Ji bo ku dema desthilatiya xwe dirêj bikin, dibe ku bikevin pey her provakasyon û planên gemar û qirêj. Jixwe Tirkiye û Bakur di nava lepê wan de ye û di zilmê de tu teqsîriyê û qusûrê nakin!
Dibe ku bêhtir li derveyî Tirkiyeyê û Bakur, êrîş û komkujiyan pêk bîne. Eger di van kiryarên xwe de bi serkevin, hema yekser diçin hilbijartina pêşwext an jî hilbijartina navber.
Di êrîşa ser Garê de jî, yek ji armanca wan a girîng ev bû. Erê bi bingehîn dixwestin derbeyek mezin li Tevgera Azadiyê bidin; yek-du kesên pêşeng sax an mirî bi dest bixin û wê herêmê ji bo xwe bikin baregehek mezin-navendî ya leşkerî. Mijara êsîran, ne armancek sereke bû.
Lê hesabê wan û Garê li hev nehat, rastî berxwedana gerîlayên azadiyê yên leheng hatin û şûna serkeftinê, binkeftin bi destxistin! Eger kuştina êsîrên xwe ji wan re serkeftin be! Ew jî, encex bi lêdana xaza kîmyewî, karibûn ew komkujî pêkanîban û laşên wan û hinek leşkerê xwe bi saxî paşve bikişandan û bi reviyan!
Di encamê de R.Erdogan, ji dêlva roja çarşemê mizgîniya serkeftinê bide raya giştî, wê rojê deng jê bilya, bêdeng ma, heta roja înê, di kongreya xwe de ji neçarî şikestina xwe qebûl kir.
Divê were zanîn li ser vê binkeftin û rezaletê, ranaweste. Xwest weke 15’ê tîrmeha roja şerê xwe û Fethullah, hemû partî û rêxistinên dijberî xwe bikişîne cem xwe, lê pêk nehat. Belê hinek kesên weke wî ku di heman zîhniyeta xwînxwar de ne, aşkera bangên nijadperestiyê û komkujiyê kirin.
Ji van mînaka herî xeter û balkêş a generalekî Ergenekonê bi navê Ismaîl Haki Pekîn bû, got; “lazim e em ranewestin, li her deverê em êrîşî wan bikin, weke mînaka Parîsê, em derbên giran li pêşengên wan bidin û her wiha li gel van kuştinên wisa, em jî weke Israiliya derbeyên piralî li wan bixin; li lojistika wan, aboriya wan û hwd. jî bidin” û hwd.
Ev mînak bi serê xwe, nîşandana gelek karê xerab ên rojên li pêş me ne. Jixwe aşkera bi nav jî dike, bi taybetî jî welatên Ewropa û DYE’yê. Ev miorv ne kesekî ji rêzê ye. General û Serokê Istixbarata arteşa tirkan ê berê ye. Her roj di medyaya tirkan de bi dengê bilind van gotinan dibêje.
Lewma divê hem kurd û bi taybetî jî dewletên Ewropa û Amerîka vê mijarê gelek girîng bibînin û hewcedarî bi çi hebe pêk bînin. Ev ne mijarek bi sistayî û xemsarî were dîtin.
Dibe ku di serî de, malbatên wan her sê jinên leheng ên kurd; Sakîne, Fîdan û Leyla, divê yekser serî li dewleta Fransayê bidin. Her wiha li gel sazî û dezgehên kurdistanî yên li Ewropayê, divê serî li hemû dewletên Ewropayê û saziyên têkildar ên sivîl, hiqûqî, siyasî û hwd.yên Ewropayê û navneteweyî bidin.
Li aliyê din, di armanca gotin û banga wî generalî de, qadek berfireh heye. Hejmara însanên dikeve ber êrîşa vê zîhniyeta wan a qirker, li Ewropayê û derveyî welat gelek in. Lewma divê ev mijar gelek berfireh û hem bi takekesî û hem bi giranî jî bi rêxistinî, li ber çavan were girtin û pêdiviyên wê were bi cîhanîn.
Divê ev mijar, gelek girîng were dîtin û ji vî alî ve jî, xeter û rûreşiya vê dewleta faşîst, ji raya giştî cîhanê re baş û zelal were nîşandan. Ya herî girîngtir jî rê li pêşiya van kiryarên provakatîf û qirker were girtin.
Bi vî awayî mirov bi erk û peywirê xwe rabe, dikare hinekî bibe alîkar ji têkoşîna gelê me re, yên li welat dijî. Eger ev xebat û hewldanên li derveyî welat bandora xwe li ser dewletên Ewropa û DYE’yê bike, dikarin hinekî pêşiyê li êrîşên dewleta AKP-MHP’ê yên li ser Başûr, Şingalê, Mexmûrê, Rojava û hwd. bigirin.
Li gorî tê xuyakirin, şerd û mercên ku zemînê ji dewleta AKP—MHP’ê re xweş bike, ji bo serkeftinê bi dest bixe û bi lez biçe hilbijartinê ne xurt e. Bêgûman divê kes xwe bêxem û piştvala neke, her bi hişyarî tevbigere.