Walîtiya Mêrdînê, bi hinceta operasyona leşkerî li 18 gundên navçeyên Dêrik, Şemrex û Qoserê yên Mêrdînê qedexeya derketina derve îlan kir. Qedexe li gundên Mahlebî, Melêbiya Piçûk, Qolçiyan, Yevrî, Golikageryayî, Şêb û Kocakoy ên Şemrexê; li gundên Şêba Jêr, Meşkîna, Gundik, Kelek, Harmanlî û Gîrîktepe yên Derikê û li gundên Erban, Badîna,Xarab Kûrik û Milan ên Qoserê hatiye îlankirin. MÊRDÎN