Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Rojeva jinan 8’ê Adarê ye

Parêzera femînîst Dîren Cevahîr Şen diyar kir ku li seranserî cîhanê tenê roja cihekarî li jinan nayê kirin 8’ê Adarê ye. Parêzer Nagehan Avçîl jî da zanîn ku pergala civaka demokratîk bi têkoşîna jinan ve têkildar e

Weke her sal îsal jî di rojeva jinên ku amadekariyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dikin de li dijî tundiya zilam xweparastin heye. Jinên ku li dijî qirqirina zayendî têdikoşin, wê careke din di 8’ê Adarê de li qadan daxwazên xwe yên wekhevî û azadiyê qîr bikin.

Parêzerên femînîst Nagehan Avçîl û Dîren Cevahîr Şen, di serî de tundiya fîzîkî, dêrûnî û aborî li dijî hemû cureyên tundiyan qala girîngiya xwe parastinê kirin û ji bo mafê wan jinan vexwendin qadan.

Azadiya civakê

Avçîl diyar kir ku di civakeke serweriya zilam tê de hakim, mafê xweparastinê yê jinan paşguh tê kirin û wiha got: “Di jiyana civakî de li dijî ferzkirina her cure hişmendiya zilam mafê xweparastinê yê jinan heye. Azadiya civakê, di azadiya jinan de derbas dibe. Civakeke ku jin tê de azad nebe mirov nikarê behsa mafê çandî, aborî û siyasî bike. Ji ber wê yekê pergaleke civakî ya demokratîk, bi têkoşîna hebûna mafên jinan a hemû qadan re rasterast têkildar e.”

Divê her roj têkoşîn bê bilindkirin

Avçîl da zanîn ku desthilatdar Peymana Stenbolê ji niqaşan re vedike û ev tişt anî ziman: “Desthilat armanc dike ku jin ji aliyê hiqûqî ve bêparastin bimînin. Têkçûna hişmendiya zilam a di her qadê de ji têkoşînê re derbas dibe. Em nasnameya ku pergala serweriya zilam li jinan ferz dike nas nakin. Li dijî her cure tundiya li ser jinan divê her roj têkoşîn bê bilindkirin.”

Tişta ku jinan azad bike piştevanî ye

Parêzer Dîren Cevahîr Şen jî da zanîn ku xweparastin ne tenê ji bo jinan ji bo hemû zindewaran pêwist e, rewa ye û wiha got: “Jineke ku êrîş lê bê kirin, mecbûre xwe bi parêze. Berovajiyê vê dê bimire.”

Şen bi bîr xist ku jinên xwe di parêzin re dadgeh cezayê girtîgehê didin û wiha domand: “Ji jinan re dibêjin ku ‘an serî bi tewîne yan jî em ê te bigirin.’ Ji ber vê yekê divê jin di vê mijarê de jî piştevaniya hev bikin. Jin tên kuştin, tacîz dikin û tecawiz kirin. Heta ku piştevanî nebe defkirina êrîşên li ser bedena jinan zehmet e. Ji ber ku piştevanî dide jiyandin.”

Her wiha  Şen hemû jinên ji bo mafê xwe têdikoşin vexwandin qadên 8’ê Adarê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tenê tişta ku jinan azad bike piştevaniye. Li seranserî cîhanê tenê roja ku jin tên ba hev û cihekarî lê neyê kirin 8’ê Adarê ye. Em li cudatiyên xwe derkevin û piştevaniyê mezin bikin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar