Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

‘Divê her kes mamosteyê li dijî asîmlasyonê be’

Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê Dibistana Zimanê Kurdî ya Fatma Tokatê ku piştî darbeyê bi KHK'ê hatibû girtin, niha wêran bûye. Yek ji mamosteyên dibistanê Şevket Acar destnîşan kir ku perwerdehiya bi kurdî tenê li nava çar dîwaran nayê dayîn û got ku divê her kurd xwe wekî mamosteyek bihesibîne

Li Tirkiyeyê kurd, 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê di şert û mercên zext, zorî û polîtîkayên qedexekirinê û asîmlasiyonê de pêşwazî dikin. Li Tirkiyeyê hîn jî ji xeynî tirkî, perwerdehiya bi zimanên din qedexe ye. Her wiha gelek sazî û dezgehên kar û barên xwe bi zimanê din dikin jî tim hedef tên girtin. Nexasim jî piştî hewldana darbeya leşkeri ya 15’ê tîrmeha 2016’an, bi îlankirina Rewşa Awarte re gelek dibistan, komele û enstîtuyên kurdî bi KHK’yan hatin girtin. Piştî qeyûm tayînî şaredariyan hatin kirin jî gelek dibistanên kurdî bêerk hatin hiştin. Yek ji van dibistanan jî li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê Dibistana Zimanê Kurdî ya Fatma Tokatê ye.

Avahiya dibistanê bi biryara meclisa şaredariyê, di 5’ê Mijdara 2015’an de bi kirê ketibû destê KURDÎ-DER’ê. Piştî dest bi perwerdehiyê kiribû bi sedan xwendekar qeyda xwe çêkiribûn. Lê belê gava di 11’ê Îlona 2016’an de qeyûm tayînî şaredariyê hatibû kirin, deriyê wê hatibû qufilkirin û wekî hincet jî KURDÎ-DER hatibû nîşandan ku bi KHK’ê hatiye girtin. Piştî vê biryarê dibistan bêxwedî hat hiştin û di demeke kurt de wêran bû. Li ser dîwarên wê nivîsên nîjadperestî hatibûn nivîsîn.

Lê belê gava HDP di hilbijartina herêmî ya 2019’an de şaredarî bi dest xistibû, şaredariyê dibistan selihandibû. Berî ku dibistan dest bi perwerdehiya xwe bikira, cardin qeyûm hatibû tayînkirin. Avahiya dibistanê cardin bêxwedî ma.

Li malan perwerdehî

Yek ji mamosteyên dibistanê Şevket Acar, anî ziman ku ji ber ku li bajêr yekem dibistana kurdî bû, pir girîng bû û qeyda zarokekî ya dibistanê bi bîr xist û wiha got: “Me sala ewil bi poleke 24 kesan dest pê kir. Paşê eleqe zêde bû û piştî salekê bi sedan xwendekaran qeyda xwe çêkir û pol tije bûn. Tenê ne perwerdehiya ziman, di gelek warî de perwerdehî dihat dayîn. Bandorek baş li zarokan kir. Ji lewra me pîroziya jiyanê û nêzîkbûna ji bo wê jî hîn dikir. Di sala duyemîn de hat girtin û wêran bû. Me bi kedeke mezin ew vekir, lê belê gava qeyûm hat û wê girt, me jî mal kirin dibistan. Me perwerdehî domand. Malbat dixwestin zarokên wan bên perwerdekirin.”

Polîtîkaya înkarkirinê

Di axaftina xwe de Acar da zanîn ku eleqeya girtina dibistanên kurdî, bi hewldana darbeyê re tune ye, ji lewra bi vê neyta wan a veşarî aşkera bûye û ev tişt anî ziman: “Armanca wan, kurdî pêş nekeve. Hedefa sereke ya qeyûman û KHK’yan zimanê kurdî bû. Girtina dibistanên kurdî, nîşaneya vê ye. Heger gelek bi zimanê xwe biaxive, wê xwedî li çand û dîroka xwe jî derkeve. Girtina dibistanên kurdî, berdewamiya polîtîkayên asîmlasiyon û înkarkirinê ye.”

Bangewazî

Her wiha Acar destnîşan kir ku ji ber ku dibistana wan di vî halî de ye, li ber dikeve û diyar kir ku xeyalên xwendekaran nîvco mane, lê belê teqez dê roj bê û zarokên kurd ê li dibistanên xwe mezûn bibin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê bang li malbatan û gelê kurd dikim ku kurdî hînî zarokên xwe bikin. Perwerdehiya bi kurdî tenê li nava çar dîwaran nayê dayîn. Fabrîke, kuçe, kargeh, çiya û deşt… her der dibistanek û polek e. Divê her kes xwe wekî mamosteyan bihesibîne. Ancax em bi vî awayî dikarin kurdî ji asîmlasyonê xelas bikin.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar