Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Mazlûm Ebdî: Hewldanên me yên yekitiya neteweyî didomin

Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlûm Ebdî piştrast kir ku hewldanên wan ji bo pêkanîna yekitiya neteweyî ya kurd li Rojava didomin û bi israr in ku vê înîsiyatîfê bi ser bixin

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî bi rêya vîdeoyeke tev li komxebata ‘Dîdara nakokiyên kurdî-kurdî’ bû ku Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) li Qamişloyê organîze dike.

Ebdî di destpêka axaftina xwe de behsa girîngiya komxebatê kir ku pêşniyar û nêrînên werin pêşkêşkirin dê astengiyan ji holê rakin û nakokiyên kurdî bi dawî bikin.

Ebdî diyar kir ku çendî şer bidomin û nakokî derkevin divê nanokiyên kurdî li pêşiya pêkanîna yekitiya kurdî de nebin asteng û wiha got: “Beriya niha jî û ji gelek salan ve li gelemperiya Kurdistanê gelek nakokiyên êşîrî derketin lê ew li pêşiya partiyên siyasî û civakê nebûn asteng ku li dora doza kurd kom bibin.  Di civakan de bi giştî nakokî derdikevin, ne tenê li cem kurdan. Gelek gelên ku nakokî di navbera wan de hebûn, niha bûne civakên herî xurt, ji ber ku xwe kirin yek û nakokî derbas kirin.”

Ebdî piştrast kir ku li gorî nakokiyên ku di navbera gel û civakên din de derketine, nakokiyên di navbera aliyên kurdî de derketine yên herî kêm in. Ebdî diyar kir ku ev îsbat dike ku gel û hêzên siyasî yên kurd, tê gihiştine ku nakokî li dijî dîtina çareseriyan e û her tim hewl didin wan nakokiyan ji holê rakin û got ku bidawîkirina nanokiyan yekane çareseriya doza kurd e.

Di axaftina xwe de Ebdî behsa pêkanîna yekitiya kurd kir û destnîşan kir ku ji bo wê divê aliyên siyasî hemû berjewendiyên xwe yên kesayetî deynin aliyekî û ji bo berjewendiya gelê kurd kar bikin û ev tişt anî ziman: “Mudaxeleya dewletên dagirkerên Kurdistanê nahêle ku hêzên siyasî yên Rojava bibin yek. Di vê dawiyê de û li ser bangewaziya HSD`ê ji bo pêkanîna yekitiya kurd, gelek pêşketinên erênî çêbûn û nakokiyên siyasî yên di navbera aliyên kurdî de dê di demeke kin de ji holê rabin.”

Ebdî bi bîr xist ku li ser mijarên giştî yên yekitiya kurd hatine lihevkirin û nakokiyên mayî ne cewherî ne û dê bi demê re çareser bibin û axaftina xwe de ev yek zelal kir: “Em dikarin bi rihetî bibêjin ku sedemên îdeolojîk û siyasî tune ne ku yekitiya kurdî li Rojava pêk neyê. Ji bo pêkanîna yekitiyê divê her du alî fedakarî û tawîzan bidin.”

Her wiha Ebdî piştrast kir ku HSD bi alîkariya Amerîkayê vê înîsiyatîfê didomîne heta ku bi ser bikeve. QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar