Navenda Nûçeyan
Wezareta Tenduristiya Îsraîlê rapor li ser her du dozên aşiya Pfizer û BionTechê li xwe xistine û yên li xwe nexistine belav kir. Li gor rapora aşiyê Pfizer û BioNTechê ji sedî 98,9 rê li mirinên ji vîrusa digire.
Rapor dide zanîn ku bi Pfizer û BionTechê ji sedî 99,2 rê li nexweşîyê digire û ji sedî 98,9 bi hewcedariya dermankirina li nexweşxaneya radike.
Îsraîlê di rojên borî de ragihand ku ji 523 hezar kesên ku aşiya Pfizer û BioNTechê li xwe xistine, tu kes ji ber koronayê canê xwe ji dest nedaye.