Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Kurdên li Lubnanê

Îsrailê dest bi destwerdana bejahî li başûrê Lubnanê kir û pêre jî cihên Hizbilah li başûrê Beyrûtê bombebaran dike. Ev tevgera wan piştî kuştina...

Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Kurdên li Lubnanê

Îsrailê dest bi destwerdana bejahî li başûrê Lubnanê kir û pêre jî cihên Hizbilah li başûrê Beyrûtê bombebaran dike. Ev tevgera wan piştî kuştina...
Çarşamba - 2 Ekim 2024

Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Kurdên li Lubnanê

Îsrailê dest bi destwerdana bejahî li başûrê Lubnanê kir û pêre jî cihên Hizbilah li başûrê Beyrûtê bombebaran dike. Ev tevgera wan piştî kuştina...

Hunko: Haya Almanya ji operasyona Garê hebû

Parlamenterê Partiya Çep a Alman Andrej Hunko diyar kir ku êrişa dewleta tirk a li ser herêma Garê bi rêdana Almanyayê hatiye kirin

Navenda Nûçeyan 

Parlamenterê Meclîsa Federal a Alman û Alîkarê Serokê Koma Çep a Parlamenta Yekbûyî ya Meclîsa Parlamenteran a Têkel a Ewropayê (MPTE) Andrej Hunko li ser êrişa dagirkeriyê ya dewleta tirk a li ser herêma Garê ku di 10’ê sibata 2021’ê de dest pê kir û 14’ê sibatê di encama bexwedana gerîla de neçar man ku vekişin, têkildarî rola Almanyayê ya di vê êrişê de nirxandinên balkêş kir.

Hunko di axivtina xwe diyar kir ku êrişa dagirkeriyê ya li ser Garê ku di encamê de 13 êsîrên di destê HPG’ê de jiyana xwe ji dest dan, bi rêdana Almanyayê pêk hatiye. Hunko got, “Bi dîtina min, Tirkiyeyê plana operasyonê pêşkêşî Almanyayê kir û dema ku nerazîbûnek lê nehate kirin, yekser xiste meriyetê.”

‘Gelek nîşane hene ku min piştrast dikin’

Parlamenterê Alman Hunko bi bîr xist ku wezîrê parastinê yê tirk Hûlûsî Akar hefteyek beriya operasyona leşkerî ya dewleta tirk hat Berlînê, bi hempîşeya xwe ya Alman Annegret Kramp-Karrenbaûer re hevdîtin kir û bi ihtimaleke mezin plana operasyonê di vê hevdîtinê de kete rojevê.

Hunko got :”Herdu aliyan ragihandin ku ew ji hevdîtinên li Berlînê kêfxweş in. Ev yek nîşan dide ku rejîma Erdogan destûr û erêkirin ji Almanyayê wergirtiye. Her wiha çend hefte beriya hevdîtina herdu wezîran, wezîrên karên derve yên herdu welatan Maas û Çavûşoglû li hev kom bûn. Piştî vê hevdîtinê jî herdu wezîran wêneyên samîmî kişandin û diyar kirin ku Tirkiye ji bo çareseriya pirsgirêkên bi dewletên Rojavayî re gavan diavêje û li benda pêşketnê ne. Gelo di berdêla çi de biryar li ser destpêkirina pêvajoyeke wiha hat dayin? Bêguman ev yek nîşan dide ku Tirkiyeyê di mijarekê de destûr wergirtiye.”

‘Bêdegiya Almanya û Yekitiya Ewropayê balkêş e’

Andrej Hunko ku di heman demê de Alîkarê Serokê Koma Partiya Çep a li Meclîsa Federal e, bal kişand ser bêdengiya Almanyayê û Yekîtiya Eworpayê ya piştî êrişa li ser Garê û got, “Almanyayê û Yekîtiya Ewropayê bi tu awayî di asteke bilind de operasyonê şermezar nekirin, daxuyaniyek bi vî rengî nedan, bêdeng man. Ev yek jî nîşan dide ku haya wan ji vê êrişê hebû.”

Hunko bi bîr xist ku li ser pêşnûme pirsa Partiya Çep a li ser naveroka hevdîtina Akar û Kramp-Karrenabûer hat ragihandin ku di hevdîtinê de mijarên li ser rewşa li Sûriye û Iraqê hatine nirxandin.

Hunko anî ziman ku ev agahî tê wê wateyê ku plana êrişa li ser Garê ya Duhokê ku bi rengekî fermî di nava sînorên Iraqê de ye, bi awayekî neyekser hatiye nirxandin û diyar kir ku ew vê bersivê têrker nabînin, ji hikumeta Merkel dixwazin ku agahiyên berfireh bide. Hunko ragihand ku divê hem Almanya hem jî Yekîtiya Ewropa di asta herî bilind de vê êrişê şermezar bikin û got, “Em timî dibêjin, careke din bêjim; Eger Almanya naxwaze êrişên bi vî rengî careke din bibe divê bes çekan bifiroşe Tirkiyeyê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar