PKK wê di meşa serkeftinê de bi ser bikeve

Em di rojên salvegera damezrandina PKK'ê re derbas dibin. PKK di 27’ê mijdara 2024’an de sala 46’emîn li pey xwe hişt û sala nû...

Pêvajoya neçareseriyê

Nîqaşên li ser pêvajoyeke muhtemel a çareseriyê di rojevê de ye. Yên ku ev nîqaş jî derxistine Erdogan û Bahçelî ne. Vaye du meh...

PKK wê di meşa serkeftinê de bi ser bikeve

Em di rojên salvegera damezrandina PKK'ê re derbas dibin. PKK di 27’ê mijdara 2024’an de sala 46’emîn li pey xwe hişt û sala nû...

Pêvajoya neçareseriyê

Nîqaşên li ser pêvajoyeke muhtemel a çareseriyê di rojevê de ye. Yên ku ev nîqaş jî derxistine Erdogan û Bahçelî ne. Vaye du meh...
Cuma - 29 Kasım 2024

PKK wê di meşa serkeftinê de bi ser bikeve

Em di rojên salvegera damezrandina PKK'ê re derbas dibin. PKK di 27’ê mijdara 2024’an de sala 46’emîn li pey xwe hişt û sala nû...

Pêvajoya neçareseriyê

Nîqaşên li ser pêvajoyeke muhtemel a çareseriyê di rojevê de ye. Yên ku ev nîqaş jî derxistine Erdogan û Bahçelî ne. Vaye du meh...

48 şaredariyên HDP’ê xesp kirin

Hevberdevkên Rêveberiya Herêmên Demoratîk a HDP'ê li Navenda Giştî ya HDP'ê rapora bi sernavê "Rastiyên Qeyûm û Xezpa Vînê" aşkere kir

Rêveberiya Herêmî rapor bi kurdî û tirkî bi raya giştî re parve kirin. Bi kurdî berdevkê rêveberiya Herêmî ya Demokratîk Salih Kaplan, rapor aşkere kir. Kaplan, bal kişand ser polîtîkayên îqtîdarê û anî ziman ku di 18 salan a desthilatdariya AKP’ê de, qada herî serkeftî ew e ku hikûmet heqîqetê wek derew û derewan jî wek heqîqet pênase dike û mixabin bi şiklekî civakê jî qane dike.

Kaplan da zanîn ku ji 11’ê îlona 2016’an û vir ve li ser polîtîkayên qeyûm nerazîbûneke gelek mezin hem di nav raya giştî de hem jî li qada navneteweyî de derxistiye holê. Vê nerazîbûna civaka giştî alozî û qeyranek xistiye dilê AKP’ê û wiha got: “Ji ber vê yekê jî bi keleceneke gelek mezin lijneyek nû li ser derewan amede kirine.Ka em birastiya qeyûman çi ye hiqûq û bêhiqûqiya qeyûman çi ye. Sazumaniya AKPê rewşa awarte ya OHAL’ê îlan kirin û destûra bingehîn û zagonan binpê kirin. Li ser biryarnameya hikmên zagonî yanê KHK’yan meşandin.”

‘KHK bêhiqûqî ne’

Kaplan diyar kir ku Lijneya Destûra Dadgeha Bilind lêpirsîna li ser KHK’ê qebûl nekirin bêhiqûyê ji vir destpê kir û wiha lê zêde kir: ” Divê KHK bi şertên rewşa awarte girêdayî be. AKP temamê jiyanê bi KHK’yan meşand. KHK bêhiqûqî ne. 48 şarederî bi destê AKP’ê hatin xespkirin. Dibêjin şarederê HDPê bi rêxistinan re eleqeder bûn. Êdî dad edalet di destê desthilatdariya AKP-MHP’ê de weke amûrekî û şûrekî ku bikaribin serê muxalîfan jê bikin tê bikaranîn. Sûcdariyên ku şarederiyên HDP’ê kirine çi ne: 650 sal ceza dan hevşaredaran, sedema vê çi ye?”

‘ji exlaq dûr ketin e’

Kaplan helwesta dadgehê jî rexne kir û wiha pêde çû: “Hevşeradera Pirsûsê birêz Hatice Çevik beşdarê newrozê bûye, li pişt wî kesek xemla kesk û sor û zer li xwe kiriye. Sucê wê yê gelek mezin ev e. Hevşarederê Colemêrgê çi kiriye? Bûye sûc ku tev li merasima cenazeyê kurê xwe bûye. Dozgeran li ser vê yekê doz vekiriye. Kesên ku sersaxî dane wekî endamê rêxistinê qebûl kirine. Li ser rûyê cîhanê tu bav heye ku kurê wî jiyana xwe ji dest dabe sersaxiyê qebûl nekiribe. Evqasî ji nirxên mirovahiyê dûr ketine. Ji hevşaredara me ya Elbakê re dozger wiha dibêje; “ji malbateke xizan re we alîkarî kiriye û li ser vê yekê jî propagandaya rêxistinê kiriye”. Tiştek ecêbtir jî ev e ku dozgeran gotiye “dema ku hûn bûne bernamzedê HDP’ê tu beşdarî danasîna partiyê bûyî.”

Deynên şaredariyan 5,6 mîlyar e

Kaplan, bal kişand ser nelirêtiyên qeyûman û wiha got: “Yanê gotine sûc e ku tu xwe bidî nasandin. Bêhiqûqiya qeyûmên AKP’ê ya li dijî HDP’ê bi vî rengî ye. Qeyûman di nav 4-5 salan de tahrîbatên gelek mezin hiştin li pey xwe. Deynê wan di lijneya Wezareta Karê Hundirîn de bi qasî 6,4 milyaran hatiye diyarkirin. Wezîrê Karê Hundirîn dikare mufetîşên xwe bişîne, em dikarin derkevin hemberî civakê û vê yekê binirxînin.

Deynê wan ê heyî 780 mîlyon e. Piştî 31’ê adarê 5,6 mîlyar deyn hebû. Himanen milyone hatin avakirin Bi tonan qedeyifan xwaribûn me parvekir. Minakekî balkêş minaka şarederiya Gewerê ye. Dema ji aliyê qeyûm ve  hat gasp kirin 4.5 milyon deynê wê hebû. Ku me ew der bi dest xist deynê şaredariyê 670 milyon bû. Pergalek diziyê li ser şarederiyên HDP’ê hatiye avakirin.

Qeyûm neyarê gelê kurd e

Kaplan herî dawî destnîşan kir ku qeyûm zerarek mezin daye şaredariyan û wiha bi dawî kir: “Qeyûm neyarê gelê kurd e. Qeyûma li Batmanê xebata yekem malpera kurdî girtiye. Qeyûmên Sêrtê xebata yekemen Pirtûkxaneya Celadet Eli Bedirxan hilweşandine. Qeyûmê Ercişê xebatên pirtûkxaneya gerok  ji ber wêneyê Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran  da sekinandin.

Beriya hilbijartinê Enrdogan digot ku carek din ev şarederî bibin destkeftiyên gelê kurd gelê heremî û yên HDP’ê emê bi destê qeyûman carek din van deran xesp bikin. Ev politikayên wê rojê ne. 4 mehan tenê hevalê me li ser peywirê man. Di şarederiya de plansaziya stratejiyê di hundirê 6 mehan de tê amedekirin. Piştê 6 mehan bi destê qeyûman îradeya vê gelî hat xespkirin. Beriya hilbijartinê Waliyê Amedê, Mêrdînê û Wanê bi daxwaznameyek ji wezareta karê hundir xwestin ku qeyûm were. Hin ku şarederê me dengê hezeran kesan standibû mazbataya xwe nestandibûn. Pekî emê çi bikin, an jî pêdiwî bi çi heye.19 tebaxê de HDP’ê daxuyaniyek dabû. Di vê daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li hemberî rejima qeyûman em bi hev re têkoşînek nedin, mixabin li vê welatê tu destkeftiyên demokratîk nemînin. Em xemgînin ku ev daxuyaniya ku me ew roj da îro bi encam bû. Ji ber ku bi qeyûmên li ser zaningeha Bogaziciyê zagonê qeyûman hat guherandin ku êdî dikarin qeyûman bavêjin ser sazî û dezgehên sîvil.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar