PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

‘Xeyalên Erdogan û neo-osmanî li Garê têk çûn’

Siyasetmemdar û akademîsyen Kamûran Berwarî operasyona Garê nirxand û destnîşan kir ku bi neserketina operasyonê re xeyalên Erdogan û polîtîkayên neo-osmanî têk çûn

Nîqaşên êrîşên dagirkeriya li Garê ku di encamê de 13 êsîrên di destê gerîlayan de ji aliyê artêşa tirk a dagirker ve hatin qetilkirin, didomin.

Erdogan beriya êrîşên dagirkeriyê di daxuyaniya xwe ya 8’ê sibatê de gotibû ku “Roja çarşemê teqez guhdarî min bikin, ez ê tiştên xweş aşkera bikim.” Piştî daxuyaniya Erdogan di 10’e sibatê de, di saetên şevê de êrîşên dagirkeriyê li herêma Garê dest pê kir, lê piştî 4 rojan di encama berxwedaniya gerîlayan bêyî ku artêşa tirk li dû xwe binêre ji qada Garê reviyan. Nîqaşên piştî operasyonê di navbera partiyên siyasî de destpêkirin her ku diçe zêdetir dibe.

Siyasetmedar û akademîsyenê Zanîngeha Duhokê ya başûrê Kurdistanê Kamûran Berwarî yê geşedanan ji nêz ve dişopîne, armanc û encamên operasyonê, bandora wê ya li ser başûrê Kurdistanê nirxand.

 Armanca operasyonê

Berwarî anî ziman ku operasyona Garê bi hevkariya hêzên Irak û heremî dest pê kir û wiha got: “Ev operasyon bi planên pir alî hat kirin. Armanca operasyonê ne rizgarkirina êsîran bû. Armanc kuştina êsîran bû. Heger armanc rizgarkirina wan bûya ji sala 2015’an heta niha bi sedan rêyan, bêyî ku xwîn rijandinê dikaribûn wan rizgar bikin. Lê xwestin ku bi kuştina êsîran PKK tawanbar bikin û xwestin hewldana Ewropa û Amerîka ya ku PKK ji lîsteya terorê derxînin bidin astengkirin. Weke ku tê zanîn Tirkiye û hinek hêzen ewropayî serokwezîrê Swêdê Olof Palme kuştin û PKK bi vê tawanbar kirin. Pişt re bi destên sîxurê xwe yên weke Şemdîn Sakik leşkerên xwe dan kuştin. Bi vî awayî PKK xistin lîsteya terorê. Yek ji armancên operasyona Garê jî ew bû ku planên xwe bidomînin û hewldanên derxistina PKK’ê ya ji lîsteya terorê asteng bikin.”

Plan têk çûn

Berwarî bal kişand ser yek ji armanca operasyona Garê ku zeftkirina başûrê Kurdistan bû û heger ev plan bi encam bibûya dê Tirkiye û leşkerên Iraqê bi hev re êrîşî Şengal û Rojava bikirina û wiha domand: “Êrîşa li dijî sînorê başûr û rojavayê Kurdistanê hatibû plankirin. Em dibînin ku siyaset û stratejiya Erdogan li Garê bi temamî şikest û têk çû.”

Di axaftina xwe de Berwarî da zanîn ku bi tekçûyîna Tirkiyeyê re, hesabên gelek hêzên heremî û navnetewî jî têk çûn û wiha pêde çû: “Pêwîst e êdî ev hêz plan û stratejiyên xwe yên li hemberî gelê kurd û Rojhilata Navîn sererast bikin. Piştî şerê li Garê ji bo Ewropa, Amerîka û dewletên ereb, Tirkiye û Îranê rewşek nû derket holê. Ji bo hêzên kurd jî rewşek û derfetek nû çêbû. Pêwîst e ji vir û şûnde her hêz hesabên xwe di berçav de derbas bike.”

‘Xeyalê neo-osmanî têk çûn’

Berwarî destnîşan kir ku operasyon bi gelek hesaban pêk hatiye û ev tişt anî ziman: “Serkeftina Garê berxwedena kurdan a sedsalê li pêş xist. Xeyalên neo-osmanî jî têk bir. Pêwîst e ku ev yek baş bê dîtin. Di heman demê de, şerê Garê ji bo feraseta nijatperest û dagirker ya ku Tirkiye û DAIŞ nûnertiya wê dike, derbeyek giran bû. Hêzên aştîxwaz, demokrat û azadîxwaz serkeftinek mezin bi dest xistin.  Serkeftina Garê ji bo hêzên ku bi dewleta tirk re tevdigerin peyamek girîng bû. Dîsa ew serkeftin da hînkirin ku henek hêzên kurd bila xwe biçûk nebînin û bi dagirkeran re tevnegerin.  Ji vir û şûnde pewîst e hêzên gerîla û pêşmerge, hizb û rêxistinên kurd li ser derxistina leşkerên tirk a ji başûrê Kurdistanê biponijin. Divê başûrê Kurdistanê ji bin bandora pir alî ya Tirkiyeyê bê derxistin.”

‘Dema azadkirina Rêber Ocalan e’

Berwarî bi bîr xist ku encamên derket holê dide xuyakirin ku tu hêzên herêmî û navnetewî ne mecbur in bi Erdogan û AKP-MHP’ê re tevbigerin û wiha got: “Êdî dem dema azadkirina Rêber Ocalan û PKK ji lîsteya terorê derxistinê ye. Bi vî awayî pêwîst e xebatên siyasî û dîplomatîk hem li Kurdistanê û hem li cîhanê bên pêşxistin. Êdî li 4 perçeyên Kurdistan û Rojhilata Navîn bila xwîn bisekine. Êdî bila her kes bizanibe ku polîtîkayên tunekirina kurdan û xeyalên dagirkirina Kurdistan têk çûye. Ev plan tu carî serneket û wê ji vir û şûnde jî bi ser nekeve.”

Bandora operasyonê ya li ser Başûr

Her wiha Kamûran Berwarî, bandora operasyona Garê ya li ser başûrê Kurdistanê jî nirxand û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Destpêkê metirsiya tevlibûna hêzên Başûr jî ya vê operasyonê hebûn, lê ev yek pêk nehat. Gelê Başûr bi giştî dijberî operasyon û ketina leşkerên tirk a heremê bû. Li dijî vê yekê li gelek deveran jî xwepêşandan hatin lidarxistin. Gelê Başûr, ev operasyon weke têkçûyîna dewleta tirk nirxand. Wê serkeftinê da xuyakirin dê kurd bi vînek şoreşger û hestên kurdistanî çarenûsa xwe diyar bikin. Ji ber vê serkeftina li Garê li vir bi coşek mezin hat pêşwazîkirin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar