneteweyî tevbigerin. Li ser vê mijarê divê hemû mirovahî li dijî qirkirina jinan dengê xwe rakin.”

TJK-E’yê kampanyaya ‘Ji Dîktator Were Darizandin 100 Sedem’ bi bîr xist û da zanîn ku yek ji mijara sereke ya kampanyayê qirkirina jinan a li Efrînê ye ku bi fermana dîktatora faşît Erdogan ve tê kirin û wiha domand: “Erdogan divê demildest li dadgehên navnetewî were darizandin. Neteweyên Yekbûyî ji bo jenosîda li Efrînê demildest divê tevbigere. Konseya Ewropayê divê ambargoyê li ser dewleta tirk deyne. Em dibêjin divê qirkirina jinan li qada navnetewî weke sûc were dîtin. Em ê bibin dengê jinên Efrînê. Ji ber vê 20’ê Sibatê em ê li qadan bin. Ji bo Efrînê em jin, kurdistanî, rêxistinên jinan, pêkhateyên Yekitiya Hêzên Demokratîk a Ewropayê, partî û saziyên kurd em ê li hemû cîhanê li qadan bin.”

Her wiha TJK-E’ê bang kir ku sibe her kes tev li meş û mîtîngên bi dirûşma ‘Ji dagirkeriyê re na, ji qirkirina jinan re na’ bibe.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar