Navenda Nûçeyan |
Li Qerebaxê Ermenistan û Azerbaycanê şer kiribûn û Ermenistan ji wê herêma şer vekişiyabû. Ji ber vê yekê Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan bi protestoyan re hevrû mabû. Hêzên Çekdar ên Ermenistanê banga îstîfayê li Nikol Paşinyan kir.
Ajansa nûçeyan a rûs Interfax ragihand ku artêşa Ermenistanê daxuyaniyek nivîskî weşandiye û banga îstîfayê li Nikol Paşinyan û hikûmeta wî kiriye.
Paşinyan bersiva daxuyaniya artêşê da û wiha got ku li welat hewldana darbeyekê heye û bang li alîgirên xwe kir ku li Êrîvanê kom bibin û li ber hewldana darbeyê rabin.