Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Qetilkirina sê şoreşgeran operasyona dewletê bû

Serokê berê yê Daîreya Îstîxbaratê ya Fermandariya Giştî Îsmaîl Hakki Pekîn di qenaleke televîzyonê de mikur hat ku qetilkirina sê şoreşgerên li Parîsê operasyoneke dewletê bû

Navenda Nûçeyan

Serokê berê yê Daîreya Îstîxbaratê ya Fermandariya Giştî Îsmaîl Hakki Pekîn di qenaleke televîzyonê de mikur hat ku qetilkirina sê şoreşgerên li Parîsê operasyoneke dewletê bû. KCDK-E û TJK-E’yê bang li hikumeta Fransayê kirin ku bi berpirsyariya xwe rabe.

Serokê berê yê Daîreya Îstîxbaratê ya Fermandariya Giştî ya Artêşa tirk Îsmaîl Hakki Pekîn li qenala CNNTurkê di 16’ê sibatê de beşdarî bernameyekê bû û diyar kir ku divê êriş li dijî rêveberên KCK’ê bê kirin.

Îsmaîl Hakki Pekîn bi vê gotinê li komkujiya Parîsê mikur hat; “Li Ewropayê jî rêveberên wan hene. Divê em tiştekî bînin serê yên li Ewropayê. Yanî berê li Parîsê hatibû kirin, belê…”

Li Parîsê di 9’ê Çileya 2013’an de ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez hatibûn qetilkirin. Di lêpirsînê de pêwendiya MÎT’ê ya bi komkujiyê re eşkere bûbû û tevlî îdîanameyê hatibû kirin.

KCDK-E û TJK-E’yê bi daxuyaiyekê bal kişandin ser vê mikurhatinê û di serî de Fransa bang li hikumetên Ewropayê kirin ku bi berpirsyariya xwe rabin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku”Hikumeta Fransayê divê vê mikurhatinê tavilê weke delîlekî şênber qebûl bike û dosyaya komkujiya Parîsê ya hatiye girtin ji nû ve veke, ronî bike û pêşî li wê yekê veke ku di serî de Tayyîp Erdogan hemû sucdar li dadgehên navneteweyî bên darizandin. Piştî vê mikurhatinê divê welatên Ewropayê li hemberî gefên dewleta tirk a faşîst ên li dijî Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Ewropayê helwestê nîşan bidin.

Haya dewletên Ewropayê û Fransayê ji karên îstîxbarata dewleta tirk hene. Di van gotinan de ku Serokê berê yê Daîreya Îstîxbaratê ya Fermandariya Giştî armancên dewleta tirk, gef û komkujiyên nû bi rengekî şênber radixe pêş çavan.

Bi navê KCDK-E û TJK-E’yê bi vê wesîleyê em careke din bang li hikumeta Fransayê dikin ku bi berpirsyariya xwe rabin. Têkoşîna me ya azadî, wekhevî û demokrasiyê ya li dijî faşîzma AKP-MHP’ê wê bi biryardarî dewam bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar