Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

‘Daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê daxwaza herî rewa ye’

Komîteya Perwerdehiya KCK’ê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê pîroz kir û wiha got: “Daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê, ji hemû daxwazan zêdetir rewa ye. Modela perwerdeya Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji bo hemû gelên ku li herêm û cîhanê têkoşîna hebûn, nasmane û ziman dimeşînin, mînaka herî bêhempa ye.”

Komîtya Perwerdehiya KCK’ê, bi rasthatina Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyek da û bal kişand ser zimanên ku li ber xeteriya tunebûnê, perwerdeya bi zimanê dayikê, pirsgirêkekî giştî ya kûrewiye û li benda çareseriyekî lezgîne.

Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:

“22’yemîn Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî di serî de ji Rêber Apo re ku hêviya azadiya gelekî ya çand, nasname, ziman û hebûna wê hatî qedexekirin û tune hatî hesibandin gihand asta tekoşînekî bêhempa û di vê oxirê de tu astengan nas nekir, şehîdên me yên nemir ku di oxira hebûn, ziman, nirx û azadiya gelê xwe de mirinê weke bi dawîbûnekî nedîtin û xwe gihandin bêmiriniyê, her wisa ji gelê me yê berxwedêr ku di gel her cûre qedexe, zext, çewisandin, îşkence û înfazan stranên bi zimanê xwe gotî, çîrokên mêrxasiyê vegotî, dengê tilîliyên xwe bilindkirî û li hember neyar çok nedanî, pîroz be.

Ziman ne tenê amûrekî vegûheztinê; di heman demê de ji bo gelekî amûrê herî girîng a jiyandina nasname û çanda xwe û wan gihandina pêşerojên ronake. Her zimanekî hilgirê dîrok, çand, wêje, huner û felsefeya jiyanê ya civaka xwe ye.

Li gor daneyên Rêxistina Perwerde, Çand û Zanist UNESCO a girêdayê N.Y, ji sedî 40’î şêniyên li cîhanê ji perwerdeya bi zimanê ku diaxivin ango fêm dikin bêpar in. Li cîhanê ji du heftê carek zimanekî tevî nêvenga çandî û entellektûelî a têde çêbûyî dimire. Îro di nav nêzî 7 hezar  zimanên li ser rûyê cîhanê tê axaftin de 2474 ziman bi metirsiya tunebûnê re rû bi rû ne. Ji sala 1950’î heya niha 230 ziman ji navê rabûne ango tunebûne. Ji ber rastiya ku bi her zimanekî mirî re çandekî jî dimire, perwerdeya bi zimanê dayikê pirsgirêkekî giştî ya kûrewiye û li benda çareseriyekî lezgîn e.

Li gel pêşketina kapîtalîzmê polîtîkayên fermî yên dewletan ji destpêkê heya îro li hember hebûna zimanan metirsiyekî jiyanî ye. Di destpêka sedsala 20’an û pê de li gelek deverên cîhanê bi sedema dewlet-netewên yekdest ên hatî damezrandin, gelek welat bûne goristanê zimanan. Dewlet-netew bi polîtîkayên xwe yên qirkirina zimanî û çandî, di hemû qadên jiyanê de perwerdeya bi yek zimanî wek neçariyekî li ser gelan ferzkirine. Rêya sereke ya bişaftina civakekî qedexekirina zimanê wê civakê ye. Bê şik, ji bo civakekî wêraniya herî mezin bi zimanê xwe neaxaftin, jibîrkirina zimanê xwe û dûrketina ji zimanê xwe ye. Aşkeraye ku civaka zimanê xwe ji bîr kirî bi mîsogerî wê çanda xwe, dîroka xwe, nasnameya xwe û herî dawî jî wê bîrê xwe winda bike. Ev yek qira civakî ye ku ji hêla hişê dewlet netew bi domdarî tê meşandin.

Dagirker bi armanca bikaribin hebûna gelê kurd ji holê rabikin, bi sedan salan êrîşên hovane meşandin, dimeşînin. Benda 42’emîn a destûra bingehîn ê dewleta tirk a girêdayê feraseta ‘yek netew, yek ziman’ ku perwerdeya bi zimanê kurdî qedexe dike û dibêje; ‘Ji derveyî tirkî tu zimanekî din nikare di saziyên perwerde û hînkariyê de ji hemwelatiyên tirk re wek zimanê dayikê bê dayîn û fêrkirin’. Ev, ji hêla feraseta dewlet-netew a bi destê moderîteya kapîtalîst hatî welidandin tune hesibandina gelan û zimanên wan e. Li Tirkiyeyê ku mozaîkê gelan e, di sala 2021’emîn de tu gel ne li dibistanan, ne li tu saziyekî fermî nikarin bi zimanê xwe biaxivin. Tv, ajansên nûçeyan, kovar, radyo, weşanxane û heta dibistanên seretayî hatin girtin, dibistana seretayî a Alî Erel ê di 2015’an de hatî vekirin di 21’ê Sibata 2016’an roja zimanê dayikê ya navnetewî de hat girtin. Peykerê nivîskar û helbestwanên kurd hatin rûxandin, tabelayên nîşaneya pirzimanî hatin rakirin, deriyê komele û enstitûyan hatin daxistin. UNESCO ku di raporên xwe yên berê de destnîşan kiribû ku li Tirkiyeyê 15 ziman li ber tunebûnê ne û 3 ziman jî tune bûne. Lê, di rapora xwe a çend roj berê weşandî de rewşa heyî ji nedîtî ve tê û mîna ku bêje ji bo hemû zarokan gihandina perwerdê de, li derveyî hin astengên teknîkî tu astengek nîne û bi vê raporê li hemberî gelan faşîzma li ser ziman û perwerdeyê rewa dike. Ev yek ‘biratiya gûstîlê’ ya navbera modernîteya kapîtalîst û dewlet-netewe ku di encam de kapîtalîzm bi dengekî bilind dibêje; ‘Şeran jî ez derdixim, bangawaziyên aştiyê jî ez dikim, rastiyê jî şaşiyê jî ez diyar dikim’. Heman dewleta tirk di hêlekî de ji ber koçberiyên li van salên dawî wergirtî, li hêla din jî li Efrîn, Serêkanî û Girêspiyê dagirkirî de, bin navê xizmeta perwerdehiyê li pêş çavê cîhanê mûferedata tirkî bi rêka wergera erebî li ser bi sedhezaran zarokên kurd û ereb ferz dike û wan dûçarî polîtîkayên qira zimanî û çandî dike.

Li Îranê mamoste Ferzad Kemanger a ji Kamyaranê ku sala 2010’ê bi hinceta ‘dijmintiya li hember xwedê’ tevî çar hevalên xwe hatî sedaredan, dîsa çend roj berê bi hinceta ‘ewlekariya welat xistina bin metirsiyê’ 5 sal cezayê girtîgehê dayîna jina bi navê Zara Mûhamedî ku li Sinê perwerdeya ziman dida zarokan, di şexsê zimanê kurdî de yek jê mînaka herî hovane ya dijmintiya dewleta Îranê yê li hemberî kurdan e. Li derveyî mînakên bi rayagiştî re hatî parvekirin, ev bi sedan sal in li erdnîgariya Kurdistanê bi hezaran mirovên me yên xwedî li ziman û çanda xwe derketî, bê cûdahiya zarok, jin, ciwan, pîr û kal bi hovîtî hatin qetilkirin.

Di van mercên neyeksan de ku tunekirin li ser gelê me tê ferzkirin û di tu zagonên navnetewî yên li ser mafê perwerdeya bi zimanê dayikê de cih ji kurdan re nayê dayîn, tişta bi tenê bê kirin; di hemû warên jiyanî û zagonî de ji herdemê bihêztir meşandina têkoşîna xwedî lê derketin û pêşdebirina hebûn, nasname û ziman e.

Li ser vê hîmê modela perwerdeya Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji bo hemû gelên ku li herêm û cîhanê têkoşîna hebûn, nasmane û ziman dimeşînin, mînaka herî bêhempa ê hêza cewherî û vîna cewherî ye. Nîşaneya herî bihêz a esas girtina wekhevî, azadî, mafê zarokan, demokrasî û mafê mirovane û li hember jiyana li ser me hatî ferzkirin îspata pêkanbûna jiyanekî din, jiyanekî pirzimanî û pirçandî ye.

Em wek Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê bi boneya Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî careke din diyar dikin ku; mafê perwerdeya zimanê dayikê û bi rengekî wekhev sûdgirtina ji vê mafekî gerdûnî ye. Di vê wateyê de daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê ji hemû daxwazên din meşrutir e. Divê em ji bîr nekin ku zimanek ne ji bo ku yên pê diaxivin kêm in; ji bo ku yên pê dizanin neaxivin, xwedî lê dernakevin û ji bo wê tênakoşin tune dibe, dimire. Lewra pêwîst e gelê me li her cihê lê ye axaftin û nivîsîna bi kurdî wek çalakiya bêmiriniya zimanê dayikê bibîne, li her cihê, têkoşîna xistina bin ewlehiyê ya perwerdeya bi zimanê dayikê û rakirina astengiyên zagonî ya li pêş bikaranîna zimanê dayikê têkoşînekî bi hêz û domdar bimeşîne û tu caran rê nede polîtîkayên bişaftinê yên bi feraseta yekzimanî. Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî ji gelê me û ji hemû gelên têkoşer re pîroz be.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar