Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Ji bo azadiya Ocalan çalakiya 6 rojan

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê li bajarê Dusseldorfê yê Almanyayê ji bo şeş rojan çalakiya rûniştinê bê lidarxistin

Pêngava ‘Li dijî tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê; dem dema azadiyê ye’ ku 12’ê Îlonê dest pê kir, li Ewropayê dewam dike. Çalakî bi wesîleya salvegera 22’emîn a komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji destpêka meha sibatê ve zêde bûne.

Eyaleta NRW bû yek ji eyaletên Almanyayê çalakî lê hatin lidarxistin. Piştî meşa 23’ê çileyê ya bi pêşengiya pêkhateyên YJK-E NRW’ê, di 12-13’ê sibatê de ji ber salvegera 22’emîn a komploya navneteweyî bi pêşengiya FED-MED, YJK-E NRW’ê meşeke dirêj û mîtîngeke girseyî hatin lidarxistin. Di 18, 19 û 20’ê sibatê de jî otobusa ‘Azadî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re’ li gelek bajaran geriya û nêrînên Ocalan ên li ser azadiya jinan, ekolojiyê, konfederalîzma demokratîk bi raya giştî ya alman re parve kir. Her wiha li gelek bajaran ji Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî re ji bo azadiya Ocalan name hatin şandin.

Bernameya 6 rojan

Di hefteya dawî ya meha sibatê de jî bi amadekariya FED-MED’ê dê li paytexta eyaletê Dusseldorfê ji bo 6 rojan çalakiya rûniştinê bê lidarxistin. Çalakî dê 22’ê sibatê roja duşemê li ber parlamentoyê dest pê bike û 27’ê sibatê roja şemiyê jî bi mîtîngeke girseyî bi dawî bibe. Di çalakiyê de her roj wê siyasetmedarên kurd sîstema Îmraliyê, dewamiya komploya navneteweyî û fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan binirxînin, agahiyê bidin raya giştî. Çalakî dê her roj saet di navbera 12:00-17:00 de pêk were û hunermendên TEV-ÇAND’ê jî wê tev li bibin.

FED-MED’ê li ser çalakiyê daxuyaniyek da û wiha got: “Ji bo azadiya Rêberê me, em hewl didin bi hemû pêkhateyên federasyona xwe bi xurtî tev li pêngavê bibin. Bi rêya çalakiya rûniştinê ya ji 6 rojî em dixwazin pêngava ‘Dem dema wê ye’ xurtir bikin.”

Di daxuyaniyê de bang li kurdistaniyên li eyaleta NRW’ê hat kirin ku tev li çalakiyê bibin.

Bernameya rojane ya çalakiyê wiha ye:

  • 22’ê sibatê roja duşemê

Qiseker: Engîn Sever, Nûrsel Aydogan

Hunermend: Seyîtxan, Cewad Merwanî

Cih: Pêşiya Parlamentoyê

  • 23’ê sibatê roja sêşemê

Qiseker: Besîme Konca

Hunermend: Denîz Deman, Alî Îkîzer, Diyar Dersim, Hozan Şemdîn, Serhat Med

Cih: Corneliusplatz

  • 24’ê sibatê roja çarşemê

Qiseker: Lezgîn Botan

Hunermend: Bengîn Agirî, Hozan Navdar, Selhat Gimgim

Cih: Friedrich-Ebert-Straße 34-38 (DGB Haus)

  • 25’ê sibatê roja pêncşemê

Qiseker: Tûgba Hezer

Hozan: Xelîl Xemgîn, Memo Yapiştiran, Narînxan

Cih: Stromstraße 24 (Pêşiya qenala WDR)

  • 26’ê sibatê roja înê

Qiseker: Yildiz Fîlîmcî

Hunermend: Memo Gul, Hozan Kawa, Zahîr Loran

Cih: Wasserstraße 5 ( CDU)

  • 27’ê sibatê roja şemiyê

Cih: Pêşiya parlamentoyê, saet di 12:00-15:00 çalakiya rûniştinê

Saet di navbera 15:00-17:00 mîtînga girseyî

DUSSELDORF 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar