PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

SNP: Tecrîda li dijî peymanên navneteweyî ye

SNP a ku li Skoçyayê desthilatdar e bang kir tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û hevdîtinên aştiyê dîsa werin destpêkirin

Navenda Nûçeyan

Partiya Neteweyî ya Skoçyayê (SNP) diyar kir ku divê Tirkiye di doza kurdan de çareseriyek aşitiyane bike û da zanîn ku SNP mafê kurdan diparêz e. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Tirkiye endamekî NATO’yê ye û têkiliyên wên yên bi Kraliyeta Yekgirtî baş e lê ev nayê wateya ku pirsgirêkên derbarê mafên mirovan û ewlekariyê neyê dîtin.

Di daxuyaniyê de ji Wezareta Karê Derve hat  xwestin ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û hat gotin, “Ocalan ji 20 salan zêdetir e di bin tecrîdê de ye, ev li dijî peymanên navneteweyî ye yên ku Tirkiyeyê jî ew îmze kiriye û ev tecrîd cezayekî derveyî mirovahiyê ye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê Wezareta Karê Derve ya Kraliyeta Yekgirtî diyar bike ku Ocalan nûnerekî kurdan e û hat bibîrxistin ku berê jî di vî warî de gelek name hatine şandin. SNP ji bo serxwebûna Îskoçyayê têdikoşe ya ku di nav Kraliyeta Yekgirtî de yek ji welatekî otonom e. Li Parlementoya Brîtanyaya Mezin jî ji nav 55 kursiyên ji Îskoçyayê 49 kursî yên SNP’ê ne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar